Gelo Projeya Rêya Geşepêdana Iraqê li pişt neçareserbûna kêşeya Şingalê ye?

Gelo Projeya Rêya Geşepêdana Iraqê li pişt neçareserbûna kêşeya Şingalê ye?

Beşa Duyem: Mîsyona PKK’ê ya li Şengalê Xazzekirina Şengalê

Her çend bajarên mezin ên weke Mûsil û Reqa jî ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn dagirkirin, ji nû ve hatin avakirin û çêkirin. Lê sedema ku rewşa Şengalê her çend bajarekî biçûk be jî çareser nebû, ji ber vê yekêye ku xwedî cihekî stratejîke. Ji ber restîya wê ya jeopolitik. Şengal qadeke ku di bazara sînor û rêyên Rojhilata Navîn de şerên wekaletê li ser tê kirin. Her devereke xaka Şengalê hatîye kolandin û kunî kunî kirin.  PKK’ê bi kolandina tunelên mezin li Çiyayê Şengalê û li ser sînorê Rojava amadekariyên xwe kiriye ku Şengalê bike qada şer. Ger peymana Şengalê pêk neyê û di asta navneteweyî de rêveberiyeke rewa û yasayî neyê erkdarkirin, Şengal wê bibe Xazze. Gelê Şengalê jî weke gelê Xazzeyê wê dîsa bikevin rêyan koçberîyê û wê bi travmayeke şer a nû ve rubirû bimîne.

Yek ji rêxistinên ku di vî warî de barê şerê wekaletê hilgirtî PKK’eye. Piştî salên 2000’î bi taybet li gel Buhara Erebî PKK veguherî hêzeke paramîlîter ku weke rêxistineke di şerên wekaletê de tê bikaranîn. Hebûna PKK’ê ya li Şengalê, ne çi eleqeya xwe bi hezkirina Êzdîya re û ne jî bi maxdurîyeta Êzdîyan re tuneye, hebûna PKK’ê ya li Şengalê tenê bi erka wê ya hêza paramîlîterî ve girêdayî ye.

Gotûbêjên Bexdayê û Heşda Şeibî kirina Şengalê

Di sala 2014’an de di encama lihevkirina Îranê û hêzên Iraqê yên Şîe rêxistina PKK’ê di xeta Xaneqîn-Germiyan-Kerkûk-Mexmûr-Şingalê hate bi cih kirin. Ev proje û lihevhatin di bin sponseriya Qasim Silêmanî pêk hat. Ji wê demê û vir ve, PKK’e li ser destwerdan û dijminatiya Başûrê Kurdistanê li goreyî berjewendiya Îran û Bexdayê tevdigere.

Wê serdemê Sabrî Ok û Riza Altun li ser navê PKK’ê bi rêveberiya wê demê ya Nûrî Malikî û piştre jî Haydar Abadî re hevdîtin pêk anîn. Rastiya van hevdîtinan girînge û divê bê lêkolînkirin. Li gorî vê peymanê hêzên PKK wê li Germiyan, Kerkûk, Mexmûr û Şengalê bicih bibin, ji bo di pêşerojê de bibin xwedî statuyeke fermî di bin sîwana Heşda Şeibî li Iraqê. Hemû pêkhateyên PKK’ê di bin navê “Hêza Parastina Başûr” tên organîzekirin û di nava hîyarerşîya Haşdî Şaîbî de cih digirin. Ev proje bi navê YBŞ’ê li Şengalê hate çêkirin.

 Şerê taybet ê PKK û Seddam li dijî Kurdên Êzidî û Misilman

Pirtûka pîroz a Êzdîyan û duayên wan ango ola Êzdîyatî Olekî Kurdî û Kurdistanî ye. Zimanê her Êzidîyekê tenê Kurdî ye. Êzdayetî ji cewherê kurdayetîya resen xuliqîye. Li gel vê rastiya eşkere, li Bexda û Êrîvanê hewldan tên kirin ku êzîdîtî ji kurdayetiyê bê qudkirin.

Saddam gelek hewl da ku Êzidiyan ji Kurdayetiyê û Kurdistanê dûr bixe. Siyasetek nazik dişopand ku Êzîdîyan û Kurdên Misilman li dijî hevdu han bide. Wî ji feqîriya êzîdiyên Şengalê sûd wergirt. Seddam hinek xebatkarên xwe yên Êzidî şandin navendên lêpirsînê yên li Hewlêr û Silêmanî û dixwest Êzidîyan weke kujer bikarbîne. Seddam ev yek bi zanebûn dikir. Bi vî awayî hewl dida Kurdên Misilman li dijî Kurdên Êzidî derbixîne. Bi vî rengî xwest ku di nava civata kurd de dubendîyê sazbike.

