Du ciwanên Kurd ji alî hêzên rejîma Îranê ve hatin girtin

Du ciwanên Kurd ji alî hêzên rejîma Îranê ve hatin girtin

Ciwanên Kurd Ferzîn Nebî (14 salî) û Hêdî Yûsifî (16 salî) yên xelkên bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve bi lêdanê hatin girtin û ber bi cihekî nepedî hatin birin.

Li gor rapora Ajansa Mafê Mirovan Hengaw, Ferzîn Nebî ciwanê 14 salî û xelkê bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve li cihê karê xwe, li şeqama Mela Riza, hatiye girtin.

Ciwanekî din yê bi navê Hêdî Yûsifî temen 16 salî, di mala xwe de ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve bi awayekî hovane hatiye girtin..

Ew ciwanên Kurd piştî girtinê ber bi cihekî nexuy nepedî hatine birin û hê jî sedema girtin û tohmetên ku bi ser wan de hatine sepandin nayê zanîn. Malbatên wan ji jiyana wan bi endîşe ne.

Pustên heman beş