MÎT’ê kuştina berpirseka PKK’ê li Silêmaniyê eşkere kir

MÎT’ê kuştina berpirseka PKK’ê li Silêmaniyê eşkere kir

Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT)ê ragehand, yek ji berpirsên PKK’ê ku alîkariya madî û rêxistinî û ji bo wê rêxistinê endam û şervan komdikir a bi navê Gulsum Dogan a wek Jiyan Mêrdîn dihate naskirin di operasyoneke noqteyî de bê kuştiye.

Li gor Ajansa Anadolu ya fermî ya zimanê dewleta Tirkiyê, Gulsum Dogan a wek Jiyan Mêrdîn tê naskirin li Silêmaniyê di operasyoneke MÎT’ê de jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragehandin Jîyan Mêrdîn li Silêmanî û bajar û bajarokên derdorê berpirsa PKK/KCK’ê bûye û li gor çavkaniyên ewlehiya Tirkiyê ragehandiye, Jiyan Mêrdîn li gor fermanên ku werdigirt, bac standina li xelkê û endam beşdarî rêxistinê kirinê berpirs bûye.

Derbarê awayê operasyonê û cîhê wê de ti agahiyên zêdetir nehatin belav kirin, lê tenê hat ragehandin ku ew berpirsa jin a PKKê li Silêmaniyê hatiye kuştin. Derbarê vê mijarê de heta naha PKK’ê ti daxuyaniyekî fermî belav nekiriye.

Pustên heman beş