Niha jî bi heman armancê li dijî Kurdên Misilman û Kurdên Êzidî PKK heman sîyaseta qirêj dimeşîne. PKK li Şengalê vê propagandayê dike û dibêje, “Hemû Behdînî dîndar in, hemû endamên PDK’ê kevneperestin, ji destê Êzidiyan xwarinê naxwen, endamên PDK’ê weke DAIŞ’ê ne.” Her wiha êzîdiyan timî derdixe ser televizyonan û bi wan dide gotin “Em Iraqî ne, Şengal Iraq e, Pêşmerge em firotin”. Ev hemû rastîya şerê taybet ê PKK’ê ye li dijî Kurdên Misilman û Êzidî.

Kemalîst kirina Elewîyên Bakûr û Iraqî kirina Êzidiyan heman tişte

Sîstemên ku Kurdistanê îstismar dikin, bi manîpulekirina baweriyên wan ên qedîm û kevnar hewl dane ku Kurdan ji Kurdayetiyê veqetînin. Dewleta Îranê jî li ser Yersan û Kurdên Lor zulmekî wiha sepandîye. Dewleta Tirk jî hewl da ku Elewîyan ji kurdayetiyê qut bike û heta wan bike kemalîst. Dewleta Tirk bi demê re xwest Kurdên Dêrsimê yên ku hatîn qirkirin hemûyan bike kemalîst. Jixwe hewldanên Seyîd Riza yên Kurdistanî jî êdî nayên hembêzkirin, Elewîtî û Kurdayetî ji hev hate cuda kirin. Kemalîst kirina Elewîyan asta manîpulasyon-asîmîlasyona dijî nasnameya Kurdayetî nîşan dide. Elewî bi destên Mistafa Kemal hatin qetilkirin, û hewl dan ku wan bikin Kemalîst. Vê dijminatîya pirr xeddar Kurd kirin evîndarê celladê xwe. Heman tiştî îro PKK bi sere Êzidîyên Şengalê tîne. Dixwaze wan bike Iraqî û dilsozê Erebên Sunne-Şîa û wan bike evîndarê celladê wan bixwe.

PKK hewl dide Êzidîyên Şengalê bike cehşên dewleta Iraqê 

Hebûna PKK’ê ya li Şengalê, polîtîkayên dagirkerî yên dewleta Iraqê li ser Şengalê vedişêre. Di eslê xwe de em dizanin ku êzidîyên şengalê ji aliyê PKK’ê ve dibin beşek ji heşda şaîbî. Ev yek tê wateya cehşatî.  Tenê rastiyek li pişt axaftinên PKK’ê yên demokrasî, xwerêveberî, xweserî û hwd heye: ew jî PKK Êzîdiyan dike koleyên dewleta Iraqê. Rêxistina PKK’ê YBŞ di dîroka Êzidiyan de tevgera herî dijî nirxên Êzidîya ne. Ev xirabiya herî mezine ku di dused salên dawî de li Êzidiyan hatiye kirin, wêrankirineke ji fermanê jî xerabtir e.

Piştî travmaya jenosîda Şengalê ya 3 ê Tebaxa 2013’an, gelê Şengalê hem ji bo Iraq û hem jî ji bo PKK’ê weke leşkerên Erzan û hêsan tên bikaranîn.

 Şengal ji bo PKK’ê nimetekî bêhempa ye

PKK’ê li Şengalê destkeftên mezin di warî stratejik û maddî de bi dest xist. Ji aliyekê ve di berdêla karê veqetandina şengalê ji Kurdistanê de, gelek îmtiyaz ji Bexdayê standin, wek bikaranîna firokexaneyê, çek, pere û hwd. Her wiha Şengal bi xwe ji aliyê PKK’ê ve ji gelek hêla ve tê îstîsmarkirin.

PKK’eya ku êdî li herêma Behdînan heta Qendîlê nedikarî karûbarên xwe yên şer û tanzîmî pêkbîne, li şûna van herêman li gundên Silêmanî û Şengalê wan karan dikin. Niha Şengal erka berê ya Zapê dilîze.  Li Xeta Iraqê Mûsil-Bexda-Mexmûr û Kerkûkê nasnameyên êzîdîyan bikar tînin. Bi bikaranîna van nasnameyan, xwe di gelek xwaringeh û kargehên Herêma Kurdistanê de weke karmendekî îstixbaratê bi cih dikin. Li herêmê qaçaxçîtiyeke mezin a çekan dikin. 

 PKK di ser herêma Şengalê re çek û madê hişber dişîne. Berê jî rojnamevanên Ereb belge kiribûn ku PKK li Sinûnê esrarê diçîne. Yanî PKK Şengalê weke bazarekî bêhempa bi kar tîne.

