MIT’ê kuştina berpirsekî paye bilind ê PKK’ê ragehand

MIT’ê kuştina berpirsekî paye bilind ê PKK’ê ragehand

Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT) ragehand, yek ji berpirsên PKK’ê yê ji aliyê Interpolê ve jî biryara girtina wî hebûye û berpirsê dabîn kirina çek û teqemeniyê bûye di nava PKK’ê de yê bi navê Fahrettin Tolun ê wek Xeyrî Serhat tê nas kirin li Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê hatiye kuştin.

Li gor Ajansa Anadolu ya zimanhalê fermî ya dewleta Tirkiyê, Fahrettin Tolun ê di nav rêxistinê de wek Xeyrî Serhat tê naskirin ji sala 1992yê ve li Sûriye, Îran û Iraqê ji bo dabîn kirina çekên giran kar kiriye û berpirs bûye û ji aliyê Interpolê ve jî di lîsteya sor de lêgerîna wî hebûye.

Herwiha hat ragihandin ji aliyê dadgehên Îdir û Erziromê ve jî dosyayên Xeyrî Serhat ên bi navê ‘’Endamtiya Rêxistina Terorê’’ hebûne û ji ber wê jî lêgerîn û biryara girtina wî hebûye û ji aliyê MÎTê ve bi operasyoneke li Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê hatiye kuştin.

Pustên heman beş