Di rêbazê de azadî û serxwebûna Kurdistanê

Di rêbazê de azadî û serxwebûna Kurdistanê

Dema Barzaniyan dest avêtin şerê azadiya Kurdistanê, ji bona xwe rê û rêbazek destnîsan kirin. Çi bû ew? Ev, ew bû, dema wan dest bi şerê azadî, serxwebûn û serbestiya gelê xwe kirin, got in: “Em tu biyaniyan li ser erde xwe, ji bona xwe desthilat qebûl nakin”. Ev xaleke neteweyî bû û hemî tekoşîn û berxwedanên wan li ser vî asasî hate hûnandin.

 Her weha Barzaniyan baş dizanîbûn ango fêr bû bûn ku welatên kolonî bê destûr û bername dê nikaribin berxwe bidin. Bê rêbaz û Felsefe jî zehmet ku miletê bindest bikaribin wan zîncîrên ew ji bona koletiyê girêdane, biqetînin.

Ji ber vê bû, di nava tekoşîn û berxwedanên wan de,  ji bona azadiya gelê xwe ya dûr û dirêj, hêdî hêdî ji bona gelê xwe rê û rêbazek ango felsefeyek xuliqandin da ku miletê xwe li gor wê rêbazê bi rêxistinî bike û tekoşîna azadiya gelê xwe bide.

Li gor zanîn û têgihiştinên xwe, Barzaniyan bawerî bi wê yekê anîbûn ku miletê bê rêbaz wê tim weke kole bimînin. Loma wan ji hemî berxwedan û serhildanên kurdan ji yên berê ders girtin û fêr bûn ku çima wana bi serneketibûn.

Her çiqasî em dizanin û tê zanîn ku tekoşîna Barazaniyan ji destpê sala 1900î de destpê kirî ye. Lê piştî damezirandina PDK êdî wan bi awayekî rêxistinî tekoşîna gelê xwe ya li hember dagirkeran domandin. Her weha li gor wê rêbazê cara ewil bû ku wan, di civîneke li gundê Barzan heşt eşîretên kurd di bin sîwaneke neteweyî de û bi navê Barzanî kirin yek. Di dîroka kurd û kurdistanê de mirov dikare bêje cara ewil bû ku yekîtiyeke weha Barzaniyan xuliqandin.

Barzaniyan bi saya wê rêbaza ji Şêx Abdulselamê ku li hember împaratoriya Osmaniyan serî hilda û ji teref wan da li Mûsûlê hate darvekirinê, asasê wê hatibû avêtin.

Li ser wî asasê Şêx Abdulselam danî bû, ew rêbaz ji teref Şêx Ahmed berfirehtir bû û ew weke rêbaz, hate destnîşankirin. Lê Barzaniyê mezin û nemir jî li gor wê rêbazê ango felsefeyê, şerê azadiya gelê xwe domand. Lê mixabin berî ku azadiya gelê xwe bibîne, ji ber nexweşiya penceşîrê koça dawî kir. Piştî wî jî Ew rêbaza pîroz li ser destê nemir Îdrîs Barzanî hate domandin. Lê temenê wî jî ji ber nexweşiyê têr nekir ku azadî û serbestiya gelê xwe bibîne. Piştî nemir Îdrîs Barzanî êdî serok Mesud Barzanî ew ala hilda û ew rêbaza pîroz li gor şert û mercên cîhanê û Kurdistanê pêk anî û kurd bûne xwedî perçek axa azad.

Lê piştî azadiyê, şerê herî mezin, avadan û parastina welêt e. Ji ber vê ye ku niha ew azadî û avahi dîsa li ser destê Barzaniyan weke şêwirmend, aqilmend û serok Kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî, serok komarê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzan û serok wezîrê wê Mesrûr Barzanî tê îdarekirin û rêvebirin.

Heger ne ji wan Barzaniyên xwedî îradeyeke Kurdistanî û wê rêbaza pîroz ba, hûn bawer bikin piştî têkçûna komara Kurdistanê li Mahabadê dê kurd nemabana. Lê Wan bi guleya şoreşa îlonê Kurdi ji nû de bi ruh û can kirin. Di şoreşa Gulanê de asasê dewletê danîn. Serîhildan û berxwedana 1991ê de li başûrê Kurdistanê Kurd bûne xwediyê perçek erda azad.

Ji ber vê ye tim dagirker û pêgirtên wan li hember Barzaniyan di şerê hebûn û nebûnê de bûn û hê jî ew şer berdewam e. Lê bi serneketin. Niha jî bi rêya ango li ser destê rêxistineke qaşo kurd, lê ya ku dagirkeran damezrandine li dij Barzaniyan bi kar tînin. Dagirkeran medyayek xurt dane wê partiya ku wê ji bona li dij hemî hebûnên kurdan û bi taybetî ya Barazaniya bi karbînin. Ew jî wê medyayê li gor berjewendiya dagirkeran li hember Barzaniyan bi hemî rê û olaxên genî bi kar tînin. Di asasê xwe de armanca  li ser navê Barzaniyên tekoşer li dij hebûn, azadî û serxwebûna Kurdistanê ne. Ji ber ku êdî ew jî fêr bûna ku Kurdistan Barzanî û Barzanî jî Kurdistan e.

Loma pêwîst e ku hemî kurdên welatparêz û yên ji welatê xwe hez dikin, divê vê rêbaza pîroz baş fêr bibin da ku ew jî weke Barzaniyên xwedî îradeyeke neteweyî bikaribin li hember hemî lîstik û derewên dagirkeran berxwe bidin. Çi dema kurd, vê rêbaza pîroz fêr bûn, ew fêm kirin û xwedîtî lê kirin aha wê demê kurd jî weke her miletekî dê bighêje mafê xwe û serxwebûna gelê xwe ragihînin.

Êşa dagirkeran û pêgirtên wan tenha Barzanî ne, ew baş dizanin ku heta Barzanî hebin wê  kurd jî hebin. Di tekoşîna sed salan de ev hate dîtin. Kurd û Barzanî li başûrê Kurdistanê gihiştine qonaxa talî ango serxwebûn di rêde ye. Heger ne ev rêbaz ango felsefe ba dibû ku îro em kurd ne xwediyê xwe û tu tiştekî bana. Loma girînge ku divê kurd vê rêbazê baş fêr bibin da ku azadî û serxwebûna Kurdistanê bibînin…

Pustên heman beş