Ji boy dijatîkirina Barzaniyan û Başûrê Kurdistanê PKK’e xwe ji ti bêexlaqîyekê nade paş

Ji boy dijatîkirina Barzaniyan û Başûrê Kurdistanê PKK’e xwe ji ti bêexlaqîyekê nade paş

Çapemeniya PKK’ê li şûna ku mijaran weke heyî parve bike, li dijî dewletên dagirkerên Kurdistanê “Tirkiyê, Îraqê, Îran û Sûriyê” raya giştî ya kurd han bide, radibe û pirr bi awayekî bêexlaqane her roj êrîşî PDK’ê, Barzaniyan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, PKK’e bi qasî ku di çapemeniya xwe de êrîşî ser Barzaniyan û Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê dike, ew qas êrîşî dewletên dagirker û leşkirên wan nake.

Ti roj nîne ku çapemeniya PKK’ê di bin hin sernavên cuda û dûr ji çanda kurdî û welatparêziyê êrîşî ser Barzaniyan û Başûrê Kurdistanê neke, ji bo vê yekê jî hin caran xwe ji bîr dikin ka bangeşeya çi dikin û serokê wan yê ku xwe teslîmî dewleta Tirkiyê kirî çi ji wan re gotiye û çi j wan dixwaze, ji ber ku dema bas li dijatîkirina PDK’ê û Barzaniyan tê kirin, êdî her tişt disekine, ti pîverên exlaqî, çandî, millî û welatparêzî namînin, êdî PKK’eyî weke gorên har êrîş dikin û ti yasa û ti exlaqekî li ber çav nagirin.

Di demekî de ke PKK’ê û rêberê wan yê xwe teslîmî Tirkiyê kirî bi şev û roj bas li biratiya gelan dikin, bas li demokratîk kirina Tirkiyê û tev cîhanê dikin, hatine  bi awayekî pirr bêexlaqane di çapemeniya xwe de êrîşî serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dikin, çima? Ji ber ku serokê herêmê û serokê hikûmetê bi daxuyaniyekê roja ziman û çandêya Tirkmenên li Herêma Kurdistanê pîroz kirine!

Gelo ger ev karê PKK’ê dû rûtî û bêexlaqîyeke eşkere ne be çîye? Ma ne her PKK’e û rêberê wê yê zindankirîne bas li biratiya gelan dikin? Ma pîrozbahiya roja ziman û çandêya Tirkmenên Kurdistanê ti zirar dide kurdan? Çima dema rêveberên HDP’ê “şaxa bakur ya PKK’ê” pîrozbahiya sedsaliya damezrandina tirkiyê kirin ev ne xîyanet bû belku biratiya gelan û siyaset û demokratîk kirina Tirkiyê bû?! Çima her tişt ji PKK’ê û partiyên ser bi wê ve re helal e, lê ji xelkê re heram e?

Her kes dizane PKK’e li himber tev dagirkerên Kurdistanê û bi taybetî li himber Sûriye û Îran û Îraqê bêdeng e û wan rexne nake, êrîşî dewleta Tirkiyê jî nake û bi tenê hin rexneyên biçûk li rayedar û partiyên Tirkiyê digire û hewl dide di bin navê “biratiya gelan” de kurdan mehkûmî dewletên dagirker bike û di nava wan de asîmîle bike.

Li cem PKK’ê pîrozkirina roja çand û zimaniya Tirkmenan ji aliyê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ve tiştek neasayîye, lê tişta li cem wan asayî bi kuştin dana ciwanên kurd, asîmîlekirina civaka kurd di nava civaka Tirkiyê de, pîrozkirina roja damezrandina dewleta Tirkiyê, û teslîmkirina zêdetir a xaka pîroza Kurdistanê ye.

PKK’e ne biratiya gelan belku xapandina kurdan dixwaze, PKK’e di bin navê biratiya gelan de dixwaze kurdan bi gelemperî û yên bakur bi taybetî mehkûmî bin destiyê bike, ger wisa nebe ma pîrozkirina roja çand û ziman ya Tirkmenên ku li herêma Kurdistanê dijîn ji aliyê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr barzanî ve çi zirarê dide kurdan? Ma ev ne beşeke ji biratiya gelan û demokratîkbûna Başûrê Kurdistanê ku tev welatiyan bi Ol, Netew û çandên cuda di nava xwe de diparêze? Em pir baş dizanin ku dera PKK’ê û rêberê wê diêşe lê bila we be.

Pustên heman beş