Di rêbazê de netewebûn

Di rêbazê de netewebûn

Bûbê Eser

Netewebûn xaleke sereke ya hemî miletên cîhanê ye. Her miletek li gor neteweya xwe ango nîjada xwe dijî. Şikil û rengê civata xwe digire û li gor wê xwe bi rêve dibe. Her kesên xwe, nijada xwe înkar dikin, ne ew ji xwe re, ne jî ji nijada xwe re dibin. Ji mirovên weha dibên kesên bê esil û fesil. Kesên li gor baweriya miletê xwe, li gor hêjayî, xweşî û nexweşiyên gelê xwe nejîn ew nabin ji miletê xwe û kesên weha tim dikarin li ser her têlê û li gor her meqamî jî bilîzin.

Barzaniyan ji roja ewil de li ser vê sekînîne û xwestine ku gelê wan li gor baweriya xwe weke miletê kurd bijî. Ew kesên ji miletê xwe hez nekin, nikarin ji miletekî din jî hez bikin. Ew kesên ji miletê xwe re xizmetê nekin, nikarin ji miletekî din bikin.

Loma ji kesên weha re tê gotin bê esil. Maneya wê ew e ku kesên bê esil, ne ji xwe û ne jî ji milet ango nîjada xwe şerm nakin. Kesên şerma wan jî tunebin dikarin her xerabî û nebaşiyan jî bîne serê miletê xwe, kes û kesayetên xwe. Bi salan e ku kurd ji ber kesên weha di şerê azadiya gelê xwe de wenda kirine ango kesên weha rêber û serokê şoreşê bi erzanî firotine dijmin û talî ew jî hatine kuştin. Mînakên vê li bakurê Kurdistanê pir e.

Ji bona her kesayetiyekî kurd bikaribin ji gelê xwe, ji milet û ji nîjada xwe hez bikin, ev xal di rêbaza de hatiye bi cih kirin. Ji ber ku Barzaniyî mezin tim anîbû zimên û gotibû: ”Ew kurdê ku neteweyî nefire, ew dikar rojekê xwe û gelê xwe jî bifroşe”. Em îro weke kurd hêjayiya vê gotinê dizanin ku çima Barzaniyan sed sal berê ev gotine û Barzaniyê mezin ji ew weke xaleke vê rêbaza pîroz pêşkêşî gelê xwe kirî ye.

Weke berê jî hatibû gotin ku hemî xalên vê rêbaza pîroz in. Ji ber dîtin, kirin û şahidiyan hin tiştên bûne, pêk hatine. Ji ber ku her miletek li gor jiyan û pêdiviyên xwe ji xwe re rêbazek ango felsefeyek diafirîne. Loma Barzaniyan jî di afirandina rêbazê de, rewşa gel û baweriya wî dane ber çavan û her tiştekî qewimî ye, hatine serê wan, ji bona ders jê girtinê kirine xalek ji xala rêbazê û pêşkêşî me kurdan kirî ye. Pêşkêşî me kiriye da ku şaşî nebe ango tiştên xerab dubare nebin û tiştên baş bêne parastin.

Heger em çavekî li ser dîroka gelê xwe bigerînin, em ê bi rehetî bibînin ku bê çima netewebûn bûye xala rêbazê. Li her çar perçên kurdistanê de ji roja welatê me perçe kirin û heta niha jî tekoşîn û berxwedana li hember dagirkeran ranewestiya ye. Lê tê dîtin ku di gelek serîhildan û berxwedanan de, hin ji kurdan ji bona berjewendiyên xwe yên malbatî an sexsî’ li ba dijminê gelê xwe cih girtine. Ji bona wê bû ku Barzaniyê nemir aniye zimên, ”kesên neteweyî nefikirin bi rehetî dikarin xwe û miletê xwe bifroşin” û firotinin jî.

Netewebûn ew ku tu berjewndiya gelê xwe, welatê xwe di ser her tiştekî xwe re bigire. Berjewendiya miletê xwe di ser ya xwe re girtin, tê wateya ku tê rojekê xwe û miletê xwe azad bike. Ji ber ku çi dema kes û kesayetî’ neteweyî nefikirin tim berjewendiyên wan yên sexsî li pêş in. Ew jî zerarê dide gel û milet.

