Şerefxan Cizîrî: Li parlamentoyê bi Kurdî biaxivin

Şerefxan Cizîrî: Li parlamentoyê bi Kurdî biaxivin

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî bang li parlamenterên Kurd kir ku “li parlementoyê bi Kurdî biaxivin”.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, ku ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dixebite, daxwaza avakirina Saziya Zimanê Kurdî ya ku navenda wê li Amedê be kir. Cizîrî bi hinceta ku namzetên şaredariyan divê bi Kurdî zanibin, bang li parlamenterên kurd kir ku “li meclîsê bi Kurdî biaxivin”.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî diyar kir ku 100 sal in li ser ziman û nasnameya Kurdî pêvajoya asîmîlasyonê didome.

Cizîrî got ku “Dewlet gelek caran nizane ji Kurdan çi dixwaze” û wilo dewam kir: “Gotin emê Kurdan tune bikin. Li ser projeyan xebitîn. Gelek tişt kirin, ji zewaca Kurd û Tirkan bigrin heta qedexekirina Kurdî li dibistanan, heta di warê perwerdehiyê de Kurd li pey xwe hiştin. Ji bo li Kurdistanê zanîngeh neyên vekirin, 100 sal in dewlet dixwaze Kurdan tune bike, lê em dibînin, Kurd 100 sal in li ber xwe didin û asîmîle nebûne, ziman, nasname û dîroka xwe paraztiye. Lê ji niha û pê ve nabe ku em tenê bi vê mîrateya sedsalê razî bibin, divê em vê yekê pêş bixin, ji niha û pê de Kurdî bikin pîvanek siyasî, di rastiyê de divê em di lêkolînên siyasî de bikin pîvana herî girîng”.

 ‘Divê namzetên Serokkomariyê bi Kurdî zanibin’

Cizîrî destnîşan kir ku ewê li tax û kolanan ji bo belavkirina zimanê Kurdî bixebitin û destnîşan kir ku divê siyaset jî bi berpirsyarî rabe û bal kişand ser girîngiya rêveberiyên herêmî. Cizîrî bi bîr xist û daxwaza ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, daxwaza avakirina Saziya Zimanê Kurdî li Amedê nû kir.

Cizîrî îşaret ji bo hilbijartinên herêmî yên pêşerojê ev pêşniyar ji partiyên siyasî yên bajarên Kurdan re kir:

-Divê di rêveberiyên herêmî de bikaranîna Kurdî esas bê girtin.

-Divê zanîna Kurdî bibe pîvanek hevpar ji bo hemû namzetên ku wê beşdarî hilbijartinên herêmî yên herêma me bibin. Em daxwaz dikin ku hemû namzedên Kurd bi Kurdî biaxivin, gotûbêjan bikin, beşdarî civîn, konferans û panelan bibin.

-Kesên ku ji bo şaredariyan tên wezîfedarkirin divê duzimanî, Kurdî û Tirkî bin û di warê xwe de pispor bin. Em pêşniyar dikin ku di vî warî de amadekarî bên kirin. Bi vê sepanê zimanê Kurdî qîmetê distîne û dihêle ku karmend di dema xizmeta gel de bi rehetî danûstandinê bikin. Bi vî awayî karê gelê herêmê hêsantir dibe û di saziyên fermî de şanaziya axaftina bi Kurdî tê dîtin.

Pustên heman beş