Di rêbazê de jin ango Afret

Di rêbazê de jin ango Afret

Bûbê Eser

Weke tê zanîn ku ev dinya ji bona jin û mêran ango nêr û mêyan hatiye xuliqandin. Loma divê kesên li ser vê cîhanê dijîn mafên wan li gor xebat, qawet, zanîn û têgihiştinên wan weke hev bin. Nabe ku mirov mêrekî bêaqil di ser jineke bi aqil re bigire.

Ji ber girîngiya vê ye ku ev di destpêk tekoşîna Barzaniyan de hatiye destnîşankirin û diyarkirin ku divê di civata Kurdan de hemî mafên jinê weke heq kiribe, bê parastin. Ev biryara wan û xala rêbazê, berî gelek dewletên rojhilata navîn û hin dewletên ewropa jî hatibû misogerkirin ku divê di hemî qadên jiyanê de mafê jinê hebe û bê parastin.

Ji bona parastina mafê jinê û misogerkirina vê xalê Barzaniyan di 11.12.1952an de yekîtiya jinên ango afretên kurdistanê li bajarê Silamaniyê damezrandine. Bala xwe bidinê ku di wê serdemê de jin li rojhilata navîn weke kole bûn. Lê di civata Barzaniyan de mafê jinê bi qîmet û rûmeteke mezin hatine dîtin û parastin.

Heger me dewleteke heba û ji roja rojda ev rêbaza pîroz bihata nivîsên û parastin em ê fêr bibana ku gelek dewletên cîhanê ji vê rêbazê mînakên hêja girtine û kirine yên xwe. Heger me dewleteke heba û ev rêbaza weke nivîskî hatiba nivîsîn û bi cihkirin, Kurdistan wê di vê cîhanê de weke dewleta herî demokrat hatiba nasîn û zanîn.

Kêmaniya me û bê şansiya me weke miletê kurd ew e ku em ji ber nelihevbûna nava xwe nebûne dewlet, Ji ber bê tifaqiya me, me weke kurd ew rêbaza pîroz ji bona berjewendiya gelê xwe nikarîbûn di nava xwe de wê bi cih bikin.

Ez di wê baweriyê de me ku ji roja roj de kurdan ev rêbaza pîroz ji xwe re kiribana rehber û li gor wê tevgeriyabana, wê zûde kurd bibana xwediyê xwe û Kurdistana mezin. Lê hezar mixabin ku hê jî piraniya kurdan vê rêbazê nasnakin û nizanin ku parastina mafê wan ya rewa di vê rêbazê de hatine bi cihkirin.

Heger îmkana jina kurd heba û karîba ev rêbaz bixwendana, çawa xwedîtî li zarokên xwe dike wê ev rêbaz jî weke zarokên xwe biparastana. Lê ji ber îmkana xwendina wan tune bû, loma ji gelek hêjayiyên vê rêbazê bê par mane. Ji xwe dagirkerên me jî tim kar kirine ku kurd û bi taybetî jina kurd vê rêbazê nasnekin, çi ji wan hatine kirine.

Ka em bi hevre binerin û bibînin, bê vê rêbazê di derheqê jin û mafê wê de ci gotiye û çawa di nava Barzaniyan de ev pêk hatiye.

Dema ku mafê jinê li gelek dewletên cîhanê tunebû an zêde nedihat behsa kirin, di vê rêbazê de mafê jinê tim hatibû û hatiye parastin. Gelo ew maf çi ne?

Bi carekê zewaca berdêlî ango bi hevguherandina qîzan di rêbazê de hatiye qedexekirinê. Ji ber dema te qîza xwe ji bona kurê xwe bi qîzeke din guherî dibe ku ji hev hez nekin û ev dibe serêşa malbatê ku ewên ne aram û  rehet bi hevre bijîn. Êşek ji aliyekî de bihata dîtin ew derbasî hêla din jî dibû. Hêlekê hevdu berdana hêla din jî mecbûr diman ku hevdu berdin. Ev jî dibû sedema têkçûna du malbatan ku vê tesîra xwe li civatê jî dikir.

Di rêbazê de hatiye destnîşankirin an weke biryareke ne nivîskî ye ku zewaca bi zarokan re hatiye qedexekirin. Lê em dinerin ku gelek dewletên ewropî û hin dewletên din jî piştî bi salan ev di nava xwe de misoger kirine. Dibe ku wan ev ji rêbaza girtibin û li welatê xwe bi cih kirine. Lê hê jî ev di piraniya welatên Asya û Afrîka de nehatiye qebûlkirin. Li tirkiye di van salên dawî de weke qanûn hatiye nivîsên lê di jiyanê de hê tam bi cih nebûye. Ji xwe ne hewce ku em behsa  hin dewletên Asya û Afrîka bikin. Lê berî sed salan Barzaniyan hêjayiya vê fêm kiribûn. Loma kirin xaleke girîng ya rêbazê.

