Serokê Giştî yê PWK’ê sersaxî da malbatên qurbaniyên şewata Soranê dike

Serokê Giştî yê PWK’ê sersaxî da malbatên qurbaniyên şewata Soranê dike

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk sersaxî li malbatên bûyera şewata avahiya li Soranê dike û xwe bi hevxemê wan dizane.

Peyama Serokê Giştî yê PWK’ê Mustafa Ozçelîk:

Em sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên şewata li Soran rûdaye dixwazin.

Li gorî agahdarîyên heyî, şeva înîyê, 08.12.2023yê, avahîya ku xwendekar û mamosteyên zankoya Soran ya li taxa Cindiyanî ya Soran a Hewlêrê şewitîye û têde 14 kesan canê xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne.

Bi vê karesata dilêş em gelekî xemgînin.

Ruhê wan şad, cîhê wan biheşt be.

Ez sersaxî, sebir û metabetê ji malbatên qurbanîyan re dixwazim, xem û êşa wana parve dikim û ji bo birîndaran şifayê xêrê dixwazim.

Bila serê gelê Kurdistanê sax be.

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Pustên heman beş