Di rêbazê de rêzgirtin

Di rêbazê de rêzgirtin

Bûbê Eser

Berî her tiştî divê em hêjayî û maneya rêzgirtinê fêr bibin da ku bizanibin ji bona çi Barzaniyan ev jî kirine xaleke girîng ya rêbazê.  Rêzgirtin ew e ku tu bikaribe rêzê li xwe, li malbata xwe, li eşîra xwe, li gund û bajarê xwe bigire da ku tu bikaribe rêzê li erd û welatê xwe, li kurd û Kurdistana xwe jî bigire. Heta ku tu vê neke û nebe rêzdarê milet û welatê xwe tê tim bê rêzdarî bijî.

Heger te ji kes û kesayetiyên xwe re rêz ne girt, tê nikaribe bibe kesekî rêzdar û li gor nerêzdariya xwe jî tê bibe bê qîmet û rûmet. Kesên bê qîmet di civatan de giranî û qîmeta wan tune ye. Ji ber vê ye ku Barzaniyan qîmet û rûmeteke hêja dane rêzgirtinê da ku Kurd rêzê ji hev re bigirin.

Barzaniyan di şerê xwe yên ji bona azadiya Kurdistanê de li gor rêzgirtinê tevgeriyane û şerê xwe li gor wê pêk anîbûn û heta niha jî ew weha didome. Di şerê xwe yên sed salan de Barzaniyan tu caran bê hurmetî an bê ser û berî li hemberî dijminê miletê xwe bi tev negeriyana. Her wext li gor şert, mecal û ûsûla şer li hember dijmin şerê xwe dane.

Barzaniyan çi demê dijminê xwe ango kesên li hember wan çekên xwe ji bona kuştina wan bi kar dianîn, digirtin ango hêsîr diketin, ne dikuştin û tade û heqaretên ne mirovanî li wan ne dikir. Li gor vê xala rêbaza xwe li hember dijminê xwe û kesên hêsîr digirtin jî tim bi rêzdarî tevdigeriyan û digerin. Ev jî bi hemî neteweyan re tune ye. Yanî her milet ne xwediyê xwe û rêzgirtina li dijberê xwe ne. Lê Barzanî weha ne.

Ji ber wê rêzgirtinê bû ku Barzaniyê mezin li seranseran cihanî weke serokekî kurd û bi rêzdarî dihate pêşewazî kirin. Li cihanî rêz û hurmeteke wî ya bê hempa hebû ku mezinên dewletan tim bi çavên rêzgirtinê li serokê nemir Barzanî dinerîn. Ji ber ku Barzaniyan di şerê xwe yên sed salan de ev xala rêzgirtinê bi cih dianîn, anîbûn û dê bînin. Lê vê cîhana ku gelek dewletan çawa rêzgirtina Barzaniyê nemir dikirin, niha jî ne kêmî wê, rêzgirtina serok Mesud Barzanî jî dikin. Ji ber ku ew jî yek ji hîmê vê rêbazê ye.

Barzaniyê mezin tim digot û dianî zimên: ”Heger tu rêza kesan negire, wê kes jî rêza te negire”. Dema ku tu an tevgera te bibe bê rêz, aha wendabûna mezin wê gavê pêk tê. Heger em li dîroka Barzaniyan binerin di şerê xwe yên sed salan de bê rêziya tu kesan û heta ya dijminê xwe jî nekirine. Di şerê xwe yê man û nemanê de jî li gor şert, merc û qaîdeyên wê tevgeriyan e.

Barzaniyan heta dereceyekê rêz li xaînînên xwe, li sîxûr û ajanên xwe jî girtine. Loma Barzaniyê nemir tim digot: ”Heger em xaîn û nebaşên nava xwe bikujin, ji xwe dijmin jî başên me dikujin, wê gavê kurd namînin”.  Armanca wî di vir de ew bû ku ne bi rêya kuştinê, lê bi rêya îqnakirinê divê em nebaşên xwe li xwe vegerînin û bikin mirovên xwe.

Ji bona ku em mezinên xwe nas nekin û rêza wan negirin, çi ji dagirkerên me hatine kirine.  Di perçekirina welat û mejiyê me de, li me weha kirine ku divê em tim li dij hev bin û rêzê ji dagirkerên xwe re bigirin û dijîtiya hev jî bikin. Heger em li dîroka xwe binêrin em ê vê bi rehetî bibînin ku bê me kurdan çawa rêza hev negirtine. Ji ber vê girîngiyê ye ku divê hemî Kurd bê aqîde û şert vê rêbaz ango felsefeya xwe bixwînin û nas bikin. Tu milet nikarin bê rêbaz bijîn. Hin bi felsefeya zordariyê hin jî bi rêbaza demokrasiyê weke milet jiyana xwe didomînin û xwe didin naskirin.

Çi demê rêberek an serokekî ji bona azadiya kurdistanê derketibin, piraniya kurdan li dij wî rawestiyan in. Çi dema hunermend, nivîskar û rewşenbîrekî zîrek, dûr dîtin û xwedî cehwer ji nava kurdan derketibin, di gelek warî û ji pir aliyan de hin kurdan rêza wan negirtine ku bi xurtî biserkevin.

