Gelo Projeya Rêya Geşepêdana Iraqê li pişt neçareserbûna kêşeya Şingalê ye?

Gelo Projeya Rêya Geşepêdana Iraqê li pişt neçareserbûna kêşeya Şingalê ye?

Beşa yekem: Şengal tê Heşda Şeibî kirin

Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya di 4ê Tebaxa 2014’an de li ser Şengalê û pêvajoya ku piştre pêşket û mijara rola aktorên veşartî û berçav hê jî ji bo Kurdan bi taybetî jî bo Kurdên Êzidî baş zelal nebûye. Pirsgirêka ku li Şengalê diqewime û hêjî berdewam dike wekî mijara “DAIŞ a paşverû li dijî êzîdiyên qirkirinê pêk tîne” tê dîtin, belê ev yek raste lê ne tenê ev e.  Lê belê ya ku li Şengalê qewimî, ji destpêkê ve beşek ji planên rê û xetên nû yên enerjiyê li Rojhilata Navîn e.

Çareserî li Şengalê hate astengkirin

Şengala ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat dagirkirin û qirkirin, di 12-13 ê Mijdara 2015’an de bi operasyoneke mezin a 2 rojan domkirî ve hat rizgarkirin. Operasyon di bin fermandarîya Serok Barzanî ve dihate meşandin. Dagirkeriya DAIŞ’ê li Şengalê bi awayekî ku kesî ne dixwest û ne jî hêvî dikir hate bi dawî kirin. Artêşa Iraqê û hêzên Îranê di berjewendiya xwe de nedîtin ku ew qas demek zû Şengalê bê azad kirin û serwerîya Pêşmerge li deverê çêbibe. Hêzên nefermî yên weke PKK’ê jî ji ber hebûna DAIŞ’ê bi wê hincetê dixwest xwe li wir bike hêzekî rewa. Loma jî hewl didin vê operasyona rizgarkirina Şengalê asteng bikin.

Bi operasyonekî serkeftî Şengal hate rizgarkirin û metirsîya DAÎŞ’ê ji holê hat rakirin. Planên ji nûve avakirina Şengalê hatin danîn û koçberên Şengalê hêdî hêdî da vegerin ser şûnwarên xwe. Lê ev plan hat astengkirin.

Di 9ê Cotmeha 2020’an de hikûmeta Hewlêr û Bexdayê rêkeftina Şingalê îmze kirin. rêkeftinek pirr mifadar di bin 3 sernavan de 7 xal hate îmza kirin. Ev rêkeftin li ser prensîbên hevpişk, rêveberiya hevpar û berpirsyariya hevpar hate avakirin. Rêkeftin bi daxwaza Herêma Kurdistanê û piştgiriya hêzên navnetewî yên rojavayî hate kirin. Lê ew hêzên ku dixwastin operasyona azadkirina Şengalê asteng bikin ev peyman asteng kirin.

Hêza li pişt van hemû neyînîtîyan helbet Îran û nûnerên wê yên li ser desthilatdariya Bexdayê ne. 

 Şengal dihête Haşdî Şabî kirin

Hêzên ku bêîstîkrariya li Şengalê ji bo berjewendiyên xwe sûdmend dibînin, PKK û Heşdî Şeibî li Şengal bi cih kirin û xwestin ku kêşeyên Şengalê veguherin girêkakor û bi xetimînin.  Bi rastî jî di vî warî de ev hêz serketî bûn. Heşdî Şeibî û PKK girseyeke biçûk û tûndrew li dora xwe kom kirin û rantekî aborî ji wan re terxan kir. Lê van hemûyan pirsgirêkên Êzidiyan çareser nekir, mixabin pirsgirêka Şengalê aloztir kirin.

Niha jî hewl didin ku vê rewşê aloztir bikin. Li gorî vê yekê ji gelê Şengalê tê xwestin ku bi tevahî bibin Heşdî Şebî. Di vî warî de dewleta Iraqê planeke berfirehtir xistiye dewrê. Yekîneyên nû yên Heşda Şebî tên avakirin. Biryar hat dayîn ku li Şengalê ji bo hêzên Heşdî Şebî du tabûrên nû bihên avakirin.

 Vegera penaberên Şengalê û xefika heşda şebî bûnê

Iraqê alîkariya ji bo Êzidiyên li kampan qut kir. Êzidiyan bêçare dikin ku ew vegerin Şengalê. Tê plankirin ku gelê Êzidî yê jixwe feqîr beşdarî van her du tabûrên nû yên Heşda Şebî bikin. Ji bo vê jî kotayek ji PKK’ê re hat dayîn. PKK’e bang li ciwanên Şengalê ku digihêjin wan dike û dibêje “Werin, karê we amade ye, karekî ne zehmete, mehê 15 rojan bixebitin, dê meaşê we bê dayîn.”Ji ber pirsgirêkên aborî-bêşixulî ciwan zû dikevin vê xefikê.

