Karasûyê gêj careke din verşîya

Karasûyê gêj careke din verşîya

Endamê Konseya Rêvebera PKK’ê Mustafa Karasû di hevpeyvîneka xwe ya di medyaya PKK’ê da li gora xwe nirxandinek dirêj û bêserûber li ser rewşa siyasî kir û di beşeka daxuyaniya xwe de cardin wek erka xwe ya taybet behsa PDK’ê kir, bi zimanê tirkî careke din verişya, kerba ku pêtvî bû li himber dewletên dagirkerên Kurdistanê “Tirkiyê, Îran, Sûriyê, Îraqê” birêje li himber PDK’ê rişt û pir bêexlaqane basî PDK’ê kir û derewên xwe yên ev hezar care dubare dike, careke din jî dubare kir.

Mistefa Karasû keseke ku heya niha nikare rast û çepên xwe ji hev cuda bike, ew bi tena serê xwe nikare tasekî avê vexwe, lê di medyaya PKK’ê de wusa derdikeve ku kesek wî nas neke wê bifikire, ger Karasûyê gêj û hêr nebe wê kurd ji nav biçin, wê qetilamên mîna Helebçê, Dêrsimê û hwd careke din bi serê kurdan werin.

Karasû di medyaya PKK’ê de ewqas pûzbilind û bêar diaxve ku yên wî nas nekin wê wusa bifikirin li çiya û dolên Kurdistanê tofan bi ser leşkerê Tirkiyê de barandiye, Leşkirê tirkiyê qirr kiriye, çekdarên PKK’ê jî li ber derê Ankarayê ne û niha Ankarayê fetih neke wê saeteke din fetih bike, lê dema li rastiyê dinêrî her tişt berevajiye, çekdarên Karasûyê hêr şûna li Besta, Gabar, Heftenînê û hwd şer bikin, şikestine û niha hatine Metîna, Garê, Qendîlê û devera Biradost, çekdarên Karasû ne bi tenê xwe li Bakurê Kurdistanê negirt û her der teslîmî dewleta Tirkiyê kir belku li deverên sînorî jî xwe ranegirt, niha hatine derdora bajarên Başûrê Kurdistanê û dixwazin bajarên take perçeya azad a Kurdistanê jî bikin qadên şer.

 Karasûyê gêj di hevpeyvîna xwe de dibêje, “ji Sibata 2011’an ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî mezin tê kirin, dewleta tirk hemû derfetên xwe yên şer bi kar anî lê encam negirt”, em ji Karasû û partiya wî ya ku temsîla xeta xiyanetê di nava kurdan dike dipirsîn, gelo encam girtin çewa ye? Hûn pêş 12 salan li kuderê bûn û niha li kuderê ne? Çekdarên we çend kilometer azad kirine yan parastine ku ewqas bi bêexlaqî hûn vê axaftinê dibêjin, qey hûn wusa difikirin gelê kurd ji xeynî medyaya PKK’ê li ti medyayeke din nanêre û rastiyan nabîne? Hûn wusa hizir dikin gelê kurd bi tevahî mîna çekdarên di bin desthilata we de nikarin bigihîjin înternet, Radio Telefizyon, Kovar û hwd? Ev çi bêexlaqiyeke hûn di derheq gelê kurd de dikin, ma gelê kurd çi kiriye ku rastî partî û kesên mîna te xayîn, xwefiroş û caşên dewletên dagirker hatine.

Karasû weke ku gelê kurd di xewek giran de be û çavên xwe li himber rastiyê girtibin dipeyve û dibêje,  gerîla li aliyekî şer dike, li aliyekî jî bi salane tunelan çêdike” û van tunelan weke terzê nû yê berxwedanê nîşan dide, û bi tunelên hemasê yên li Xezzeyê dişubhîne, Karasûyê gêj ji bîr kiriye ka dewleta dagirkera Tirkiyê çend tunelên Qarasû bi ciwanên kurd day kolandin girtine, çend ciwanên kurd bi destê leşkerê hov ê tirkan hatine desteserkirin, bi birçîtî ji wan tunelan hatine derxistin, bi awayekî ku ji birçîbûnê rûvîkên wan kulbûne, qey ji bîr kiriye êdî tunelên wan bûne gorên ciwanên bê nav û nîşanên kurd?

Hemas bi wê hovîtiya xwe ve mîna PKK’ê nekir, çekdarên xwe birçî nekirin û ew di tunelan de bi tenê nehiştin, lê PKK’ê ev jî kir, ciwanên kurd ku bi eşqa rizgarkirina Kurdistanê hatine xapandin tev di tunelan de yeku yeku tên girtin, kuştin û bê serûşûn kirin, Karasû û yên weke wî jî di vîleyên ku îtîlaata Îranê ji wan re berhev kirine de dijîn û axaftinên bêexlaqane û mezintir ji xwe dikin.

Di beşeke din a nirxandinên xwe yên bêserûber de Karasûyê ku yek ji rêveber û mirovên herî tarî yên di nava PKK’ê deye û neyarê kurdaye, dîsa verşîya û bi zimanê Tirkî PDK’e rexne kir, wî got, “ti wateya wê nîne ku mirov bibêje PDK’e wiha dike, bi vî rengî dike. Evane bi belgeyên zelal hatine eşkerekirin. PDK’e ji xwe her cure alîkariyê dide dewleta tirk. Berê jî li wan deran têkiliyên wê bi dewleta tirk re hebû. Niha derfetên nû ji bo dewleta tirk diafrîne. PDK’e li wir ketiye tevgerê da ku dewleta tirk li herêmê serwer bibe. ” Lê her kes dizane yê ku ketiye tevgerê heya ku dewleta tirk li tev Kurdistanê serwer bike Karasû û partiya wî bi xwe ne, ne PDK’e, yê tev bakur, 50 kîlometrên başûr, û Efrîn û Girê Sipî û hwd teslîmî dewleta Tirkiyê kirîn û hiştî lê serwer bibe PKK’e ye ne PDK’e, banga hem li PDK’ê hem jî li PKK’ê bi hevre bi wateya normalîzekirina kiryarên PDK’ê nayê, na, ev bi wateya normalîzekirina xeta xîyanê ya ku Karasû û Partiya wî li tev Kurdistanê dimeşînin tê, ger Karasû û partiya wî belgeyeke bi tenê jî di dest de hebûya niha ne carekî bi hezaran caran parve kirban, lê ti tiştek di dest de tuneye, û bi tenê neheqiyê li PDK’ê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.

Gelek girînge ku kurd taybetî ewên piştgiriya siyaseta PKK’ê dikin û çepka ji bo yên wek karasû lê didin Karasû nasbikin.

Mustafa Karasû, ji bajarê “Sîwasê”ye û li gundekê “Sîwasê” ji dayik bûye. Karasû ne kurde belku Tirk e. Karasû çi cara di nava tevgera Kurdistanê da cih negirtibû. Dawiya sala 1979ê tevlî PKK’ê dibe û sala 1980yê hate girtin û demekê ma girtîgehê da. Niha jî endamê Konseya Rêveber ya PKK’ê ye. Karasû nexweşiya “Alzheimer” heye û ew tişta ji bîr dike û dema diaxve piraniya cara nizane çi dibêje.

Erka wî ya bingehîn di nava PKK’ê da dijatîkirina tevgera azadîxwaza Kurdistanê ye di bi navê PDK’ê de.

Pustên heman beş