Îro 8.emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ye ji destên çeteyên DAIŞ’ê

Îro 8.emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ye ji destên çeteyên DAIŞ’ê

8 sal berê weke îro Şengal ji çeteyên DAIŞ ê hat paqijkirin. “Operasyona Azadiya Şengalê” ya ku ji aliyê hêzên Pêşmerge ve di bin fermandariya Serok Barzanî de li Şengalê hat destpêkirin, hem qedera DAIŞ’ê guhert û hem jî, ji bo Kurdên Êzidî bû cihê şanazî û dilsozî yê.

Ji bilî hêzên Pêşmerge ti hêzek din beşdarî Operasyona Rizgarkirina Şengalê nebû

7 hezar û 500 pêşmerge beşdarî operasyona ku 12’ê Mijdarê dest pê kirî bibûn. Hêzên Pêşmerge Zêrevanî, Yekîneyên Pêşmergeyên Rojava, Fermandeya Şengal, Fermandehiya piştevanîyê ya yekem, Fermandeya Barzan, Hêza Taybet a yek û du, pêşmergê Gulan, Hêza Dijî Terorê, Hêza 32, Hêza jîngehê ya Duhokê, lîwayên bi ser Wezareta Pêşmerge ya 4, 8 û 12 û hêza xwebexş tevlî bi bû. Li gorî çavkaniyên Amerîkî, DAIŞ’ê ji bo operasyonekê li herêmê xwe amade kiribû û tenê li navenda Şengalê hejmara xwe kiribû 600 çete. Her wiha gelek yekîne jî organîze kiri bûn.

Ji bilî hêzên Pêşmerge ti hêz beşdarî operasyonê nebûne. Serokê Ajansa Parastina Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku wê demê beşdarî operasyonê bi bû, di hevpeyvîneke ligel BBC de ragihand, bi operasyona ku roja Çarşemê dest pê kir, me beşeke girîng ya Şengalê azad kir û got, artêşa Iraqê piştgirî nedaye operasyonê.

Mesrûr Barzanî got, “Me daxwaza piştevaniya çekên giran ji artêşa Iraqê kir. Lê mixabin cebilxane ji me re nerêkirin. “Beşdariya wan di operasyonê de sifir bû.” Hêzên koalîsyona li dijî DAIŞ’ê bi êrîşên hewayî piştgirî dan operasyonê.

Operasyoneke leşkerî a pir serkeftî hate lidarxistin

Şengal ji bo DAIŞ’ê cihekî pirr girîng bû. Ew keleha serekeya di navbera her du navendên îdarîya DAÎŞ’ê, Reqa û Mûsilê de bû. Yanî Rojava û Başûr bi hev re girê dida. Ji ber vê sedemê jî bi rehetî ji herêmê dernakeve. Emerîka di destpêka meha Mijdarê de ragihandibû ku li dijî îhtîmala operasyoneke çeteyên DAIŞ ê hejmara hêzên xwe tenê li navenda Şengalê derxistibû 600 kesî. Li bendê bû ku operasyon 6-7 rojan bidome. Fermandariya operasyona li dijî DAIŞ’ê jî welê texmîn dikir, lê operasyon di nava 48 saetan de bi serkeftî bidawî bû.

Hêzên Pêşmerge di roja yekem a operasyonê de rêya navdewletî û rêya 47 a ku Başûrê Kurdistanê û Rojava bi hev re girê dide, ji bo hêzên piştgirî bo DAÎŞ’ê nehên hatibû kontrol kirin. Hêzên DAIŞ’ê yên bê alîkarî mayî, dest bi teslîmbûnê kirin. Tenê di saetên destpêkê yên operasyonê de nêzî 40 çeteyên DAIŞ’ê xwe radestî Hêzên Pêşmerge kirin. Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Pêşmerge de hat ragihandin ku di roja yekem a operasyonê de herî kêm 100 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û li qadeke 150 kîlometreçargoşeyî hatiye kontrolkirin.

Di encama operasyonê de 2 pêşmerge şehîd bûn û nêzîkî deh pêşmerge jî bi giranî birîndar bûn. Lê belê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên sala 2014’an, hêzên Pêşmerge ji bo vekirina rê û rizgarkirina Şengalê bi giştî nêzîkî 600 şehîd da bûn.

Serok Barzanî “Operasyona Azadkirina Şengalê” diyarî jinên Êzidî kir

Piştî kontrolkirina tevahiya deverê, Serok Barzanî li ser Çiyayê Şengalê daxuyaniyek da û Operasyona Rizgarkirina Şengalê diyarî jinên Êzidî kir.

Serok Barzanî got; “Em yek bihost ji axa pîroz a Kurdistanê jî di destê terorîstan de nahêlin, dê hemûyê rizgar bikin” û bal kişand ser girîngiya azadkirina Şengalê û got, “Ev serkeftin bedela hemû cîhanê ye.”

Serok Barzanî operasyon ji aliyê teknîkî ve nirxand û ragihand, Hêzên Pêşmerge di 48 demjimêran de rûbereke 3 hezar kîlometre çargoşe ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin.

Serok Barzanî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Azadkirina Şengalê ji destê terorîstên DAIŞ’ê bi destên Pêşmergeyên me yên qehreman serkeftineke dîrokî û mezine ji bo gelê Kurdistanê di warê leşkerî û siyasî de. Ev serkeftin ji hemû aliyan re nîşan dide ku ew rojên ku dagirker û mêtingeran hewl didan gelê Kurdistanê tepeser bikin, niha li pişt me man. Gelê Kurdistanê niha bi serê xwe parastina xwe dike, dijmin têk dibe û nirxên mirovatiyê jî diparêze.”

Qeşmerîyên PKK’ê yên li hemberî operasyonê

Hêzên PKK’ê di ser Rojava re hatin Şengalê û hewl dan efsaneya ku bi 12 kesan Şengal parastine di nava gel de belav bikin. PKK jî bi hêzên Iraqî re hevbeş ji bo astengkirina Operasyona Rizgarkirina Şengalê xebitî. Tevî vê yekê jî dema dît ku dê operasyon bê kirin, hinek hêzên wan ji Çiyayê Şengalê xwe ber bi herêmên ji aliyê Pêşmerge ve hatine rizgarkirin ve berda. Dîsa bi rêya çapemeniyê hewl da ku xwe bikin hevpişkê sereke yê vê serkeftinê. Her wiha ala xwe li sayloyên genim û cihên girîng ên herêmê daleqand. Lê belê hêzên PKK’ê di tevahiya vê operasyonê de yek fîşek jî neavêtiye DAÎŞ’ê. li herêmên hatî rizgarkirî de dest bi showên ragehandinî kir.

Ango, tevlîbûna PKK’ê ya Operasyona Şengalê rewşeke ku tenê bo çapemeniyê bû. Di rastiyê de PKK beşdarî operasyonê nebû ye.

PKK’ê weke her carê di dîroka xwe de kirî li Şengalê jî hêza xwe ya desteserkirina destkeftiyên kesên din nîşan da û xwest wê serkeftinê weke ya xwe destnîşan bike. PKK di van 2 salên dawî de bi gelek şanoyên sîyasî-ragehandinê hewl dide ku bibêje tenê PKK ê operasyona rizgarkirinê pêk aniye. Lê Oparasyona azadkirina Şengalê destana Pêşmerge di bin fermandarîya Serok Barzanî da ye.

Pustên heman beş