Darka Mazî agahiyên nihênî yên di civînên PKK’ê û Îranê de hatine gotubêjkirin parve dike

Darka Mazî agahiyên nihênî yên di civînên PKK’ê û Îranê de hatine gotubêjkirin parve dike

Îran li Rojavayê Kurdistanê û li herêmên di bin desthilatdariya rejêma Sûriyê de bi rayedarên PYD-PKK’ê re dicive û daxwaza hemahengiya zêdetir ji wan dike.

Çavkaniyên Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, rayedarên Îranê di çargoşeya ewlehiyê ya rejîmê li Qamişlo û Hesekê bi awayekî berdewam bi berpirsên leşkirî û ewlehiyê yên PYD-PKK’ê re dicive.

Çavkaniyên me eşkere kirin, li bajarokê Nibil û gundê Zehra yên ser bi parêzgeha Idlibê ve ku piraniya şêniyên wê Şî’e mezheb in, Îranê têkiliyên herî bihêz bi PYD’ê re çêkirine û li van navçeyan alîkariyên zêde yên leşkirî pêşkêşî HSD’ê kirine, bi awayekî ku van hêzan weke beşek fermî ji hêzên xwe yên çekdar dibîne.

Her weha tekez kirin, Îranê li Rojava Kurdistanê daxwaz ji PKK’ê kiriye ku weke navçeya Til Refet ya ser bi parêzgeha Helebê ve, li rojhilatê rûbarê Firatê jî têkilî û hemahengî di nêvbera wan de pêtir hebe û ji aliyê pêdana agahiyên îstixbaratî pêtir alîkariya hevdu bikin, li bakurê bajarokê Minbicê jî, milîsên ser bi Îranê têkilî û hemahengiyeke herî bihêz a leşkirî û ewlehî bi HSD’ê re heye.

Îranê bi alîkariya PKK’ê torreke bazirganiya narkotîkê a berifreh li Rojava Kurdistanê çêkiriye

Li gor agahiyên taybet yên Darka Mazî, têkiliyên Îranê bi PKK’ê re li Rojava Kurdistanê bi tenê di warê wergirtin û pêdana agahiyên îstixbaratî de nîne, belku têkiliyên wan tev sînor derbas kirine, bi awayekî ku Îran û hejmarek ji kadroyên PKK’ê û berpirsên PYD’ê li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bazirganiya maddeyên hişber jî dikin, ev kesane çendîn cureyên maddeyên hişber ji Îranê derbasî Sûriyê, Îraq û Libnanê dikin, ji wan jî “Kristal, hebên Zulam û Captagon”.

Hebên Captagon li navçeyên di bin desthilata rejêma Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve bi taybetî li sînorê parêzgeha Dêrazûrê tên berhemanîn û bi hevkariya hejmarek berpirs û bazirganên ser bi PKK’ê û rejêma Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve derbasî navçeyên di bin desthilata rêveberiya Xweser a Rojava Kurdistanê û navçeyên di bin desthilata grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê jî tên kirin.

Ev cureyê hebê ji ber erzaniya nirxê wê û hêsaniya hilgirtina wê, li navçeyên di bin desthilatdariya Rêveberiya Xweser bi hêsanî bi dest dikevin, di nava çekdarên HSD’ê de jî bi taybet ciwanên di nava refên HSD’ê de ev heb tên bikaranîn û heya niha HSD nekariye vê yekê kontrol bike.

Pustên heman beş