Bavê zarokekî revandî: Bila revînerên te stûxwar û rûreş bin

Bavê zarokekî revandî: Bila revînerên te stûxwar û rûreş bin

Zarokekî kurd, ji du salan ve hatiye ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê ve hatiye revandin, sal û meh derbas dibin, kesûkar û malbata wî bi hesreta dîtina wî ne.

Rêdûr Şahîn, kurê gundê Til Xezalê yê gundewarê bajarê Kobanê, yê Rojavayê Kurdistanê ye, bi mebesta leşkeriya neçar hatiye revandin.

Ezîz Şahîn, bavê zarok, li ser rûpela xwe ya torên civakî “Facebook” banga xwe nû kir û xwest çarenivîsa wî diyar bibe û weha got: “Sal li ser revendina te re derbas dibin, em nizanin tu sax î yan mirî yî”

Her weha got: “Revadina zarokan pistirîn tawan di dermafê zarokan de ye, bila revînerên te û her zarokekî din stûxwar û rûreş bin, em hawara xwe dikin ku her kesek tişekî li ser dizane bila peywendiyê bi me re bike”.

Çîroka Rêdûr yek ji çîrok û serpêhatiyên rojane ne, ku li deverên Rojavayê Kurdistanê yên di bin destê HSDê de her weha li her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û kampên koçberkiriyên Efrînê, rû didin, ku ew yek jî berevajî naveroka rêkeftina Mezlûm Kobanê fermandarê HSDê li gel Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan ya sala 2019an îmze kiriye tê, li gorî wê rêkeftinê divê zarok neyên leşkerkirin û revandin, û zarokên jêr 18 salî di nava wê hêzê de werin berdan.

Pustên heman beş