Mînaka vê di şerê sed salan yên Barzaniyan de û li bakurê Kurdistanê pir bi rehetî tê dîtin. Çi dema ku Barzaniyan dest avêtin tekoşîna azadiya Kurdistanê, hin kurdan li gel dagirkeran bi rêyên cûda li hember tekoşîn û berxwedana wan derketin. Di dema îdeolojiyan de ev bêtir, eşkeretir û zelaltir hate dîtin. Ji bona Barzanî di tekoşîna xwe ya ji bona serxwebûna kurdistanê bi sernekeve. Sosyalîstên kurdên ku ew îdeolojî ji Kemalîstên tirk ku xwe weke sosyalîst rê didan fêr bû bûn, wan jî weke sosyalîstên tirk Barzanî bi nokeriya Emerîka, bi şêxtî û weke serok eşîr bi nav dikirin. Li aliyê din jî kurdên li ser rêya Ometê, weke misilmanên serdestên xwe Barzanî bi komunistiyê bi nav dikirin. Lê di rastiya xwe de ava wan herduyan jî ji yek kaniyê diherîkî. Ji ber ku armanca wan ne azadiya kurdistanê û serketina Barzaniyan bû. Ew jî planeke dagirkeran bû.

Armanc û hedefa dagirkeran li gel hev ew bû ku Barzanî têk herin. Ji ber ku wan baş dizanîbûn ku têkçûna Barzaniyan, têkçûn û wendakirina kurdan li seran serê cîhanê bû. Loma divê Kurd tim rêzdarê hev, mezinên xwe û ya Barzaniyan bin.

Heta ku kurd rêza hev negirin. Li hember hev bi rêzdarî tevnegerin, serketina wan jî dê zehmet be. Ji ber ku yek sedema Kurd heta niha bi serneketine û welatê wan dagirkirî û ew jî weke kole mane, ev e. Ez ê vê nivîsa xwe jî bi mînakekê biqedînim. Ji bona rêzgirtin hê rehetir bê nas kirin û zanîn ku bê Barzaniyan çima ewqas qîmet danê.

Di serdema şex Ehmed Barzanî de tovên adelet, wekhevî û rêzgrtinê di nava Barzaniyan û di civata kurdan de, dihat û hatibû çandin. Lê ji ber ku kurdan ew îmkan û mecal peyde nedikirin ku wê rêbazê bixwînin û tê bigihêjin bê ev ji bona kurdan çiqasî bi qîmet e. Heger li seran serê cîhanê tevahiyan kurdan ev rêbaz ango felsefe xwendibana û li gor wê tevgeriyabana wê rewşa kurdan jî ne weke ya niha ba.

Di serdema şêx Ehmed Barzanî de, Barzaniyê mezin bi temenê xwe ne zêde mezin û weke şagirtekî Şêx Ehmed bû. Ji xwe di nava Barzaniyan de tim yek mamoste û yek jî weke şagirt hebû ye ku hatine û tenê perwerde kirin.

Li gundê Barzan, wê camêrekî kurê xwe bizewicanda, lê perên wî tune bû ku mesrefê zewaca kurê xwe bike. Loma erd û zeviyên xwe yên li gund derdixîne firotinê. Da ku bikaribe bi mesrefê kurê xwe yê dawetê ve rabe. Lê kes erd û zeviyên wî nakirin. Barzaniyê mezin vê dibihîze û dihare ba wî camêrî ku erd û zeviyên derxistiye firotinê, bikire. Wer hasil li hev dikin û Barzaniyê mezin perên camêr didê û bi kêf li mal vedigere. Di vegerê de şêx Ehmed dibîne ku Barzanî bi kêf e. Bangî wî dike û dixwazî sedema vê kêfa wî fêr bibe. Barzaniyê nemir jî meselê ji wî re dibêje. Dema ku şêxê Ehmed vê dibihîze li Barzaniyê nemir dinere û dibêje:

-Binere te erd û zeviyên camêr kirîn. Te perên wî jî dayê. Heta vir temam e. Camêrê kurê xwe bizewicîne û mesrefa dawetê jî niha heye. Lê gelo tu fikirî ye ku piştî dawetê û di jiyana xwe de, wê çi feqîrî û hêsiriyê bikşînin. Tu qet fikirî ku wê çawa xwe û malbata xwe xwedî bikin. Te ne qencî, ya rastî xerabî bi wan kir. Loma divê tu erd û zeviyên wan li wan vegerîne. Wî perî jî weke qerz bide wan. Ji wan re bêje ku bila ev pere qerzê we be. Bila di erd û zeviyên xwe da bixebitin, heta ku perên te li te vegerandin.

Bi vê yekê him tê alîkariya malbatekê bike ku birçî û feqîr nebin û him jî ewên bêtir di erd û zeviyên xwe de kar bikin ku qerzên xwe zû vegerîne. Bi vê him tê malbatekê kêfxweş bike. Him ewên kar bikin ew karê wan ya di nava erd û zeviyan de wê fêdeyeke baş ji bona welat û miletê me jî hebe. Divê em kar ji bona wê yekê bikin ku xelkê me, ne feqîr dewlemend bibin.

Piştî vê bûyerê Barzaniyê mezin meselê baş fêm dike û xaleke nû li rêbazê zêde dike ku divê kurd rêzê li xwe û li hev bigirin.

Niha li başûrê Kurdistanê perçek erda azad bi dest kurdan ketiye. Heger em hemî kurd li gel hev rêzê ji wî perçên azad û rêveberiya wê re bigirin, wir wê bighêje serxwebûna xwe û ew serxwebûn wê ji bona perçên din jî bibe alîkar û piştgir. Lê heger em eksê vê bikin, têkçûna başûrê kurdistanê dê têkçûna hemî kurdan be. Ev ewqasî eşkere û zelal e…

Pustên heman beş