PKK’ê Şengal kirîye navenda tunelan û bûye Xazzeya Kurdan. Hat zanîn ku di navbera Çiyayê Şengalê û Rojava de di binê erdê de tunelên mezin hatine çêkirin. Di van demên dawî de li bajarê Şengalê û bi taybet li bajarokên Sinûnê û Xanesorê tunelan çêdike. PKK’ê 40 malên Şengalê desteser kirine û hinek jî bi pereyan kirîne. Di hundirê van xaniyan de tunel bi amûrên taybet tên vekirin.

Di rastiyê de tişta herî girîng a ku Şengalê ji PKK’ê re bêhempa dike ev tunel in. Ji ber ku PKK di dîroka xwe de bi awayekî aktîf li firsendekê digeriya ku xelkê tevlî şer bike. Her wiha hewl dan bajarên rojava hemûyan bi navê tunêla kun kun bikin. Li cihên weke Efrîn û Serêkaniyê bi ser neketin. Di şerê xendekan ên li Bakurê Kurdistanê de gel qebûl nekir ku bibe mertalên zindî. Encam de PKK hem li Rojava hem jî li Bakur bêhêvî bû. Niha gelê Şengalê ji ber ku baş PKK’ê nasnake bi propagandeyên PKK’ê dixape. Ji ber vê yekê gelê Şengalê ji aliyê PKK’ê ve weke mertalên zindî tê bikar anîn.  Yanî gelê û bajarê Şengalê dibe wek Xazzeyê.

 Tirkiye li ser hebûna PKK’ê ya li Şengalê çi dibêje?

Hebûna PKK’ê ya niha ya li Şengalê welê xuya dike ku di berjewendiya dewleta Iraqê de ye. Lê ev tam ne wisa ye. Dewleta Tirk jî ji hebûna PKK’ê ya li Şengalê razîye. Ji ber ku hebûna PKK’ê ya li vê herêmê, firsendê dide dewleta Tirk li ser Şengalê, xwedî gotineke piralî be. Yanî heta ku PKK li Şengalê be, dewleta Tirk wê vê yekê weke firsendekî ji bo dagirkirina Şengalê bikar bîne. Bi taybetî jî mîsyona Evdila Ocalan di vî warî de girîng e.

Piştî ku bi salan digot emê Efrînê ji dewleta Tirk re bikin goristan, bi talîmata Ocalan PKK di nava 24 saetan de vekişiya. Bi konsepta bi navê “Peyman û Ruhê Eşme” ku ji aliyê Ocalan ve hatiye îcadkirin, cenazeyê Suleyman Şah li ser pişta leşkerên Tirk veguhezandin. Mînak Sibe an jî dusibe, ger dewleta Tirk hewce bike bi Ocalan re biaxive, wê PKK ser daxwaza Ocalan van deveran radestî dewleta Tirk bike mîna Efrîn ê.

 Şengal tê Xazzekirin

Belê, PKK niha li Şengalê berjewendiyên dewleta Iraqê diparêze, lê belê dibe ku sibe bi fîtika Ocalan ev rewş biguhere. Di nava van pîlanên reş de bajarê Şengalê dê weke Xazze lê were kirin.

Ji bo Hamasê, gelê Xazzeyê tenê amûrekî berjewendiyê û mertalê zindî ye.  Hamas guh neda malûcanê xelkê Xazze. Li gorî ajandeya Îran û hêzên herêmê Xazze veguherî qada şer. Xezze û Xelkê wê ji ber tunelên di bin nexweşxane, dibistan û malê sivîlan de wêran dibe.

Nêzîkatiya Hamasê ya li Xezze û hember xelkê wê çawa bêwujdan û hovane ye, nêzîkatiya PKK’ê ya li Şengalê jî bi heman armancê ye. Xelkê Xezze bûne qurbaniyên şerê navbera Hamas û Îsraîlê. Niha Şengal jî wê bibe qurbanê plan û armancên PKK’ê yên qirêj û tarî. Wê şer li ser bajarê Şengalê û xelkê wê bê meşandin. Ji bo PKK’ê her tişt berjewendî ye.

Çend kesên Şengalî ku ji aliyê PKK’ê ve tên axaftin, derdikevin û dibêjin “Gelê Şengalê azadiya Rêber Ocalan dixwaze, em Iraqî ne” û hwd. Ev hewldan birînên kevnar yên Şengalê derman nakin. Tenê wê Şengalê bike qada şer û pevçûnê.

Heta ku Êzidî rûyê xwe ber bi Kurdistanê venegerin, Şengal wê bibe qada şerên wekaletê. Pêwîste gelê Êzidî, rewşenbîrên Êzidî û xelkê Şengalê pêşîya plana Xezze kirina Şengalê bisekine û firsedê nede cehşên Îranê ango PKK’ê ku Şengalê bike Xezzeya Kurdan.

Pustên heman beş