Dadgeha Federalî ya Iraqê roja 14 ê Mijdarê Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ji postê wî dûrxistibû.
Çavkaniyên Şîe yên radîkal ên nêzî Îranê û Dadgeha Federal a Iraqê xwestin bûyerê weke “di belgeyên fermî de sextekarî” rave bikin û weke pirsgirêkeke dadwerî û dabînkirina edaletê nîşan bidin jî, lê belê hemû layenên siyasî dizanîn ku ev yek ne wisa ye. li ser Helbûsî û siyaseta Sunnî ji alîyê Îranê ve bi rêya Dadgeha Federalî operasyonek tê kirin. Dadgeha Federal a Iraqê amûreke girîng e ku Îranê li dijî pêkhateyên ku dixwaze li Iraqê tepeser bike, bi kar tîne. Bi temamî ji aliyê Îranê ve tê birêvebirin û heta niha biryarên ku berjewendiyên Şîeyan da tenê digire. Ev dadgeha bêdad Ji bo tepasarkirina Kurdan û kêmkirina giraniya siyasî ya Kurdan di nava Iraqê de bi awayekî pir aktîf tê bikaranîn.
Bi giştî ji wazîfe girtina Helbûsî bi esasî bi stratejiya Îranê ya li Iraqê ve girêdayî ye. Helbet pişka pêkhateyên siyasî yên Iraqê yên pir berjewendîxwaz û xweperest jî di vê biryarê de heye. Em dikarin rastiyên li pişt kirîza Helbûsî di bin çend sernavan de vekolîn.
Kesê ku Îran û Emerîka bi hev re piştgirî kirî: Helbûsî
Helbûsî di sala 1981 ê de ji dayîk bûye, loma jî yek ji ciwantirîn kesê di nava siyaseta Iraqê de ye. Helbûsî, ku endezyar e, di sala 2014 an de karsaziya xwe di warê bînasaziyê de li parêzgeha Enbarê, bi taybetî li Fellûce, ava kir. Tê zanîn ku di vê heyamê de têkiliyên wî yên nêzîk û baş bi Emerîka re çêbûn. Di sala 2014 an de dest bi siyasetê kir û di sala 2017 an de bû parêzgarê Enbarê. Îran û hem jî Emerîka piştgirî da ku bibe parêzgar.
Partiyek bi navê Takkadum (pêşketin) damezrand û di hilbijartinan de bi pêkhateyên Sunnî re tifaq kir. Piştî salekê kete hilbijartinan û di sala 2018 an de wek Serokê Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin.
Hem pêkhateyên Şîe hem jî Emerîka bi erênî pêşwazî li serokatiya Helbûsî ya parlamentoyê kirin. Îranê rasterast piştgirî da tayînkirina Helbûsî. Ji ber ku Helbûsî piştî hilbijartina di saetên destpêkê de telefona Serokê Parlamentoya Iranê Elî Larîcanî kir û spasiya wî kir.
Helbûsî wek serokê Sunniyan derket pêş
Helbûsî paşê jî bi Îranê re di nava peywendiyên baş de bû. Îranê li dijî êl û pêkhateyên din ên Sunnî piştgirî da wî. Taybetmendiyên wek kesayetiya wî ya karîzmatîk, ji lihevkirinên siyasî re vekirî û hwd, Helbûsî di nav Sunniyan de wek aktorekî girîng derket pêş.
Helbûsî ji parêzgeha Enbarê derbas bû û di nav pêkhateyên Sunnî yên Iraqê de bandorek baş çêkir. Lêkolînerê “Navenda Lêkolînên armanç” a nêzî Îranê Mueyed Elî derbarê mijarê de wiha got: Helbûsî desthilata xwe li derveyî Enbarê û li parêzgehên din ên Sunnî jî belav dikir. Dixwest xwe weke serokê eşîr û siyasetmedarên Sunnî pênase bike. Ev hewldanên Helbûsî bi tirs hatin dîtin. Ji ber vê sedemê Şîe bêzar bûn, hinek pêkhateyên Sunnî bêzar bûn û biryara bidawîkirina endamtiya wî pesend kirin.
