Malbata zarokekî ji aliyê PKK’ê ve revandî: Ji salek û 7 mehan ve tiştekî li ser nizanin

Malbata zarokekî ji aliyê PKK’ê ve revandî: Ji salek û 7 mehan ve tiştekî li ser nizanin

Malbata Îsam Îsa zarokê ku ji aliyên ciwanên şoreşger yên bi ser bi PKK’ê ve revandî, banga xwe gihandin aliyê peywendîdar û berpirs da ku wî vegerînin.

Îsam Mihemed Îsa ji gundê Qitmê yê navçeya Şera ya Efrînê ye, ji beriya bêtir ji salek û nîvekê ve li taxa Şêx Meqsûda Helebê revandî ye, ku duyemîn car tê revandin, yekem car di 23 Mijdara 2012an de bû, di 1 Berçileyê ji heman salê hat berdan.

Malbatê tekez kirin ku duyemîn car ji beriya salek û 7 heyvan ve ji heman taxê revandî ye, ta niha tu agahiyekê li ser wî nizanin.

Jêderê anî ziman jî ku dema hatiye revandin bi tenê 13 salî bû, her çiqas sal û meh derbas dibin ku di leşkeriya neçar de ye dîsa 18 salî nebûye, ew jî berûvajî yasayên wan ne.

Malbat hewlên xwe kirin û berê xwe dan sazî, rêxistin, dezgehên ser bi PYDê, lê her bêsûd bûn.

Umer Mistefa Hesen yê 13 salî, di 21 Mijdara 2023yan, ji pêşiya mala xwe li heman taxê hatiye revandin. Malbata wî jî li hemû baregehên PYDê yên li Şêx Meqsûd pirsa kurê xwe kir, li ta niha çarenivîsa wî ne diyar e. Umer Mistefa ji şêniyên gundê Remedana yê bajarê Cindirêsê yê Efrînê ye ew jî 13 salî ye, ku ji meha Cotmehê ve 7 zarok hatine revadin.

Revandina zarokan berûvajî rêkeftina ku Mezlûm Kobanê fermandarê HSD’ê li gel Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan û çekirina wan, di sala 2019an îmze kiriye tê, ku yek ji naveroka wê rêkeftinê rêgirîkirina tevlîkirina zarokan nava HSDê ye, û serbestberdan zarokên jêr 18 salî yên ku tevlî bûne, tevî bang û hawara mlabatan, ev diyardeya ku berê mlabatan dide derveyî welêt û koçberiyê berdewam dike.

Pustên heman beş