Di rêbazê de Jîngeh!!!

Di rêbazê de Jîngeh!!!

Bûbê Eser

Hizr bîr û baweriya jîngeh û parastina wê ji dema şex Evdilselamê ewil hatiye pejirandin ku divê ew pê parastin. Di serdema şêx Evdilselamê dudan de ev bûye weke xaleke fermî ya rêbaza ku asasê wê dihate danîn.

Ji qonaxa herdu şex Evdilselaman dema xwe dighêjîne serdema şêx Ehmed êdî ev weke rêbazekê, destûr û bernameyekê tê qebûlkirin. Di serdema Barzaniyê mezin de êdî dikeve jiyanê. Xelkê devera Barzan û Barzanî hemî êdî li gor vê tevdigerin. Ya girîng jî îro em dibînin ango tê dîtin ku di serdema Mesud Barzanî de gelek ji xalên vê rêbazê li başûrê kurdistanê hatine misogerkirin ku divê jîngen bi hemî îmkanên li ber destan bê parastin.

Li devera Barzan û di nava hemî Barzaniyan de jîngeh bûye evîn û  Barzanî hemî jî bûne evîndarê vê evînê. Dema ku mirov bû evîndar jî divê mirov wê evîna xwe li hember hemî xeteriyan biparêze. Barzaniyan jî weha kirine. Ji ber wê evîndariyê bû ku li devera Barzan jîngeh pir baş hatiye parastin û ji bona pêşketinê bêtir kar û xebata wê hatiye kirin.

Li başûrê kurdistanê li devera Barzan û li heremên din jîngeh ne weke hev in. Ji ber ku li devera Barzan, parastina jîngehê weke di  rêbazê de hatiye destnîşankirin tê parastin.. Mirov ferqeq mezin di nava jîngeha li Barzan, herêm û deverên din yên kurdistanê de dibîne.

Sedema vê jî ew e ku li gor rêbazê hezkirin û parastina jîngehê eşqeq ango evîneke. Ji ber ku li perçên din û li deverên din yên Kurdistanê ev evîn tuneye an pir kêm e, loma jingeha wan deverana û perçên din û ya devera Barzan weke hev nehatiye parastin.

Heger li devera Barzan kesekî darekê ji kokê de rake, masiyan bi dînamîtan bikujin, nêçîra ajahelan bê ser û ber bikin, wan kesena di nava civata Barzaniyan de weke mirovekî sûcdar dihate û tê dîtin. Loma li Devera Barzan û di nava Barzaniyan de jîngeh weke rohniya herdu çavan hatiye û tê parastin. Ji ber wan dizanîbûn ku jîngeh hebûna welatekî û pêşketina civatê bi xwe ye.

Jingeh hebûn û xemla welatekî ye. Jîngeh serketin û xweşiya welatên pêşketîne. Loma hatiye gotin ku mirov rewşa welatekî ku çawa ye, ji Jîngeha wî fêm dike. Weke çawa ku mirov bikeve hunder malekê û ji ber paqijî an gemarê dizane ku ew mal çawa ye. Jîngeh jî rewşa welatê  me re  dide zanîn.

Jîngeh li gel xweşikbûn û xwezayiya xwe ruh û jiyana welat û mirovan e. Di jîngehekê de gelek dar hene ku jiyanê  didin. Gelek dar hene ku ax û welêt bi xweşîkbûna xwe dixemilîne. Kurtasiya gotine ew e ku jîngeh jiyan û  hebûna welatan e. Di hemî welatên pêşketî de jingehek bi rêk û pêk heye.

Ji ber vê girîngiyê ye ku Barzaniyan di rêbaza xwe de ev jî weke xaleke girîng destnîşankirine ku miletê kurd jî li gor vê xalê xwedî li jîngeha xwe derkevin. Xwedî li jîngehê derketandin tê wateya xwedî li xwe û welatê xwe derketandinê.

Loma Barzaniyan sed berê girîngiya vê fêm kirine û zanîbûn ku jîngeh ruh û canê welatane. Hê sed sal berê wan weke qanûneke ji xwe ber, ango ne nivîskê, danîna ku divê dar ji kokê de neyên rakirin. Tu kîjan darê ji kok de rakir tu dibe sedema tunebûna dareke ku jiiyanê dide.

Helbet di welatekî dagirkirî de weke Kurdistanê hinekî zehmete ku mirov bikaribe jîngeha xwe biparêze. Lê dîsa Barzaniyan heta ji wan hatine ev jî weke xaleke vê rêbazê pêk anîna û jîngeha xwe parastine. Dema mirov li başûrê kurdistanê, xwe dighêjîne  devera Barzan, pir vekirî û eşkere diyar dibe ku çima Barzaniyan ev jî kirine xalek ji xala vê rêbazê.

Ji roja ewil û heta niha li gor îmkanên ku bi dest ketina, Barzaniyan jîngeha xwe parastine, xwedîtî li ajelên li jîngehê kirine. Ji bona Teyr, xezal û pezkovî ûhwd havînan li serê cîyan û deverên bê av tî nemînin, cihê avê çêkirine û wir tije av kirine ku ajelên tî ji wir avê vexwin û bijîn. Îro li başûrê Kurdistanê li devera Barzan ev hê firehtir tê kirin.

Dema tu dihare nava daristanên devera Barzan ajalên wir yek ji mirov narevin. Tu dibêje qey ew dizanin ku mirovên tên wir ne ji bona kuştina wan, ji bo ku bijîn, li wir in. Tu dibêje qey hemî ajalên Kurdistanê hevdu agahdar kirine ku ji ber tirsa kuştinê berbi devera Barzan ve hatine û li vir bi azadî û bê tirs dijîn.

Ji ber ku kurd bê dewlet bûn, van hêjayiyê û xalên rêbaza ku sed sal berê hatibû destnîşan kirin, xelkên din, welatên din ji bona xwe birine û wan di welatê xwe yên azad de, weke rêbaza Barzanî tevgeriyanin, lê negotine ku me ji wir girtine. Heger me jî dewleteke heba, mirov dikare xal bi xal vê rêbazê binivîsîne bike pirtûk û di dibistanan de weke rêbazê bide xwendinê. Aha wê demê dê qîmet û hêjayiya vê rêbaza pîroz dê baştir bê zanîn.

Lê hezar mixabin, ji ber bê dewletiyê gelek tiştên kurdan û vê rêbaza pîroz, adet û hêjayiyên kurdan, çi dagirkeran û çi jî dewletên din kirine yên xwe. Em jê bê par mane. Heger lêkolîneke berfireh çi bibe, ez bawerim wê bê dîtin ku cara ewil Barzaniyan biryar dane ku divê dar ji kokê de neyên rakirin. Masî di avê de bi dînamîtan nayên kuştin û girtin. Divê li darastinan xwedî li ajalan bê derketandin, ji bona bijîn û neqedin.

Ez xweşbînim ku wê bi rêvebiriya hukumeta herêma Kurdistanê ev rêbaz bi awayekî nivîskê weke pirtûk di dibistanan de bê xwendin ku kurd hay ji rêbaza xwe hebin. Bizanibin ku ev rêbaz jiyan û hebûna miletê wî, xurtkirina dewleta wî ye.

Pustên heman beş