Kanî Masê.. Mayînek bi du çekdarên PKK’ê ve diteqe

Kanî Masê.. Mayînek bi du çekdarên PKK’ê ve diteqe

Du çekdarên PKK’ê yên pispor di warê danîna mayîn û teqemeniyan de bûn qurbaniyên mayînên wan bi xwe li aqarê gundê Bêşîlê yê li binara çiyayê Metîna li sînorê devera Berwarî Bala, çandîn.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, çekdarên PKK’ê hejmarek herî zêde ya mayînan li aqarê gundê Bêşîlê danîne, di roja 6/10/2023an de yek ji wan mayînan bi du çekdarên PKK’ê ve diteqe û di encam de yek tê kuştin û yê din jî bi giranî birîndar dibe.

Çavkaniyên me tekez kirin, navê çekdarê PKK’ê yê ku hatiye kuştin Çavrê Cûdî ye, temenê wî 27 sal, ji bajarê Silopî yê Bakurê Kurdistanê ye û di zarokatiya xwe de tevlî refên PKK’ê bûye, pileya Amir Bulge hebûye û PKK’ê dixwest wî bişîne çiyayê Cûdî.

Her weha çekdara bi navê Zîlan Hêşetî birîndar bûye, temenê wê 23 sal, ji şêniyên Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ye, ev jî di temenê zarokatiya xwe de hêjan negihaye 14 saliyê tevlî refên PKK’ê bûye.

Li gor agahiyan ev her du çekdarên PKK’ê pispor bûne di danîna mayîn û teqemeniyan de.

Pustên heman beş