Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” du zarokên 13 salî li Helebê revandin

Çeteyên PKK’ê"Ciwanên Şoreşger" du zarokên 13 salî li Helebê revandin

Zincîra revandina zarokan li Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontrola HSD’ê de berdewam dike, herî dawî 2 zarok li Helebê hatin revandin.

Mamê zarokê bi navê Umer mistefa Hesen yê 13 salî, duh 21 Mijdara 2023, ragihand, tevgera Ciwanên Şoreşger ya se bi HSD’ê-PKK’ê ve 20/11/2023an êvarê Umer ji pêşiya mala wî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê revand.

Tekez kir, Bavê Umer li hemû baregehên PYD’ê yên li Şêxmeqsûdê pirsa kurê xwe kir, lê ta niha çarenvîsa wî ne diyare.

Umer mistefa ji şêniyên gundê Remedana yê navçeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.

Li bajarê Minbicê yê girêdayî parêzgeha Helebê jî rêxistina Ciwanên Şoreşger yên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê zaroyek din yê 13 salî ji gundewarên bajêr revandin.

Tora çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand, tevgera Ciwanên Şoreşger di 16 Mijdara 2023 de zarokê bi navê Îbrahîm Mihemed yê 13 salî ji gundê Ereb Hesen Kebîr revand.

Her weha di 16 Mijdarê de, Stêr Ehmed, temen 14 salî, ji taxa şêx Meqsûd li bajarê Helebê ji aliyê tevgera “Ciwanên Şoreşger” ve hartiye revandin.

Di 8 Mijdarê de, Sebriye Şiyar Misto, temen 13 salî, ji taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê ji aliyê tevgera “Ciwanên Şoreşger” ve hatiye revandin, di 11 vê mehê de hat vegerandin.

Di meha cotmehê de jî, 5 zarokên jêr 18 saliyê ji aliyê hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê ve li Rojavayê Kurdistanê û Helebê hatine revandin, biçûktirîn zarok 12 salî ye.

 

Pustên heman beş