Mueyed Elî di berdewamiya axaftina xwe de bi balkêşî îdia kir ku Helbûsî naxwaze Emerîka ji Iraqê derkeve û dibêje: “Berî her tiştî gelek xalên zagonî der barê vekişîna hêzên Emerîkî de ku ji aliyê parlamentoyê ve hatibû pejirandin, hatin betalkirin. Hinek helwestên Helbûsî li hember pêvajoya siyasî ne guncaw bûn. Dem bi dem piştgirî da aliyên nakokîxwaz. Bi Tirkiye û welatên din re jî têkilî û danûstandinên wî hebûn. Di xebata xwe ya siyasî de kesek serketî bû.” Axaftina Mueyed ji gelek aliyan ve rewşê vedibêje.
Di vê pêvajoyê de ji aliyê pêkhateyên Şîe ve ku dixwezin Emerîka ji Iraqê bê derxistin Helbûsî weke kesekî rêgir bo vê prosesê tê dîtin.
Bihêzbûna Helbûsî Îran û Şîe tirsandin
Helbûsî bi nûnertiyên welatên derve yên li Iraqê re di nava têkiliyên baş pêş bû. Bi Urdun û Erebîstana Siûdî re jî têkiliyên baş danî bûn. Helbûsî ku siyaseteke pragmatîk dimeşand, bi Tirkiyeyê re jî pêwendî hebûn. Bi ser de jî, Helbûsî wekî kesayetiyek lîberal û nûjenxwaz ku ji pêkhateyên olî yên radîkal dûr bû, derket pêş. Yanî Helbûsî sînorên ku Îranê jê re xêz kiribû bezandin û Îranê pêl stopî kir.
Bi taybetî di hilbijartinên pêşwext ên sala 2021 an de li Iraqê, Helbûsî komên Şîe yên alîgirên Îranê bêhêvî kir û hewl da bi Sadir re li gel pêkhateyên Kurd hikûmetê ava bike. Ji xwe nerehetî hebû ku Kurd û Sunnî di proseya avakirina hikûmeta Iraqê de ewqas bi hêz tevdigerîyan. Planek hem ji bo Kurdan hem jî ji bo Sunniyan hat çêkirin. Helbûsî dê bête bê erk kirin. Ji bo Kurdan jî planek bi vî rengî hate çêkirin. Çawa ku Şîeyan bi komeke girêdayî xwe ya li Iraqê dixwest Hewlêrê lawaz bike, di nava Sunniyan de jî hewildanên bi vî rengî hate meşandin.
Operasyona li dijî Helbûsî di meha Hezîranê destpêkir
Dewleta Iraqê bi şêwazên mafyawarî tê birêvebirin. Tenê par 2 milyon nîv dolar ji banka dewleta Iraqê hat dizîn. Li gorî belgeyên navneteweyî hatiye diyarkirin ku rêveberiya Şîe ya Bexdayê ji sala 2003 an ve herî kêm 300 milyar dolar gendelî kiriye. Bi taybetî piştî şerê DAIŞê di sala 2014 an de rewş xirabtir bû. pêkhateyên bi navê Heşd Şebî çalakiyên mafyayê yên weke berhevkirina bacê, bazirganiya narkotîkê û sextekirina belgeyan pêk dianîn. Di vê rewşê de dewleta Iraqê di got ku di saziyên bajarê Anbarê de gendelî heye, loma jî ket nava tevgerê.
Enbar, kela Helbûsî û hemû karmendên sereke yên li derdora wê bû. Di 27 ê Hezîranê de “Komîsyona çaksazîyê” ya dewleta Iraqê bi hêzeke mezin a çekdar ku Heşd Şebî jî di nav de hat Anbarê û li dijî Helbûsî dest bi operasyonan kir. Kesên alîgirên Helbûsî yên li dezgehên hikûmetê, saziyên perwerdeyê û heta rêkxirawan de yek bi yek ji kar hatin avêtin û li şûna wan Sunnî û Şîeyên ku bi Helbûsî re di nava nakokiyê de bûn, hatin bicihkirin.
Rêvebirê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Iraqê Xazî Feysel di wê demê de ragihandibû ku dûrxistina hevalbendên Helbûsî ji postên wan, hewldanek bû ku “nehêle Helbûsî erka xwe ya serokatiya parlamentoyê bidomîne.”
Di vê demê de tişta herî balkêş jî serokê terîqata Kesnezanî di hemwext de bang li alîgirên xwe yên li Remadî kir ku li dijî Helbûsî tevbigerin.
