22 endamên damezrêner ên Kongreya yekemîn a PKKê li ku ne?

22 endamên damezrêner ên Kongreya yekemîn a PKKê li ku ne?

Beşa dûyem: Çîrokên damezrênerên PKK’ê yên nevegotî

Jiyana her yek ji wan 22 kesên ku di kongreya PKK’ê de amade bûn bi serê xwe dibe mijara romanekê. Heke em bi kurtî li çarenûsa her yek ji 22 damezrênêran jî binihêrin, dê xuya bike ka encam çi qas serincrakêş û trajik e. Ji bo dîtin û fehmkirina vê encamê, pêwîste ji derveyî vegotinên PKK’ê, çîrokên rastîn ên her yek ji wan damezrênêran bi kurtî em vebêjin.

1- Evdila Qûmral: Di sala 1945’an de li Xelfetî ji dayik bûye. Ew berpirsê PKK’ê yê herêma Rihayê bû. Di sala 1980’an de çûye kampa Lubnanê. Di gava destpêkê de Qûmral li dijî derbasbûna Ocalan a Sûriyeyê, nêzîkatiya wî ya kadroyan û jiyana wî ya xweser derket û ji bo Filistînê şer kirin rast nedidît. Dema rexneyên xwe bi dengekî bilind anî ziman hat desteser kirin. Dema ku Evdila Qûmral di girtîgehê de bû, di Hezîrana 1982’an de pevçûna Filistîn-Îsraîl dest pê kir. Kampa wan pir tevlihev bû, haya endamên PKK’ê ji hev tunebû. Evdila Qûmral tevî hemû zextên dijwar jî rexneyên xwe paşve nekişand. Di nava wan şert û mercên aloz ên şer de ku ew girtî bû, di meha Hezîranê de ji aliyê PKK’ê ve hat înfazkirin. Înfazkirina wî veşartî kirin. Lê belê ji serkirdebûna wî, kesekî ji bajarê Rihayê bûn û rewşa malbata wî li ber çavan hat girtin. Lê rexmê vê yekê Ocalan ji ber ku ji bertekên navxweyî ditirsiya heya salekê infaza wî veşartî hişt.

Piştre hat gotin ku di dema pevçûna Filistîn-Îsraîl de li Qelat El Şeqîf a bi navê Kela Arnon jiyana xwe ji dest daye. Ev agahî dane malbata wî. Bi vî rengî ji raya giştî re hat gotin. Yanî înfazkirina Evdila Qûmral bi van derewan hat veşartin.

2- Resûl Altinok (Dawut): Altinok di sala 1948’an de li Çewlîgê ji dayik bûye, di kongreya yekem a PKK’ê ya ku beşdar bû de ji bo serkirdayetiya PKK’ê hat hilbijartin. Rasûl kesekî pir aqil, pêşbîn û bi bandor bû. Li Lubnan û Sûriyê helwestên Ocalan rexne dikir. Di yekemîn konferansa ku di sala 1981’ê de hat lidarxistin de, wî Ocalan rexne kir ku sîstema PKK’ê xerab kiriye û kiriye rêxistineke takekesî. Mixabin van rexneyan rê li ber mirina Resûl Altinok vekir. Dawut di navbera Evdila Ocalan û hevjîna wî Kesîre Yildirim de rastî kampanyaya derew û buxtan hat. Ew ma nava agirê di navbera Kesîre û Ocalan de. Tevî ku ew li Ewropayê bû jî, ew xwedîyê wê baweriyê bû ku PKK dikare xwe sererast bike, loma jî dev ji PKK’ê berneda û ew vegeriya Şamê. Li vir hate girtin, ew şandin kampa PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê û bi îdîaya ku ew sîxure hat darizandin. Li vir rastî îşkenceyên giran hat. Raporek nivîsand û got “îşkenceya ku li min dihêt kirin weke îşkenceya cûnaya 12 Îlonê ku li şoreşgeran dihête kirin e” loma jî li dijî PKK’ê dest bi gireva birçîbûnê kir. Tevî hemû îşkenceyan jî îdîayên sîxûrî li ser xwe qebûl nekir. Li Lolanê gora wî bi wî dan kolandin, ji wîre gotin, gotina xwe ya dawî bêje, destê xwe bilind kir û nîşana serketinê kir û got, ez ne sîxurim, ez tenê dibêjim hûn ne demokrat in, serî li ber we natewînim” ew li wir hate înfazkirin.

3- Sûphî Qarakuş (Şoreş): Şoreş xelkê Rihayê ye û di sala 1975’an de tevlî PKK’ê bibû. Ji ber ku Ocalan hembajarîyê wî ye, Ocalan di pêvajoya Lubnanê de demek dirêj Suphî nêzikî xwe hişt. Lê belê bi demê re, Sûphî ji helwestên Ocalan ên pir xweperês aciz dibe. Ocalan dixwaze Suphî Qarakuş bi hevrikê xwe Semîr (Çetin Gungör) re berde hev. Lê Suphî Qarakuş berevajî vê tevdigere, fikrên Semîr dipejirîne.

