Ji Cinêd Seyid Mecîd ku 94 rojin ji aliyê PKK’ê ve hatiye revandin, agahî nayê girtin!

Ji Cinêd Seyid Mecîd ku 25 rojin ji aliyê PKK’ê ve hatiye revandin, agahî nayê girtin!

94 roj in Cinêd Seyid Mecîd endamê Encûmena Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya ji aliyê çekdarên PYDê ve li Girkê Legê girtî ye ta niha tu agahî li ser çarenivîsa wî tune ne.

Mecîd ji 15ê Tebaxê ve li gel Berzan Hisên rojnamevan di Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûryia de hatiye girtin, di 30yê Îlûnê de Berzan hat berdan lê Cinêd ta niha girtî ye.

Di derbarê revandina Cinêd Seyid Mecîd de rêxistina Dengê Girtiyan, li ser rûpela xwe li ser torên civakî duyemîn car e, daxuyaniya taybet bi navbûrî belav kiribû, tê de ji PYDê xwest ku di zûtirîn dem de çarenivîsa wî diyar bike û serbest berde.

Tevî bangên berdewam ji Encûmna Niştîmanî ya Kurdî, çalakvan û rêxistinan ve bo bidawîanîna van kiryar û binpêkirian, PYDê li ser pilana xwe rijd e, û her dem û demekê endam, û alîgirên ENKSê û partiyên di nav de dike armanc û bin çav dike, ENKSê jî tekez dike ku ev kiryar berê şêniyên kurd dide koçberiyê.

 

Pustên heman beş