Bangeşeya “Êrîşa neyartî ya li ser Hewlêrê” ya Ragehandina PKKê û lîstikên ku didomin

Neyartîya Çapemenîya PKKê li dijî Herêma Kurdistanê, ne exlaqê çapemeniyê berçav digire û ne jî têkiliya wê bi Kurdayetiyê re heye; Di bin navê PDKê de êrîşên xwe yên li dijî têkoşîna Serxwebûna Kurdistanê, statûya sîyasî-îdarî ya Kurdan û sengerê berxwedana sed salî ya Kurdan ango Pêşmergeyan ku didomîne. Ne şaşe ku em ji vê siyaseta medyaya PKKê re bibêjin polîtîkaya “li dijî hev xistina gelê Kurd”. Rêveberên PKKê bi medyaya xwe tovê neyartî di nav Kurdan de diçînin. Bi taybetî di van demên dawî de çapemenîya PKKê ji bo amadekariyên wan bo êrişekî li werzê biharê bo ser Hêzên Pêşmerge bingehekî civakî û deronî hazir dike.

Ajansa Nûçeyan a Mezopotamya ya ser bi PKKê ve ku li Tirkiyeyê weşanê dike, bi van nûçeyên derew, em dikarin jê re bibêjin “Êrîşa neyartî ya li ser Hewlêrê” kir.

Ajansa Mezopotamya: PDKê di nava 2 salan de 158 gund vala kirin

Dezgehê medyayî ya PKKê bi navê Ajansa Mezopotamya ku li Tirkiyeyê weşanê dike, di bin navê nûçe çêkirinê de beşdarî êrîşa neyartî ya li ser Hewlêrê bûye. Ajansa Mezopotamya di bin navê hevpeyvînê de hewl da vê êrîşkarîya xwe veşêre. Lê ew hemû kesî xeşîm dizanin lê hemû Kurd diazanin ku ev êriş ji navendekê tên meşandin.

Ajansê ji bo nêrîna kesên ku nûçe dixwînin çêbibe, di destpêkê de wiha dibêje: “Êrîşên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê ku Tirkiye bi salan e pêk tîne û bi hevkariya PDKê di 17 ê Nîsana 2022 an de berfireh kiriye. PDKe hewl dide planên Tirkiyeyê bi cih bîne, bi valakirina gundan gel neçarî koçberiyê dike.” Ev nûçeya PKKê ye.

Ajansa Mezopotamya ji bo piştrastgirina vê nûçeya derew bi dostekî xwe yê bi navê Baran Germîyanî re hevpeyvîn çêkirîye.  Baran Germiyanî di hevpeyvîna xwe de got, “Tenê di nava 2 salan de PDKê 158 gund li ser daxwaza Tirkiyê vala kirin. Li van herêmên ku şer lê didome, zêdeyî 600 gund di bin metirsiya valakirinê de ne û leşkerên Tirk jî êrîşî çeperên Gerîla yên li kêleka baregehên PDKê dikin. PDKe rê li ber dagirkeriya Tirkiyê li hemû herêmê vedike.”

Ne hêjayî gotinê ye ku nirxandina Baran Germiyanî em bêjin gelo rast e. Ji ber ku yekane sedema valakirina gundên Başûr pevçûnên hevkirî yên PKKê û artêşa Tirk e. Her du alî jî bi zanebûn pevçûnan vedguhêzin derdora gundên herêmê û dixwazin Başûr jî weke Bakur kavil bikin.

Hevpeyvîn ne hevpeyvînek dirêj e, tê de tu şîrove û nirxandinên girîng tune. Ev hevpeyvîn tenê ji bo ku PDKê û dewleta Tirk weke hevpar nîşan bidin û bêjin PDKê gund vala kirine, hatiye kirin. Yanî Baran Germiyanî kî ye ku ev şîrove kiriye û ji aliyê Ajansa Mezopotamya ve weke rojnamevan hatiye nasandin?

Şahidê Rovî dûvikê Rovî ye, îca şahidê Ajansa Mezopotamya jî nûçegihanê RojNewsê ye

Ev nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji aliyê hemû dezgehên ragehanidinî yên PKKê ve yanî televîzyonên PKKê yên Tirkî û malperên wê rojnameya Ozgûr Polîtîka, Rojnameya Yenî Yaşam, Xwebûn û hwd. Ev nûçe jî bi Almanî, Spanî û Îngilîzî hat wergerandin. Lê malperên PKKê di beşên xwe yên Soranî de ev nûçe belav nekirin. Ji ber ku ger bê weşandin dê pergala wan ya bêexlaq û derewîn derkeve holê.

Ger Îro hûn navê Baran Germiyanî li malperan de bigerin, navê Baran Germiyanî tenê bi zimanên cuda yên girêdayî vê nûçeya ajansa Mezopotamya derdikeve pêşberî we. Lê ti nûçeyek li ser Baran Germiyanî li lehçeya Soranî nîne. çi pîşeya wî ya rojnamevaniyê nîne. Ji ber ku rojnamevanek bi navê Baran Germiyanî nîne. li gel PKKê fêlûfen xwelas nabin.

