Çekdarên Feyleq Elşam li gundekî Efrînê zarokekî kurd eşkence kir

Çekdarên Feyleq Elşam li gundekî Efrînê zarokekî kurd eşkence kir

Li gundên navçeya Raco ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, Çekdarên Feyleq Elşam zarokekî kurd eşkence kir, û radestî zîndana Maratê ya navenda bajarê Efrînê kir.

Jêderên xwecihî eşkere kirin: Rohat Hisên Xalid, 16 salî ye, li gundê Gazê ku yek ji gundên Meydana ku bi xwe 7 gund in, ser bi navçeya Raco ve ne, dema şevantiya bezê xwe dikir, çekdaran ew girt û bi şêweyekî hovane lê da.

Jêderan anî ziman: Sedema girtina wî ne diyar e, bi tenê hatiye zanîn ku ji 11 Mijdarê ve girtî ye, û bo zîndana Maratê ya navendî hatiye veguhestin, çarenivîsa wî ne diyar e.

Li Efrînê, girtin û revandina kurdan ji aliyê komên çekdar ve berdewm in, di 20 Cotmeha bûrî de, Mihemed Arif Betal 70 salî, li gundê Ereba yê navçeya Mabeta, ji aliyê çekdarên Mihemed Fatih ve hat girtin, piştî dana 2000 dolarên Emerîkî, di 8ê Mijdarê de hat berdan.

Pustên heman beş