Di rêbazê de zewaca bi zorê tune ye û qedexe ye. Heger em dîroka Barzaniyan bixwînin an mirov li devera Barzan lêkolînekê bike, mirovê bibîne ku jin tu caran bi zorê nehatine zewicandin. Tim her qîzek an keçeke Barzaniyan li gor dilê xwe bi ciwanekî li gor xwe re zewicîne.

Di rêbazê de girîngiyeke gelekî berz dane jinê ango afretê ku ew bikaribe jiyana xwe li gor dilê xwe bi rêve bibe. Di hemî qadên jiyanê de mirov dibîne an tê dîtin ku jinên Barzaniyan serbestirîn jinên di rojhilata navîn de.

Jinên Barzaniyan bi awayekî serbest di nava hemî  qadên xebatên ji bona azadiya kurdistanê de cihê xwe girtine. Ci weke pêşmerge û çi jî weke hêza li pişta wan. Vê serbestiya jinê ku di rêbaza de hatiye misogerkirin, bû sedema parastina çand, ziman û adetên kurdan di nava Barzaniyan de.

Jin him avaker him jî ji bona welatê xwe pêşmergene. Zor û zehmetiyên jinên kurd dîtine tu jinan nedîtine û bi ser vî halî de jî tim serê wan bilind û bi helwestên neteweyî zarokên xwe mezin kirine û ji bona mêr û zarokên xwe yên pêşmerge tim bûna balpişta wan.

Bala xwe bidinê ku di sala 1983an dû pêve dema ku Sadam 182.000 Kurdên sivîl ku ji wan 8000 zilamên Barzaniyan bûn. Bi vê jî xwest tovên Barzaniyan nemîne û wan hêsîr bigire. Enfal ango jenosaîd pêk anî. Ji ber ku Sadam bawer nedikir ku wê jin bi serê xwe karibin bijîn û zarokên xwe mezin bikin. Lê piştî Jenosaîdkirina zilamên Barzaniyan jinên wan tev bûn bav û dayikên zarokên xwe. Bi roj kar dikirin da ku zarokên wan ji birçîna nemirin, bi şev jî dibûn dayik. Tim serê wan li hemberî dijminê wan bilind bû. Ez vê jî bi mînanekê bidim da ku serbilindî û fedakariya jinên Kurd û bi taytbetî yên Barzaniyan bê fêm kirin.

Di sala 1934an de di dema şerê Barzaniyan li hember Iraqa dagirker dihate dayîn, berpirsekî pêşmergeyan bi nave Xelîl Xoşewî ji teref cêşa Iraqê tê girtin. Serê wî jê dikin û tînin Barzan li orta gund serî wî ji ceher derdixe û davêjin meydana gund ku hemî xelk li vir civandîbûn, bibînin. Dema jina wî serê mêrê xwe dibîne, dike haho û gava xwe davêje ku here ser wî. Xwesiya wê ango dayika Xelîl hişk bi destên bûka xwe digire û dibêje,

“Keça min heger ew mêrê te be, kurê min e. Em weke jinên Barzaniyan li hember dijmin nagirîn û xwe nizm ango kêm nakin. Serê xwe rake, hêsirên xwe paqij bike û li wî cangoriyê binere û bêje ku ez bi te serbilind im ku tu di ber doza miletê xwe de bû cangorî û bilîrîne”. Loma ji wê rojê de ye ku ev bûye xalek rêbazê ku hemî jiinên kurd divê li hember dijminê xwe weha bi serbilindî tevbigerin.

Vê rêbazê, qawet û hêza wê bibînin û bifkirin. Bifikirin ku piştî enfalkirina zilamên Barzaniyan jinên wan ango dayik û xwişkên wan bê westan kar û xebat dikirin ku zarokên xwe yên biçûk, ji ber ku yên mezin nemabûn, bikin pêşmerge û bişînim serê ciyan, bi şev û roj kar dikirin. Ji ber wan fêmkiribûn û têgihitibûn ku heta kurd nebin xwedî dewleta xwe, wê her kole û bindest li ser erda xwe ya dagirkirî bijîn.

Piştî Xelîlê bû bû cangorî û heta niha jî tu jinên Barzaniyan li hember dijminê xwe ji bona cangoriyên xwe qet negiriyanin, rûyên xwe nexweş nekirine û tim bi serbilindî pêşiwaziya cangoriyên xwe kirine. Lê di hundirê xwe de jî her giriyanin…

Ji ber vê ye tê gotin ku li pişta  her mêrekî zîrek jinek xurt heye. Li pişta her pêşmergeyekê qehreman jî wan jinên Barzaniyên xurt hebûn ku îro em bi saya xebatên wan bûne xwedî perçek Kurdistana azad. Îro li wî perçê azad jina kurd di hemî qadên xebatê de weke jin û serbilind hene û kar dikin. Ji ber ku jin diafirînin.

Pustên heman beş