Mesrûr Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê bo hinardekirina petrolê dubare dike

masrour-barzani-net

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12ê Mijdarê bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Petrola Federal Heyan Ebdulxenî û şanda pê re civiya, ku ji birîkar û rêveberên giştî yên wezaretê û Rêveberê Giştî yê SOMO pêk hatibû.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, herdu aliyan gotûbêj li ser tedbîr û pêngavên hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê dubare kir, ev jî di çarçeweya danîna têgihiştineke hevbeş de, bi arasteya cîbicîkirina pêdiviyên darayî û teknîkî yên proseya hinardekirinê û di çarçoveya pirensîp û girêbestên destûrî û rêzgirtina li desthilat û mafên destûrî yên hemû aliyan û dîtina çareyên guncaw ji bo dabînkirina nirxên maqûl ya berhemanîn û veguhestina petrola Herêmê, ku di bûdceya federalî de hatiye terxankirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku rawestandina hinardekirina petrolê, bûye sedema ziyana bi milyaran dolaran li xezîneya giştî û divê hinardekirin di zûtirîn dem de dest pê bike. Di vê derbarê de jî Wezîrê Samanên Sirûtî erkdar kir ku hevahengiya temam bi tîma Wezareta Petrolê ya Federal re bike ku biryar e çend rojan li Hewlêrê bimîne.

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Petrolê yê Federal daxwaza Hikûmeta Federal a dubare destpêkirina hinardekirina petrolê nîşan da û ev daxwaz jî bi navê Serokwezîr û Hikûmeta Federal pêşkêş kir, ew bi riya peydakirina zemîneke libar di çarçoveya destûr û nehîştina astengiyên li pêşiya vê pêvajoyê.

Di dawiyê de, herdu aliyan biryar da ku her du wezaret li ser gotûbêj û danûstandina hûrguliyên yasayî, darayî û teknîkî berdewam bin û çareseriyan pêşkêş bikin ji bo bigihin têgihiştinek hevbeş, bi armanca ku di zûtirîn dem de hinardekirina petrolê dest pê bike, ku dê roleke wê ya berçav di zêdekirina jêdera dahata giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û xerckirina ji bo berjewendiya giştî de hebe.

Pustên heman beş