Ji Cinêd Mecîd ê bi biryara PKK li Rojava hatiye revandin, 107 rojin agahî nayê girtin

Ji Cinêd Mecîd ê bi biryara PKK li Rojava hatiye revandin, 107 rojin agahî nayê girtin

107 roj in Cinêd Seyid Mecîd endamê Encûmena Herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya ji aliyê çekdarên PYDê ve li Girkê Legê girtî ye ta niha tu agahî li ser çarenivîsa wî tune ne.

Mecîd ji 15ê Tebaxê ve li gel Berzan Hisên rojnamevan di Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya de hatiye girtin, di 30yê Îlûnê de Berzan hat berdan lê Cinêd ta niha girtî ye.

Ev ne cara yekê tê de Cinêd Seyid Mecîd, tê girtin, berî niha du caran hatiye girtin û rastî eşkenceyê hatiye:

Yekem car di 12 Tebaxa 2017an, hat girtin û di 12 Sibata heman salê hat berdan.

Duyem car Di 5ê Adara 2019an de hat girtin û tê de rastî eşkenceya tund û hovane hat.

Ji bilî Mecîd, çarenivîsa bi dehan siyasetmedar û çalakvanên Kurd di girtîgehên PYDê de ne diyar e.

Pustên heman beş