Baran Germiyanî keseke ku li bajarê Kelarê di nava xebatên ciwanên PKKê de cih girtiye û piştre jî di malpera provokator a PKKê RojNews ku li Silêmaniyê weşanê dike de weke nûçegihan tê pênasekirin. Rastî Baran Germiyanî tenê xebatkarekî PKKê ye.

Yanî mijara “şahidê Rovî dûvikê wî ye” di van listikên medyayî yên PKKê de bi zelalî tên dîtin. Koordînasyona medyaya PKKê talîmat dide: “Nûçeyeke ku PDKê û Hêzên Çekdar ên Tirk wekî ku zirarê didin Kurdan bidin nîşandan.” Lê nûçe bi Tirkî tê çêkirin ji ber ku eger nûçe bi soranî be dê gelê Başûr bixwîne û bertek nîşan bide. Xebatkarê PKKê wekî rojnameger tê nasandin û hevalê kêleka wî jî weke nûçeyê radigihîne. Navenda çapemeniya PKKê nûçeyê belav dike. Ango PKKe bi xwe nûçeyên derew çêdike, paşê nûçeyan di werimîne û belav dike.

Çapemeniya PKKê li dijî Kurdan xebatê cehşatî pêk tîne

Dema em bi vê perspektîfê li şêwazê amadekirina nûçeya Ajansa Mezapotmayayê dinêrin ev êncam derdikeve; Medya PKKê rêxistineke çehşe. Vê rêxistinê du armancên sereke hene. Ya yekem ew e ku di bin navê PDKê de hebûna siyasî û aborî ya Başûrê Kurdistanê bêrûmet bike û bingehek hestyarî û siyasî ya ku êrîşên dagirkeran li ser Herêma Kurdistanê rewa bike, def û dolaban çêdike. Armanca duyemîn a çapemeniya PKKê jî ev e; “Veşartina şikestinên leşkerî û siyasî yên PKKê û helwesta wê ya li hember Kurdan. Parastina rêxistina xwe bi manîpulasyon û nûçeyê derew.

 Ya ku em jê re dibêjin medya PKKê di cewher de PKKe bi xwe ye. PKKe piştî ku di sala 2003 an de statuya Herêma Kurdistanê hatî bi dest xistin, li dijî Herêma Kurdistanê helwest nîşan da. li kêleka hêzên şovenîst ên Tirk, Fars û Ereb de ku li Rojhilata Navîn naxwazin Kurd bibin xwedî statuyekî sîyasî cih girt û li dijî destkeftên Kurdistanê têdikoşin. li gorî berjewendîyên kolonyalîstên Kurdistanê tevdigerin û sîyaseta neyartî li hember îdareya Hewlêrê dimeşîne. Sedema xwe li ser pîyan girtina PKKê ya piştî salên 2000 î ev e; PKKê weke amûrekê li hember têkoşîna serxwebûnê ya Kurdan bikar bînin.

Çapemeniya PKKê êrîşî destkeftiyên 100 salî yên Başûrê Kurdistanê dike

Medya PKKê berdewamîya vî çerxê qirêj e. Saziyên PKKê yên ku navendên wan li Stenbol û Amedê ne bi navên Ajansa Mezopotamya, Rojnameya Yenî Yaşam weşanê dikin. Milên xwe dihejînin û di navbera Silêmanî û Qamişlo tên û diçin. Yan jî bi rêya Gerîlla bê pasaport di ser xeta Pencewîn re ji Îranê diçin ba komîteya ragahandina PKKê ya li Silêmanîyê.

Pîrejina temenê wê 81 salî Makbule Ozer bi hinceta ku alîkariya PKKê dike, hewl didin ku wê zîndanî bikin. Lê ew kesên temen 15-20 sal in di çapemeniya PKKê de dixebitin bi dehan caran tên gel Mistafa Qarasû û Cemîl Bayik û li Dibistana Navendî ya PKKê hatine perwerdekirin, li navendên ragehandina PKKê ya li Stenbol û Amedê ji xwe re digerin. Û heman ew kes ji wan navendên dagirkeran êrîşî “destkeftiyên Başûrê Kurdistanê yên bi xwîna hezaran şehîdan hatî destxistin û dezgehê Kurdan yê şanazîyê ango Pêşmerge” dikin.

PKKe tevgereke ku li gorî ajandeya kolonyalîsyan hatiye çêkirin û çeka dest wê de ya herî mezin jî medya ye. Ji ber vê yekê medyaya PKKê ji PKKê bi gumantir û qirêjtir e. navendên medyaya PKKê ên Tirkîyê de Mît ya li Silêmanîyê jî îstixbareta Îranê lotka davêje. Ji ber vê rastîyê bi dilnîya yî em dikarin bibêjin ku medyaya PKKê êrîşên neyartî li ser Hewlêrê di meşîne.

Pustên heman beş