Rêveberiya PYD li şûna mazotê madeyeke reş bi ser wilatiyên Kobanê parve dike 

Rêveberiya PYD li şûna mazotê madeyeke reş bi ser wilatiyên Kobanê parve dike 

Hevdemê ku rêveberiya PYD’ê, piştevaniya her yek ji deverên di bin destê rejîma Sûriyê û oposizyona Sûriyê, bi petrolê dike, di heman demê de, li deverên bi destê wê de kirîza sotemeniyê berdewam e, û eger para welatiyan belav bike mazoteke xerab bi dest welatiyan dikeve.

Li gor vîdyoyên di sosyal medyayê de hatine parvekirin, Welatiyekî ji Kobanê, giliyên xwe ji xerabûna kiwalîtiya mazotê, eşkere dike û dibêje piştî ku para xwe bi dest xwe xistiye matmayî maye û dibêje: Ev made ne maozt e, ne pêhn ya maoztê ne reng û ne jî dikare ji bo germkirinê bi kar bîne, bi tenê dikar bavêje.

Jêderên tayber ji Rojavayê Kurdistanê tekez dikin, ku kirîza mazota germkirinê, nexasim niha di werzê zivistanê de li deverê heye, û ji bêparbûnê xwe ji mazotê bi gilî û gazin in.

Ev yek di demekê de ye ku PYDê QSDê, berdewam piştevaniya rêjîm û komên çekdar yên oposiyona Sûriyê, bi sotemeniyê dikin, ku di 5 Mijdara 2023yan de Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan dîmen belav kiribû, û tekez kiribû, ku QSDê petrolê ji her du deverên hejmûna rêjîma Sûriyê û artêşa niştîmanî ya oposiyona Sûriyê dike, û bi sedan barhilgir di sireyê de ne da ku berdasî wan deveran bibin.

Pustên heman beş