Simko Ebdulezîz
Mirov candarekî aloze û heya niha tu zanayek nikariye bigihe rastiya şîrovekirina mirovî bi awayekî reha, bi awayekî gelemperî zana gihane wê encamê ku mirov ji sê beşên sereke pêk tê (Ser, Laş, Can) dema beşek ji van beşa nemîne, li wê demê mirov bi hebûna xwe namîne.
Her beşek ji van beşa, çendîn wezîfeyan encam dide û pêkve karkirina van wezîfeyan dibe sedema hebûn û pênasa mirov, ev karkirine siruştê mirov berçav dike, reftarên mirovan girêdayî wezîfe û karê van sê beşa ne.
Ser weke kargeha komkirina pêzanînan kar dike û bi dirustkirina hiş û dahînana hizrê û serkirdayetiya reftarên mirov radibe.
Laş zêdetir bi amûrên wê kargehê tê pênasekirin û çiqasî ew amûr pêtir saxlem bin wate ew kargeh dê bikare zêdetir berhema saxlemtir û ciwantir berhem bîne .
Derbara canê mirov, heya niha zanist nikariye bi diristahî canê mirovan şirove bike û bigihe encamekî wiha ku cihê rexnedayînê nebe.
Ez dixwazim zêdetir li ser serê mirov biaxivim, ser dibe dînamoya rêvebirina mirov.
Agahiyên diçin mejiyê mirov de rolekî mezin dibînîn jiboy afirandina jiyana mirov, çi qasî mirov pêtir azad be ji wergirtina agahiyan wê zêdetir azad be li reftarên xwe de û zêdetir wê bikare dahênanan di berhemên xwe de bike, evca çi berhemê menewî be yan jî madî.
Dema mirov li çapemeniya PKK’ê dinêre, hest bi wê yekê dike ku ew hemû ne mirovên normal in, belku hin kesin ku di qalibê mirovan de ne, lê di rastiya xwe de bûne robot û mirov dikare wan weke mirovên bêy ser yan bêy afirandina hizrê pênase bike, wate çapemeniya PKK’ê dixwaze kadir û gerîla û girseya PKK’ê weke amûrên ku mejîkê wan bi rêya rîmotkontirolê tê şoxilandin lê bike.
Çima ez wan bi vî awa dibînim û pênase dikim? Ji ber ku li gor çapemeniya PKK’ê her tişt û her bûyerek bi saya serê rêberê wan anku Evdila Ocalan rû dide, tev çalakî, tev başî û serketin, berxwedan û şoreş bi saya serê serokê wan rû didin, dema binketin yan nebaşî yan şaşitiyek jî rû dide ev ji encama wê yekê ye ku li gor telîmatên serokê PKK’ê tev negeriyane, loma nekarîne bi ser bikevin.
Ev jî hin mînakin li ser wê yekê dema kadiro yan gerîla yan jî alîgrekî wan karekî encam dide, di çapemeniya xwe de bi vî awa li ser wan dinivîsin:
Bi paradîgmaya rêber Apo, hevalên me çalakiyeke xwekujî encam da, ev di demekî de ye ku pêş serok Apo binasin ew nedikarîn karekî bi vî awa bikin.
Îro li jêr runahiya hizra rêber Apo, hevalên me di zîndanê de ketin gireva birçîbûnê. Pêş hebûna Serok Ocalan di qada xebatê de, ti kurdek nekariye xebateke bi vî awa encam bide!
Di bin ronahiya hizrî ya serokê me de, hejmarek ciwanan li bajarên Kurdistanê dest bi xwepêşandanê kirin û diruşma yan mirin yan azadî a rêber Ocalan bilind kir!
Li gor paradîgmaya serok Ocalan gerîla cilûbergên kurdî li ber xwe dikin, pêş derketina serok Ocalan kurdan nedizanî cilên kurdî li ber xwe bikin.
Paradîgmaya rêber Apo, paradîgmaya herî serketiye û bi vê yekê em dikarin tev gelên cîhanê azad bikin!
Azadiya rêber Apo azadiya kurd û kurdistanê ye!
Paradîgmaya rêber Apo wê ji boy tev cîhanê bibe çareserî!
Paradîgmaya rêberê gelê kurd Evdila Ocalan yekane çareseriya pêvajoya kaotîk ya li cîhanê ye û …..hwd!