Rêberên PKKê xwe li pişt zarokên wisa vedşêrin

pkk-hpg-kurd-zarok-kck-npg-gerila-info-metin-turkey

Rêxistina PKKê ku bi navê berxwedanê rojane zarokên Kurdan feda dike, herî dawî nasnameya keçeke din aşkere kir ku ew jî weke bi hezaran zarokên din yên Kurdan berê wê ji boy dozekê daye mirinê ku ti pêwendîya wê bi Kurd û Kurdistanê ve tune.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja duşemî 20\11\2023ê nasnameya çekdareke xwe ya bi navê Şîlan Osman aşkere kir ku li 4 cotmeha îsalê li çiyayê Metînayê yê li Başûrê Kurdistanê, bi destê artêşa dewleta Tirk ya dagîrker da ye kuştin.

HPGê weke her car di pesnê Şîlanê de gotiye: “Ew milîtana Apo bû, xwe fedayê Apo kir, loma jî layîqî Apo derket!”, PKKe xwîna zarokên Kurdan wisa bê rûmet kiriye ku pir bi bê exlaqî berê wan dide mirinê û piştre dibêje fedayê Apo bin.

Rêber û rêveberên PKKê û fermandarên wê yên payebilind, zarokên weke Şîlanê dixapînin û berê wan didin mirinê û ew jî di şikeftên Qendîlê û vîlayên xwe yên li Silêmanyê de li jêr çavdêrîya MITê weke mîr û paşayan razayne.

Li gorî agahiyên destê “DarkaMazî” hêjan bi hezaran zarok û ciwanên Kurdan mane ku PKKê dayne kuştin û mirina wan veşartî hiştiye.

Pustên heman beş