Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand, wan 17 pêgehên PKKê li navçeyên Gara, Matîna û Qendîlê bombebaran kirine.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, di operasyonên asmanî yên ku li navçeyên Gara, Matîna û Qendîlê li dijî çeperên terorîstan hatin kirin de, 17 pêgehên PKKê hatin bombebarankirin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin, Tirkiye “ji bo jinavbirina êrîş û gefên terorîstan” û parastina sînorên xwe, operasyona asmanî pêk aniye.
Hat ragihandin, firokeyên Tirkiyeyê duhî danê êvarê li ser sînorê Îdareya Serbixwe ya Raperînê difiriyan.
Piştî demjimêr 20:00ê şeva borî jî, gundên çiyayên Qendîlê bi taybet şeş gundên navçeyên Jarewa û Sengeserê hatin bombebarankirin, lê ziyanên wê heta niha ne diyar in.
Li gorî gotina welatiyan, dengê teqînan li nêzîkî gundên Bokrîskan, Zernekêw û Bolê hatiye bihîstin.