Suphî kesekî wêrek bû. di serdema grupên rêxistinê de ew beşdarî gelek çalakiyên çekdarî bûye û destkeftên mezin ji bo PKK’ê tomar kirine. Lê ew wek ku Ocalan dixwest tevnegeriya. Li ser vê yekê wî dişînin başûrê Kurdistanê hê di rêkê de wî înfaz dikin. Ocalan ji bo înfaza Suphî got, “wî Nexwest biçe şer, got ez naxwazim sînor derbas bibim loma jî hevalan ew kuşt” Ocelan bi vê helwesta xwe xwest kuştinên nava rêxistinê meşrû bike.

4- Mehmet Cahît Şener: Di sala 1958’an de li Êlihê ji dayik bûye. Ji destpêka salên 1970’î de ew beşdarî têkoşîna netewî a Kurdistanê bû. Di sala 1976’an de ew tevlî PKK’ê dibe. ew di kongreya yekem de weke endamê licna merkezî hat hilbijartin. Di 12ê Îlonê de hat girtin. Di nava pêşengên berxwedana zindana Amedê cih girt. Bi girevên birçîbûnê yên li dijî zulma dewleta Tirk bû sembola berxwedanê. Gelê Kurd jê re digotin “şehîdê zindî”. 24 sal ceza lê hat birîn. Dayika wî Salîha jî salên 1980’an de sambola dayikên Kurd bû. ji bo piştgiriyê bide berxwedana girtîgehan xwe şewitand. Şener Di sala 1989’an de bi efûyê ji girtîgehê derket. Çû Lubnanê Akademiya Mahsûm Korkmaz.

Ew piştî hatî ba Ocalan dît ku ev ne ew partiye ya ku wan damezrandî, cudahiya mezin di navbera PKK’eya wî naskirî û ya dîtî de hebû. Her wiha Şener digot ku di şer de xitimandinek mezin derketiye holê û li şûna şerê gerîlla, pêngavên siyasî pêşniyar dikir. Wî dixwest windahîyên gerîla werin sekinandin. Rê li ber şêwazên tekoşîna sîyasî werin vekirin. Ji ber vê helwest û sekina wî ya wêrek endamên PKK’ê li dora wî kom dibûn. Ocalan Ji bo tasfiyekirina Şener ew ji Lubnanê derxist. bi hinceta tevlîbûna Kongreya 4’em ew şand herêma Heftenîn ê. Li vir hat girtin. Ew bi xebatên tasfiyekarî û sîxuriyê hat tawanbarkirin. Şener dît ku dê dawîyê wî bikujin loma ji Heftanîn reviya. Hat Zaxo û peyre derbasî Rojava bajarê Qamişlo bû. Wî û hinek layingirên wî weke Sari Baran rêxistinek bi navê PKK-Vejîn ava kir. Xwest endamên PKK’ê yên li ser xeta berxwedana zîndanê di nava Vejîn de kom bike û rêxistinê ji serokperstîya Apo rizgar bike.

Cihê wî bi alîkariya dewleta Sûriyê hate aşkerekirin. Îstîxbarata Sûriyeyê Mixabiratê kujer bi wesayîtê danî gel mala Şener û ew kuştin. PKK’ê Rêberê berxwedana Amedê Şener û malbata wî weke xayîn îlankirin.

5- Eli Gunduz: Elî Gunduz ji Dêrsimê bû. Ew di salên 1970’î de wek kujer di nav PKK’ê de hat bikaranîn. Di sala 1980’an de hat girtin. Piştî ku hat girtin bû îtîrafkar. Bi dewletê re xebitî. Paşê di sala 1985’an de bi sûd wergirtina ji qanûna poşmaniyê ji girtîgehê derket. Piştî ku derket li Dêrsimê bi cih bû.

6- Ferzende Tagaç: Di serdema 12’ê Îlonê de ji PKK’ê veqetiya.

7- Faruq Ozdemir: piştî damezrandinê ji nava PKK’ê derket.

8- Mehmet Turan Danış: Di sala 1955’an de li Agiriyê hatiye dinyayê. 10 meh piştî beşdarbûna Kongreya PKK’ê li Mêrdînê ji aliyê PKK’ê ve hat înfazkirin. PKK îdia dike ku ew ji ber sixûrtî hatîye kuştin. Tê zanîn ku gava ew li Agiriyê hatî girtin çend nav gotin e. Lê ev ne kêşekî welê mezin bû ku bibe sebebê kuştina wî. Hinek derdorên PKK’ê dibêjin PKK’ê Mehmet Turan di hin kuştin û sitandina pereyan de bi kar aniye ji bo van kiryarên xwe nixumîne û veşêre Mehmet Turan kuştin.

Wê nivîs berdewam be…

Beşa sêyem: Her yeke ji wan çîrokek cûda heye

 

Pustên heman beş