Ferît Uzun berîya 45 salan ji aliyê PKKê ve hat qetilkirin

Ferît Uzun -info

Yek ji pêşengên Têkoşîna Rizgariya Kurdistanê Ferît Uzun, 45 sal berê hate qetilkirin. Qetilkirina Ferît Uzun bûyereke pirr girîng bû. Ew şanoya PKKê ya bi navê “tekoşîna Azadîyê” ku ji salên 1970 heya îro berdewam dike bi zelalî aşkere dike. Rûyê wê yê tarî û Kurdkuj nimayîş dike ber çavê raya Kurd.

Dema bûyera Ferît Uzun em bîr tînin, gotina Yaşar Kemal a navdar tê bîra me: “Ew kesên qenc li wan hespên bedew siwar bûn û çûn. Em ji hesinê tûnc û mirovên bij re man”.

Belê Ji Ferît Uzun, Mehmet Şener, Vedat Aydîn bigire heta Hîkmet Fîdan ku ji alîyê taşeronê dewleta Tirk PKKê ve hatin qetilkirin ku Kurdan mehkumî kesê kirêgirtî bike.

Dewleta Tirk û kirêgirtîyên wê PKKê ji sala 1970 yî û vir ve şoreşgerên Kurdistanê yên resen yek bi yek şehit kirin ji bo ku qada sîyasetê ji Ocalan û koma wî ya Enqerê re bê hiştin. Ew koma ku temenê wan ser 70 salî yê ketîye mîna Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mistafa Qarasû ku fîşekek jî bernedayî dijmin re hate vewşartin. Bûyera Ferît Uzun ji bo vê yekê jî bûyereke pir balkêş e.

Eger rastîyên li pişt bûyera Ferît Uzun ji aliyê PKKê ve hatîye qetilkirin bi rastî bên ronîkirin, wê rastiya bûyerên ku Kurdan di van 40 salên dawî de li Bakurê Kurdistanê ji valakirina gundan heta kolana xendekan, wê were fêmkirin. Ji ber ku bûyera Ferît Uzun nîşan dide ka PKKe çawa Kurdan dixapîne.

PKKê qet qebûl nekir ku wan Ferît Uzun terorkirî ye. Lê endamê Komîteya Navendî a PKKê Şahîn Donmez îtiraf kir ku wan ferît Ûzun qetilkirîye. Ew mija li ser vê bûyerê jî belav bû û rûyê reş derket holê.

Serokê rêxistina Kawa Ferît Uzun bi kesayeta xwe ya karizmatik, zana û tekoşerî ya xwe di nava Kurdan de bibû navendek pêşeng. Ew ne tenê siyasetmedar bû, ew helbestvan û kesayetiyek pir rengîn lêkolînerî li ser folklora Kurdî dikir.

Her tim xwe ji PKKê dûr digirt û bi taybetî jî li ser kesayeta Ocalan bi guman bû. Di sala 1975 an de têkiliya Ocalan a bi dewleta Tirk re mijareke girîng bû di nava derdorên siyasî bi awayekî vekirî dihate nîqaşkirin. Ferît Uzun ji derdora xwe re digot “Ocalan kesekî bi guman e, xwe nêzî wî nekin”.

mejiyê kûr yê li pişt PKKê xwest bi kuştina Ferît Uzun çend çûkan bi kevirekî bikuje. Bi kuştina Ferît Uzun, dixwest kesekî ku Kurd li dora wî kom dibûn ji holê rake. Lê ev têr nekir di xwest qatil were dîyarî kirin. PKKê hem Ferît Uzun kuşt û hem jî bi gotina “Eşîra Bucak Ferît Uzun kuşt, em xwîna wî li erdê nahêlin” xwest bûyeran berovajî bike û dilsozên Ferît Uzun û bi taybetî jî malbata Uzun a ku li Siwêregê xwedî hêz e, bikêşe alîyê xwe.

Yanî tenê em bibêjin PKKê Ferît Uzun kuşt têrê nake divê mirov bêje PKKê bi qeleşîyek mezin ev pêşengê Kurdan terorkir. Ji wê demê heta niha bi dehan bûyerên din ên Ferît Uzun ji alîyê PKKê ve hatin kirin.

Lê belê tevî van fêlbaziyên PKKê yên qirêj jî, ev 45 sal li ser vê bûyerê re derbas bûn hê jî helwestekî tund nayê girtin. Tenê rêz li kesayetî, hûner, helbest û berhemên wî tê girtin.

Tekoşîna Ferît Uzun weke bîranîneke ku gelê Kurd bîr neke û wê her tim ciwan bimîne. Bîranîna Ferît Uzun di rêya tekoşîna Netewî-Millî ya Kurd de her dem bijî.

Pustên heman beş