Ji aliyê din ve hat zanîn ku Iraqê heman erk daye serkirdeyê Tevgera Babilyonên Aşûrî yên Heşda Şeibî Reyan Kildanî jî ku vê xefikê cibecîh bike.  Di çapemeniyê de hat ragihandin ku şovenîst Rayan Kildanî ku dijminê sondxwarî yê Kurdan e û ew dibêje axa Kurdistanê ya Aşûriyan e, erka avakirina hêzeke Heşda Şeibî ya ji 1000 kesî pêk tê li deştên Nînowa rêkbixe. Rayan Kildanî dixwaze vê hêzê ji Êzidiyan teşkil bike. Hat diyarkirin ku Kildanî ji derdora xwe re gotiye “Êzidî ji Mislimanan hez nakin dê werin gel me.” Bi vê planê Êzidî hem dibin Heşdî Şeibî û hem jî parçe dibin.

Ez vêrê nîşekê danim; Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq Cebro, di kotaya Rayan Kaldanî bû parlemanter. Bi taybetî di qutkirina alîkariyên ji bo kampên Êzidiyan de rol lîst. Yanî Îvan Feyaq harîkarîyên wargehên Êzidîyan qud dike Rayan jî çekdara bo Heşda Şaîbî kom dike.

Gelo li pişt dûrxistina Şengalê ji Kurdistanê çi heye?

Sedemên dîrokî û civakî-çandî yên dixwazin ku Şengal û Êzidiyan ji Kurdistanê veqetînin girîng in. Êzidîtî şaneya bingehîn a civaka Kurd e. Cudakirina Êzidiyan ji Herêma Kurdistanê beşeke ji êrîşa li ser nasname û çanda resen a Kurdî û siyaseta ji nav birina Herêma Federal a Kurdistanê. Lê erdnîgarîya Şengalê jî van êrîşan zêdetir dike.

Li Şengalê bîrên pir girîng ên xaz û petrolê hene. Dewlemendiya Şengalê hema bêje bi qasî ya Kerkûkê ye. Şengal dikeve nava projeya Heyva Şîe ya Îranê de. Ji ber ku Şengal di navbera Rojava û Başûr de ye, dikare di plansaziyên pêşerojê yên Kurdan de cih bigire. Ji bo vê yekê jî weke navenda jihevxistina Kurdan tê dîtin. Şengal bi taybetî ji bo ku Herêma Kurdistanê ji hevkêşeya desthilatdariya Iraqê bê dûr xistin tê bikaranîn.

Projeya Rêya geşedanê ji Şengalê re derbas dibe

Rojhilata Navîn ji bo rêyên nû yên enerjî û bazirganiyê nîqaşan dike. Pêvajoya kaosê hinekî jî ji bo diyarkirina van rêyên enerjîyê ne. Em bêjin Iraq yan jî sîyaseta Şîe bi navê “Projeya Rêya Pêşketinê” beşdarî vê pêvajoyê dibe. Iraq dixwaze rêyeke ku bendera Faw a ku ji aliyê Çînê ve hatiye çêkirin û tê pêşbînîkirin bibe bendera herî girîng û herî mezin a cîhanê bi Tirkiyê ve girêbide, ava bike. Yanî di navbera Kendava Basra û Tirkiyeyê de rêyekî bazirganî ya girîng çêdibe. Ji bo vê projeyê 17 milyar dolar hatiye terxan kirin. Rêyekî 1200 km ya wesayît û qîtarê ye. Berhemên ku ji ser Basra-Nasiriye-Necef-Kerbela-Bexda-Samerra-Mûsil-Şengal-Ovakoyê bên birin Tirkiyeyê dê bi rêya Şirnex-Mêrdîn-Rûha-Dîlok-Osmaniye-Edeneyê rê wê bigehînin Bendera Mêrsînê.

Lê belê rewşek wiha heye eger ev rê di Kurdistanê re derbas bibe dê hikûmeta Herêma Kurdistanê pir bi bihêz bike. Û dê Deriyê Sînor ê Birahîm Xelîl bibe navendeke bazirganiyê ya pirr mezin. Ne Tirkiye û ne jî Iraq-Îran naxazin ku Kurd li herêmê ewqas bi hêz bibin. Dixwazin Kurdistan ji vê projeyê were bê beş kirin. Tenê rêya astengkirina Herêma Kurdistanê ew e ku Şengalê ji Herêma Kurdistanê veqetînin. Ji ber ku rê di Şengalê re derbas dibe.

Sedema eleqeya Iraqê ya li ser Şengalê çî ye?

Ne diyare ka Projeya Rêya Pêşketinê dê çawa bê kirin û alî çiqasî li ser vê projeyê dê lihev bikin. Lê ev proje ji bo Iraqê xwedî giringîyekî jiyanî ye. Dema ku Serokwezîrê Iraqê Sûdanî li Almanyayê bi Serokwezîr Scholz re hevdîtin pêk di anî, wan bal kişand ser vê yekê û got, “Me li ser çawaniya veguhestina xaza sirûştî gotûbêj kir.”  Bê guman di ser Tirkiyeyê re veguhestin rêya herî kurt e.

Dema ku Iraq hewl dide dest dane ser bîrên petrola Kurdistanê û xaza Kormor û heman dem hewl dide rêya firotina samanê Kurdistanê ji bo derve ava bike. Rewşa Şengalê jî bi van hemû projeyan ve girêda ye. Li Şengalê li dijî Kurdan komplo yek, dorpêçkirin û pangêrîyekî dijminî tê bi rêve birin.

Pustên heman beş