22 endamên damezrêner ên Kongreya yekemîn a PKKê li ku ne?

pkk1978-fis-lice-22-endam-info

Beşa yekem: Çima girîng e ku Kongreya damezrandina PKKê bê fêmkirin?

Di ser damezrandina PKKê re 45 sal derbas bûn. Ji kongreya yekemîn a sala 1978 an heta niha PKKê 11 kongre bi navê PKKê li dar xistine. Her wiha di bin navê KCKê de jî 10 civînên lijneya giştî pêk anîn. Yanî di van 45 salên dawî de PKKê bi giştî 21 kongreyên mezin bi navê PKKê an jî KCKê li dar xistine. Tevî ku her yek ji van kongreyan taybetmendiya xwe heye jî, lê bi rastî jî hemû weke berdewamiya kongreya yekemîn a sala 1978 an e. Ji ber ku hemû kod û taybetmendiyên bingehîn ên kongreya yekemin a PKKê heta roja îro mane.

Ji bo naskirina PKKê civîna gundê Fîs girîng e

Civîna ku di sala 1978 an de li gundê Fîsê pêk hatî, ji bo naskirina PKKê daneyên girîng li xwe digire. Bi giştî ne şaş e ku mirov hemû xebatên PKKê yên ji salên 1970 yî heta kongreya yekê weke hûcra bingehîn a PKKê bi nav bike. Ji ber ku taybetiyên wê serdemê derbasî hemû sîstem û xebatê rêxistinê bû. Ji bo vê jî divê helwest û reftarên PKKê yên salên 1970 î û taybetiyên kongreya damezrandina PKKê bi kûrahî bên lêkolînkirin. Ji ber ku PKKe di wê kongreyê de çi bû îro jî heman tişt e.  

PKKe jî civîna Fîsê wekî hûcreya bingehîn dipejirîne. Lê PKKê ev hûcre pir cuda pênase kirîye

PKKê di van 45 salan de, bi taybetî jî piştî sala 2000 î, çîroka damezrandina xwe ya di 27ê Mijdara 1978an de wekî mîtolojîyekê vehand û belavî her çar parçeyên Kurdistanê kir. Li gorî pêşkêşkirina PKKê çîroka damezrandinê; “22 endam li gundê Fîsê yê Licê li mala Seyfettîn Zogûrlû bi nepeniyeke mezin li hev civiyan. du rojan nîqaş hatin kirin û biryar dan ku partîyê damezrînin.” Ocalan damezrandina PKKê wiha pênase dike “ji ber dilsoziya bi bîranîna endamê wan yê pêşeng Heqî Qarer” ku 18 ê Gulana 1977 an de li Dîlokê hati bû kuştin, wî PKKe avakir. Li gorî vegotina PKKê ew partîya ku li gundê Fîsê hatiye avakirin, heta îro mezin bûye û gîhaye îro.” Helbet eve ew çîroka ku PKKe dibêje. Lê belê ew kongreya ku PKKe weke “veguhertina mêjûyê, pêngava efsaneyî” qal dike berûvajî vê yekê xwedî rastîyek pirr cuda ye.

Hejmarên zelal yên vê rîwayet

yek ji feylesofên girîng yên civaknasî û dîrokê Îbnî Xaldûn, xwedî gotineke pir girîng e: “Ji tiştên bên kêşan, bên pîvan û hesabkirin bawer bikin, ji rîwayetan bawer nekin; Bîrkarî reftarên mirovan diguherîne û hetta mirovan dike rastgo.” Belê raste çihê ku her tişt bi hejmar û daneyên berbiçav têne ravekirin, hewcedariya xwe bi xurefeyan tune. Li gorî vê prensîba zanistî em jî kongreya damezrandina PKKê ya ku her sal bi tilîlî, drûşm, stran û dîlanan tê pîrozkirin, ne bi şêwazê xurafatî, bi hejmar û daneyan dê ravekin. Şêwazê herî rast ew e ku mirov pêşî li çarenûsa wan kesên ku PKKe damezirandî binêrin. Di encam de kongre ne bi hêza îlahî, bi destê mirovan hatiye çêkirin. gelo ev kes niha li ku ne? Ew çi dikin? çarenûsa damezrînerên PKKê çî ye? Ev pirs pir û pir girîng in.

Rabirdû neqediyaye, Rabirdû zindî ye û di dema nû de dijî. Çarenûsa damezrînerên PKKê û taybetmendiyên bingehîn ên wê hûcreya bingehîn ji me re dibe alîkar ku em PKKê rast pênase bikin. Ji ber ku çi hat serê wan kesên ku PKKe damezrandî, îro jî heman tişt dê were serê kadroyên PKKê û yên ku li dora PKKê ne. Belê, niha em dîsa wê pirsa girîng bipirsin. Gelo çi hat serê wan kesên ku PKKe ava kirin?

 Kî/kê beşdarî kongreya damezrandin a PKKê bûn?

Di yekemîn kongreya PKKê 22 kes tevlî bi bûn û ji wan 2 endam jin bûn.

Kesîre Yildirim (Ocalan), Evdila Ocalan, Hûseyîn Topgîder, Mehmet Cahît Şener, Baqî Qarer, Resûl Altunok, Elî Çetîner, Ferzende Tagaç, Sûphi Qaraquş, Şahîn Donmez, Mehmet Tûran, Elî Gunduz, Farûq Ozdemîr, Ebbas Goktaş, Elî Heyder Qaytan, Seyfettîn Zogurlu, Mazlûm Dogan, Cemîl Bayik, Duran Kalkan, Evdila Kumral, Mehmet Hayrî Dûrmuş.

Çarenûsa van her 22 damezrinêran pirr balkêş e. Weke ku Îbnî Xeldûn gotiye, ger em vê serencamê ne bi rîwayetan bi jimareyan rave bikin û rewşa her kesî diyar bikin, wêneyê ku derkeve pêşya me wê pir balkêş be. Nûke Em yek bi yek çarenûsa van rave bikin.

 

Li benda me bin

Pustên heman beş