MÎTê berpirsê bazirganiya maddeyên hişber yê PKKê kuşt

yadin-bulut-pkk-info

Berpirsê bazirganya madeyên hişberê yê Partîya Karkeran yê bi navê “Yadîn Bulut” di operasyoneke MÎTê de li Başûrê Kurdistanê hat kuştin.

Ajansa Anadolu ya dewleta Tirk duh roja înî 10/11/2023an belav kir MÎTê di operasyonekê de “Yadîn Bulut” berpirsê bazirganiya maddeyên hişber û çalakiyên qanûnîkirna pereyê dereqanûnî yê Partîya Karkeran di operasyonekê de kuştiye.

Yadîn Bulut bi kod navê Rizgar Siwar tê nas kirin, dewleta Tirk tenê gotiye ew di operasyonekê de li bakurê Îraqê hatiye kuştin û cîhê operasyonê îfşa nekirî ye.

Bazirganya hişberê bi jêdera sereke ya pereyên PKKê tê hesab kirin.

Navenda Ewropî ya li dûvçûna melefa maddeyên hişber û hîbûna hişberê ku bi “EMCDDA” tê nas kirin, di rapurekê de ku li gel sazîya polîsên Ewropayê Yoropolê amadekiriye têde, Partîya Karkerên Kurdistanê PKKê bi bazirganiya herî berferih a maddeyên hişberê li Ewropayê sûçbar kiriye.

Navenda “EMCDDA” eşkere kiriye, Partîya Karkerên Kurdistanê bi milyarên dolaran ji bazirganya hişberê û veguhestina wê li navbera welatên Ewropayê ji sala 2012ê heya sala 2019ê bi dest xistine.

Pustên heman beş