Paradigm û Evdila Ocalan

Paradigm û Evdila Ocalan

Simko Ebdulezîz

Îdyomê “Paradîgmaya Serok Ocalan” bûye binîştê devê serkirdayetiya PKK’ê û kadro û dûvelankên wê, vê yekê ez neçar kirim herm û dûvçûnekê bikim heya ku bizanibim ev îdyom çiye û ji bona çi tê bikar anîn û kengê tê bikar anîn, gihiştim wê encamê ku ev îdyom ji boy berhemanîneke nû yan dahênaneke nû di warên cuda cuda de tê bikar anîn, em dikarin bibêjin mîna taqîgeheke zansitî ye, ev taqîgeh zêdetir ji aliyê zanayên zansitî tê bikar anîn û hin caran jî ji aliyê zanayên civaknasî ve tê bikar anîn.

Bi kurtasî dikarim bibêjim ku paradîgma (Paradigm) îdyomeke ku her kesê wêjeyên felsefî dxwîne dibe sedem ku ev îdyom pirr cara bikeve ber çavên wî.

Paradaym wek pênas eve: pirsgirêkên hizrî yên giştî ne, yan bîr û bawerên bingehîn e, ev pirsgirêkên hizrî yan bîr û bawerên mirovî dibin palder ku mirov nerîneke taybet ji bo dorhêla têde dijî dirust bike, yanî hewildana mirovî ye ji boy vekulîneka çalakiyên xwe û çawaniya nêzîkbûna van çalakiyan di nava civaka xwe de.

Her paradaymeke mirov bigihîjê yan dikeve ber çavên mirov nabe demildest baweryê ji mirovî re dirust bike ku ev paradîgmayeke saxlem û rast û dirust e, belku pêwîste bêxe di bin vekolîna torên xwarê de:

1- Teorîya Hebûnê (Ontology)

2- Teorîya Zanînê (Epistemology)

3- Teorîya Vekolînê (Methodology)

Di teorîya hebûnê de, lêkoler hemû hewlên lêkolîna xwe ji boy civakekê terxan dike heya ku bersiva van pirsan bide, “şêwaza dorhêla wê civakê çiye?, sirusta dorhêla wê civakê çiye?, mirov dikare çi bizanibe li ser wê civakê?.”

Heger em mînakeke taqîgehê li ser vê teorîyê encam bidin, em dikarin vê bibêjin: ger em gihiştin wê bawerê ku dorhêleke rast û dirust heye, di qonaxa dûv de pir giringe van pirsan bikîn “ev dorhêl ji çi pêk hatiye? Çewa ev dorhêl bi hevre kartêkirinê dike?

Di berisva van pirsan de, vekoler dê bigihe hin encama ku pêş wê demê ew bersiv li cem wî nebûn û wê hin regezên ciwanî û exlaqî ji wî re peyda bin ku pêş wê demê bi ti awa li cem wî di diyar nebûn.

Teorîya Zanînê: taku lêkoler bigihe hin zanînên taybet li ser wê civaka ew lêkolînê li ser dike, pirr giringe vê pirsê bike, “di vê lêkolîna xwe de min divê bigihîjim çi? Ti lêkolerek nikare berisva vê pirsê bide eger nekaribe berisva pirsa teorîya hebûnê bide, lê eger bikaribe wê bersivê bide, di wê demê de ji boy bersiva pirsa teorîya zanînê wê bigihe qonaxeke din ya zanînê, ew qonax jî eve ku lêkoler dê ji berêxwedana dorhêlê derbazî qonaxa berê xwe dane babetî be (Objectivism), yanî wê ji nava civakê derbazî babetê civakî be, anku baştir bibêjim wê ji sîmayê derbazî naverokê be.

Teorîya Vekolînê : taku lêkoler bikare bigihe hin encama di vê teoriyê de, pêwîste bersiva van pirsa bide, “dê çewa karîn bigihîn wan rastiyên civakê vekolîn li ser tê kirin? Ew çi metodin wê mirov bikar bîne heya ku bigihe rastiya wê civakê?

Dema lêkoler berisva van pirsa dide, di encam de dê rastiyên wê dorhêlê û metodên bikar tîne dê ji lêkoler re diyar bibin.

Dibêjin van pênase û teorîyên me berçav kirîn paradîgmaya kilasîk, lê astenga niha ketiye ber lêkolerên zanistê civakî eve ku paradîgmaya kilasîkî nikariye bigihe encamên rast û dirust, ji ber ku ev teorî ji rûyê zansitî ve nekarîne berisva wan pirsan wek pêwîst bide, eve bûye sedem ku lêkolerên civakî ji vê qonaxê derbasî qonaxeke din bibin taku bikaribin berisva wan pirsa bidin, dibêjin vê qonaxa ku niha gihiştînê: paradîgmaya veguhêzer (Paradigm Shift), di vê qonaxê de pêwîste lêkoler hin guherîna li ser teorîyên pêş niha bike, bi taybetî li ser teorîya hebûnê, dema lêkoler van guherîna dike encama ku ew digihîtê ew encam nabe ya pêş wê demê bi rêya paradîgmaya kilasîkê gihiştiyê.

Paradîgmaya veguhêzer lêkolerî ber bi hizra rêkxistî dibe, hizra rêkxistî lêkolerî pal dide ku dûr bikeve ji kurt kirinê.

Ya niha Partiya Karkera kiriye binîştê di devê kadir û alîgirên xwe de herî zêde paradîgmaya kilasîke.

Ez nikarim bibêjm ya PKK bikar tîne paradîgma jî, ji ber ku pêş Evdila derdora 40 salan şîrovekarên siyasî yên kurd ew babet analîze kiriye û Evdila dijî wî babetî bû. Ezê di gotareke din de bas li vê yekê jî bikim.

Pustên heman beş