Tirkiyê berpirsekî girîng yê PKKê kuşt

Motlu Kacar -info

Îstixbarata Tirkiyê îro ragihand ku berpirsê PKKê yê bi navê Motlu Kacar li Rojava Kurdistanê ketîye ber êrîşeke wan û hatiye kuştin.

Li gorî îdîaya medyaya fermî ya Tirkiyê, Mutlu Kacar bi navê kod “Karker Andok” berpirsê YPGê yê Kobanîyê ye û di êrîşeke MÎTê de hatiye kuştin.

Hat ragihandin ku Motlu Kacar li sala 1997ê tevlî PKKê bûye û li Heftenînê bi artêşa Tirkiyê re şer kirye û di vî şerî de jî ji çavê xwe û destê xwe birîndar bûye.

Her wiha Motlu Kacar li kampa Mexmûrê û li Til Rifetê jî erkên cuda wergirtine.

Îstixbarat û medyaya Tirkiyê negotin Motlu Kacar, kengî û li kîjan bajarê Rojavayê Kurdistanê hatiye kuştin, heta niha jî PKKê li ser kuştina wî tu daxuyanî neda ne.

Pustên heman beş