Li ser medyaya civakî bertekên li dijî şervanên zarok yên PKKê zêde bûn

Bi salan PKKe di babetê ‘şervanên zarok’ de di rojeva Kurdan de ye. PKKe ev 40 sal in hebûna zarokên şervan weke pêwîstîyekê li ser Kurdan disepîne. Bi vê armancê li aliyekê merasîmên girseyî li dar dixe, li aliyê din jî kesên ku şervanên zarok rexne dikin weke xayîn îlan dike. Li gel hemû hewldanan jî PKKe ev 40 sal in di mijara zarokên şervan de nikare Kurdan razî bike. Herî dawî wêneyên keçeke biçûk a li Rojava ku soza şervanî dide li ser medyaya civakî bû sedema bertekên mezin.

Wêneyên zarokê 12-13 salî yê ku di çalakiya li Rojava ya bi bûneya salvegera damezrandina PKKê de soza tevlîbûna Gerîlayan da bû, rastî bertekên Kurdan hat. Li hemberî wê yekê ku keçeke pêdivî ku nûke li dibistanê di pola 5 an jî 6 ê bixwenda, soza tevlîbûna Gerîllayê dabû Kurdan gelek bertekên tûnd nîşan dan.

Kurdan li ser medyaya civakî gotin ku PKKe zarokan dikişîne nava şerekî ku sedema wê nedîyar û ev yek tewanekî mezin e.

Ev şêwê Pratîkeke ji mêj ve li Rojava heye

PKKe ji salên 1990î ve vê bangawazîyê ji bo tevlîbûnên Gerîla bi kar tîne. Di organîzasyonên qelebalix ên weke Newrozê de zarok û ciwan derdixin ser dîkê û sozê tevlîbûnê bi wan tên dayîn. Ji aliyekê ve ji ber ku zarok li ber girseyeke ewqas mezin soz daye, îradeya xwe teslîm girtiye û şensê wan nemaye ku ji gotina xwe vegerin. Li aliyê din di merasîmê çepik, dirûşim dihêle ku hinek zarokên din jî bixapin û tevlî bibin. bi rastî, PKKe van merasîmên weha wekî davik bikar tîne.

Malbat jî weke xwedî îmtiyaz tên pêwazî kirin

Her çend hemû nebin jî lê hinek malbatên zarokên wan tevlî bû bûyî, ji hin îmtiyazên maddî sûd werdigirin. Bi taybetî piştî sala 2012 an ku PYDê li Rojava serweriya xwe îlan kir, malbatên hin şehîdan û Gerîlayan bûn xwedî hinek îmtiyazên weke alîkariya aborî, îdarî, û hwd. Ji bo vê yekê, hinek malbat bi zanebûn zarokên xwe teşwîq dike ku tevlî bibin, lê tevî vê hesûdî yê jî ev yek ji çend malbata derbas nabe. An jî hin malbat zarokên xwe yên ku nexweşiyên kesayetî hene û nikarin wan kontrol bikin dişînin nav refên PKKê. Bi vî awayî ew ji berpirsiyariya zarokê rizgar dibin.

Lê mixabin ew “dayika” keça biçûk derdikeve ser dikê û keça xwe ya ku divê biçe dibistanê û hîn jî hewcedarê dê û bavê wê ye, wê pîroz dike. Her wiha diyar e ku ev mizansen berê ji aliyê kadroyên PKKê ve hatiye organîzekirin.

Tevlîbûna şervanan nîne

PKKe di van salên dawî de krîzeke mezin a şervana dijî. ji bakur tevlîbûn hema bêje nîne, ji herêmên din jî tevlîbûn bi qasî tilîyên desta ne. Her wiha di nava rêxistinê de gelek şikestin hene. Bi taybetî jî Gerîlayên ku nikarin vî şerê bê wate û bê armanç li tûnêlan de bi meşinin, gava ku firsendê bibînin ji rêxistinê qut dibin. Her wiha li gel hemû astengiyan jî, ji hêza ji Rojava qutbûn bênavber berdewam in. Windahiyên di pevçûnan de krîza şervana di nava PKKê zêdetir dike. Ji ber vê yekê PKKê di sala dawî de ji bo tevlîbûna şervanan şêwazên cûrbecûr bikar tîne. Di rêya rêxistina xwe ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” ku navenda wê li çiyê ye, zarokan di revînin. Çavkaniyên nêzî PKKê radigihînin ku seqetîyekî fîzîkî nebe, ferman hatiye dayîn ku were leşkerkirin. Ev xebat ji bo her parçeyek Kurdistanê tê pêşbînî kirin. Bi rastî jî li ser vê mijarê ji bo Bakurê Kurdistanê sosyal medya, komên Telegramê yên taybet hatine çêkirin. Di van koman de pereyê pasaportê didin ciwanên ku wan nas nakin. Piştî ku ev ciwan sînor derbas dikin li ser qadên şervana tên cibecih kirin. ew kesên şervana tevlî bike bi perekî baş tên xelat kirin. salên 2000 serê şervana ji wan-Hekkarî heyanî sînorê Rojhilat herêma Kelereşê 100 dolar bû. Hinek kes bibûn bazirganên şervana.

Hate diyarkirin ku PKKê ji salên 1990 î û vir ve cara yekemîne di vê astê de bi kirîzekî şervanan re rû be rû maye. Her roj wendahîyan dide û li şûna wan nikare dagire ji berku tevlîbûn nema ye.

Tenê di deste PKKê de çeka xwepêşandan, propaganda, mûzîk û govend ma ye

PKKê îsal girîngiyeke mezin da pîrozbahiya 27 ê Mijdarê. PKKe ku bi taybetî piştî Şerê Xendekan ên sala 2015 an şikestineke mezin xwar. Di heman deme de çiyayên Bakurê Kurdistanê, bajarê Efrîn û Serêkaniyê yên Rojava û hemû herêmên ku jê re dibêjin “Qada Parastina Medyayê” ya li Başûrê Kurdistanê, ji dest dan. Ev herêm hamû radestî dewleta Tirk kirin. PKKe bi hinek xwepêşandanên qerbalix hewl dide vê têkçûna xwe veşêre. Hemû kiryarên PKKê yên vê dawîyê li ser esasê propagandaya ji bo girseya xwe ne. Ji ber vê yekê girîngiyeke taybet da pîrozbahiya 27 ê Mijdarê. Her wiha gef li wan kesên ku beşdarî pîrozbahiyên Rojava nebûn jî xwar.

PKKe bi taybetî bi rêya xebatên hûnerî, çandî weke govend, mûzîk û hwd di xwaze mirovan li dora xwe kom bike. Da ku bikare vê helîn û têkçûna xwe ya stratejik veşêre.

Pustên heman beş