Şovenîzma PKK’ê!

Şovenîzma PKK’ê!

Simko Ebdulezîz

Çima dibêjin jin jiyane ?

Jin ew ademîzadeye a ku danerê erd û asîmanan bi rîya jinê canî dide wê pitikê ku ji encama bi hev gihiştina sperm a zilamî û jinê û giyanek jê tê afrandin, ango jin dibe yekem xaniyê ku mirov tê de çêdibe, mertebeya jinê li cem danerê erd û asîman ewqas bilinde ku di pirtûkên pîroz ên asîmanî de pirr bi zelalî xistiye ber çavan, wate hebûna jinê dibe dewama hebûn û zêdebûna însanan, ger jin nebe li wê demê mirov jî nabe.

Jin ew mirove ku bo dema 9 mehan zarokî di zikê xwe de xwedî dike û hemû pêwîstiyan ji wê pitikê re dabîn dike, ger pitik nexewe jin jî nikare bixewe û ger ew pitik nexweş bikeve jin jî nexweş dikeve, her wiha ger pitik birçî bibe jin ji xwîna xwe xwarnê jê re dirust dike, wate jin dibe dilovantirîn kes ji boy mirovî berya ronahiya dinyayê bibîne, jin yekem kese dema zarok ronahîya dinyayê mêze dike hembêz dike, bi salan zarok û hembêza jinê ji hev cuda nabin, wate bersînga jinê dibe mezintirîn, bedewtirîn, baqijtirîn û bi mifatirîn xarinegeha zarokî.

Jin dîsan yekem mamosteya zarokî ye di fêrkirina hemû warên jiyanê de (ziman, civak , abûr, çand û kiltûr…. Hwd) .

Wate ji bona mirovan, bê jin mirov hebûna xwe nabîne.

Jin û mêr temamkerên hevin, mêr bêy jin hebûna wî kême û jin jî bêy mêr hebûna wê kême, nêr û mê bi hevre jiyanê di afirînin, netenê jiyana mirovan belku jiyana hemî bûnewaran bi regezên nêr û mê ve girêdayî ye.

Jiber vê zayendî ji pêwîstên sereke yên her bûnewerekî ye. Çi bûnewerek bêy kiryara zayendeyî bûnewerek tendirust nabe, belku ew bûnewerê kiryara zayendeyî encam nede, dê rastî çendîn nexweşiya be, teybet nexweşiyên derûnî û nexweşên civakî jî. Hemû çavkaniyên zanustê derûnê wusa berçavkirine ku ew mirovê kiryara zayendeyî encam nede bi awayek xwezayî dê mirovatiya xwe wenda bike.

Her kesê bixwaze bi rastî ji nexweşiyên “Mirovê kiryara zayendeyî encam nede” bizanibe, ji xwe re nivîs û têkistên van zanayên derûnî “Freud, Yong, Adler…..” bixwîne, ji bo ku bizanibe çi nexweşî bi serê mirovan tê wexta jiyana zayendeyê paşguh dike.

Karê jinê pirr mezine, hem di nava malê û dervey malê jî, ger li ser baxivîn pêwîstiya me wê bi çendîn pirtûkan hebe, di vê nivîsê de derfeteta me tune ku em li ser bi axvin.

Li jûr min bi tenê aliyê zayendeyî û zarokbûnê berçav kir, ji bo ku bizanibîn îdolojiya Partiya Karkeran çiqas radîkale li himberî jin û mêran û çiqas şovenîzmî li himberî mafekê xwezayî mirovan bikaraniye.

Ji girîngtirîn binemayên Partiya Karkeran ji bo ciwanan ku bibin gêrîla çi ne?:

  1. Nabe kiryara zayendeyî bike.

  2. Nabe jin û mêr bizewicin, heger beriya tevlîbûnê nezewicî bin.

  3. Nabe vîyan di nêvbera keç û kur de çêbibe.

  4. Nabe bi tu awayekî têkiliyên civakî yên gerîla bi day û bavên wan ve hebe.

  5. dema kesek dibe gerîla ne tenê mejîkê wî ji rûyê civakî ve tê ji nav birin, lê belê navê wî û malbata wî tê guherandin.

Di vir de bi kurtasî dibêjim, qey çi qas dem ji bo Partiya Karkeran pêwîste ku civak û netewê demokratîk bike, Partiya ku di berê de “serxwebûna Kurdistana mezin dixwest”? Ger 10 sal bin dibe ev telîmat lojîkî bin, lê raste 10 salin?

Ger em dîroka Partiya Karkeran mînak bigrin: di salên 80an de gerîla bi awayekî resmî weke hêzek çekdarî derketiye holê niha dawiya sala 2023ane, wate 40 sal derbasbûn, ango ger keçek yan kurek li 1983an tevlî bibe û hêjan di jiyanê de mabe, niha di temena 55 bo 60 saliyê de ye, mirovekî (nêr, mê) ku temena wî-wê bibe 55 sal û rastî  “qedexeya zayendeyê, viyanê, pêwendiyên civakî û guherandina navî û malbatê” hatibe, bifkirin niha ew di çi rewşeke derûnî de ye? Bila bersiv ji bo zanayên derûnî û çivaknasan be.

Lê bi tenê dê vê têbîniyê bo vê nivîsê bibêjim: erê çima rêveberên Partiya karkeran ji serokê wan heya praniya rayedarên rêveberiya rêxistinê zewcî ne û ji bo gerîla qedexeye bizewicin?

Pustên heman beş