Em weke miletê kurd di hemî serîhildan û berxwedanên xwe de li gel hev bana, me hemiyan ji bona yek armanc û hedefê zanîn, kanîn û aqilên xwe ji bona neteweya xwe bi kar anîbana, em ê jî îro weke her miletekî vê cîhanê li ser erda xwe bi azadî jiyabana. Lê ji ber kêmbûna ruhiyeta neteweyî em her bindest û weke kole mane.

Divê kurd kêfxweş bin ku azadiya em tim behsa wê dikin, piştî tekoşîna sed salan li başûrê kurdistanê bi dest kurdan ketiye û ew jî bi saya vê rêbaza pîroz e. Heger Barzaniyan ji roja ewil ya ku li dij dagirkeran şerê hebûn û nebûna gelê xwe, nîjada xwe li ser xeteke neteweyî nedabana, hûn bawer bikin îro wê ew perçê azad ango başûrê Kurdistanê jî dê tune ba. Netewebûn, taliya talî te dighêjîne azadî û serxwebûna te…

Bala xwe bidinê, piştî damezrandina komara tirkiyê û heta niha, şer û pevçûn di nava kurdan û dagirkerên me de ranewestiya ye û kurdan bi wêrekî li hember hemî zordatiya dagirkeran ango li dij komara tirk şerê azadiya gelê xwe dane. Lê heta niha yek ji wan berxwedan û serîhildanan bi serneketine. Çima?

Sedem diyar e ku miletê kurd piştî perçebûna xwe hêdî hêdî bi plan û projeyên dagirkeran ji neteweya xwe bi dûr ketine û dikevin. Her serîhildanek li bakur kurdistanê li seranserê wê geş û fireh nebûye û weke herêmî maye.  Li  derekê ango li herêmekê şerê azdiyê destpêkirî ye û li wir qediya ye. Lê şop û berxwedanên Barzaniya di hemî perçên kurdistanê de tê dîtin. Ji ber ku ew xwedî rêbazekê bûn û tim neteweyî fikirîne û li gor wê tevgeriyan e.

Li ku şoreş têkdiçûbe, dagirkeran hemî kurdistan dişewetandin û pişyî wê şewatê kurd ji nûde dihatine ser heşê xwe, lê êdî dereng diman. Vê rewşe her berdewam kirî ye û ji ber vê jî li perçê mezin kurd tu destkeftî bi dest nexistine. Niha jî roj bi roj li bakurê kurdistanê ji ber kêmbûna ruhiyeta neteweyî zimanê kurdî wenda dibe ango têk dihare. Hizra netewî kêm dibe û berê kurdan berbi tirkbûnê ve ye. Dema em vê rewşê dibînin û xala neteweyî ku di rêbazê de misoger bûye, didin ber çavan, em fêm dikin ku bê Barzaniyan ji bona çi ewqasî girîngî dane hizra neteweyî..

Lê dema em li tevgera Barzaniyan û rewşa başûrê kurdistanê ya niha dinerin, dibînin ku çima û çilo wir gihişte azadiya xwe. Ji ber wê hizra neteweyî bû ku hemî Barzaniyan tim li gor rêbaza xwe tevgeriyanin û bi rênîşandana wê, tekoşîna azadiya gelê xwe dane. Heger ne ew hizra neteweyî ya di rêbaza Barzaniyan de hatibû misogerkirin ba, em ê îro ne xwediyê xwe û perçak erda azad li başûrê Kurdistanê bana.

Ji bona biserketina miletê dagirkirî û bindest, berî her tiştî divê hizra neteweyî di nava wî de xurt be da ku xwe û gelê xwe nefroşin. Heger em vê bidin ber çavan em ê bibînin ku rêbaza Barzaniyê nemir çiqasî girîng û pêwîst e ku divê kurdên her çar perçan li gor wê xwe bi rêxistinî bikin da ku bikaribin di şerê azadiya gelê xwe de weke Barzaniyan bi serbikevin.

Ji ber ku miletê bê rêbaz, weke cêşeke bê çek e, weke dareke bê fîkî û weke seriyekî bê mejî ye. Ji bona vê jî divê gava evil hemî kurd bibin neteweyî da ku berjewendiya neteweya xwe ango nîjada xwe di ser her tiştekî re bigire ku bikaribe ji bona neteweya xwe hemî cûre fedekariyan bike.

Pustên heman beş