Ev pêvajo bi vî awayî berdewam kir heta ku Helbûsî ji kar hat avêtin.
Bandor û planên Îranê yên li ser serwerîya Iraqê
Ji kar dûrxistina Helbûsî em nikarin tenê bi karîzmaya Helbûsî, jîrî ya wî ya bi siyasete ve ravebikin. Îran xwedî konsepteke berfireh û civakî ye ku li ser dewleta Iraqê disepîne. Her kesê xwedî nasnameya Şîe be û xizmeta Îranê neke, dibe hedefa dewleta wan. Îran bi sala ne li ser Kurd, Siryanî û herî dawî Sunnî yan vê polîtîka yê farzdike.
Îran naxwaze parlamento, hikûmet û sîstemeke îdarî li Iraqê kar bike. Ji ber ku karkirina sîstema îdarî û her kesê ku li gorî destûrê tevdigere, berpê Îranê teng dike. Îran dixwaze Îraq hertim bêaramî be, her kes dijminatiya her kesî bike ku serwerîya îdarî li Iraqê çênebe. Di nava kaosekî bi vî rengî Iraq wê bibe amûr di destê Îranê de.
Gelo ji karxistina Helbûsî di şerê Îranê yê li dijî Emerîkayê de ‘vewjara rêkê’ ye?
Îranê ji sala 2008 an ve bi plan bêîstiqrarî li Iraqê çêkiriye. Ger em vê pêvajoyê bi çend gotinên kurt ravekîn. Destpêk nimûne; Di sala 2011 ê de dema ku Bihara Erebî li Rojhilata Navîn dest pê kir, Serokomar Nûrî Malikî bi neşandina pişka ji sedî 17 ya bûdceya Herêma Kurdistanê hewl da Kurdistanê lawaz bike. Dixwest ku Kurd li ber dergehê Bexdayê bibin xwazxwazok. Di pay re êrîşên çeteyên DAIŞê dest pê kirin.
Niha jikar dûrxistina Helbûsî ji aliyê Îranê ve dişibe wê pêvajoyê. Di demekî ku behsa metirsiya derbas bûna şerê Filistîn û Hemasê bo nav Iraqê jî tê kirin, lê bê erk kirina Helbûsî wek provokasyonek tê dîtin ku dê bêîstiqrarî ya Iraqê kûrtir bike.
Herwiha parêzgeha Enbarê Îran û pêkhateyên Şîe dixwazin ji nû ve birêxistin bikin. Enbar parêzgeha herî mezin a Iraqê ye, piraniya nifûsa wê Sunne ne. Hêzên eşîrî yên li vir çekdarî birêxistinkirî ne. Û her wiha li Enbarê bîrên Xazê yên pir dewlemend hene. Tê zanîn ku Îran û Şîeyên Iraqê dixwazin boriya petrolê ya Kerkûk-Banyas aktîf bikin. Ev xet jî di parêzgeha Enbarê re derbas dibe.
Baregeha hêzên Emerîkî li Iraqê parêzgeha Enbarê ye. Her wiha xetên sînor ên ku derbasî Urdunê dibin, cihê ku Heşda Şebî bi Emerîka re di nava pevçûnê de ye bêhtir parêzgeha Enbarê ye. Yanî Parêzgeha Enbarê cîhek e ku Şîe dixwazin bi temamî wir kontrol bikin.
Bi kurtîsî, Îran û hin hêzên hevalbend, ku dixwazin Iraqê wek qada şer li dijî Emerîka yê bi kar bînin, bi dûrxistina Helbûsî ji kar rêya xwe di vewjêrin.
Di demekî ku wê hilbijartinên meclîsên eyaletan bên kirin oparasyona li dijî Helbûsî pirr balkêşe. Îran di van hilbijartina de dixwaze Kurd, Sunne yan lawaz bike.
Yanî dûrxistina Helbûsî ji desthilatê ne bi gendelîyê ve girêdayî ye, bi planên Îranê û pêkhateyên Şîe ve girêdayî ye. bi sîyaseta Îranê ya dîzaynkirina Iraqê ve girêdayî ye. Îran dixwaze Iraq weke eyaletekî wê bixebite. Dewleta Iraqê wek pergal û zihnîyeta îdarî-sîyasî roj bi roj paşve diçe. Îran nahêle li Iraq desthilatekî serbixwe û serwer ava bibe.