Di mijara Kurd û Kurdistanê de hemû ji yek hewdî avê vedixwin

Di mijara Kurd û Kurdistanê de hemû ji yek hewdî avê vedixwin

Nûrî çelîk

Di mijara Kurd û Kurdistanê de hemû yek in, hemû ji yek hewdî avê vedixwin û hemû neyar in. Çepên wan, rastên wan, oldarên wan, sosyaldemokrat û heta bi şivan û gavanên wan neyarên Kurdan e. Îstîsna ne tê de, lê ji sedî 99ên wan Kurdan ji xwe re wek dijmin dibînin û xizmeta siyaseta dewleta xwe dikin.

Şaredarîya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ya ku di bin kontrola qeyûman de ye, li ser hesabê xwe yê medya civakî dîmenên xebatên Bûlvara Şêx Saîd a ku wê Rêya Zengil û Rêya Zengî ya Elezîzê bigihîne hev parve kir.

Piştî dîmenan di derbarê navê “Şêx Saîd” de nîqaş hatin kirin û gelek rêvebirên partî û saziyên dewletê bertek nîşan dan, li dijî navê Şêx Saîd derketin û wek her carê di kesayetîya Şêx Saîd de dest bi neyartîya Kurdan kirin.

Bertek û neyartîya partî û rêvebirên wan yên nîjadperest û faşîst heta bi radeyekê tê fêhmkirin. Dil dixwest ku qe nebe çep û komunîstên wan nekevin heman xeletîyê û neyartîya Şêx Saîd û Kurdan nekin. Lê carek din eşkere bû ku di mijara Kurd û Kurdistanê de çep û komunîstên wan ji faşîstên wan zêdetir xizmetkarên dewleta xwe ne û sosyalşovenî û sosyalfaşîstîya xwe carek din sepandin.

Partîya Komunîst a Tirkiyê (TKP) sosyalfaşîstîya xwe carek din eşkere kir, li dijî Şêx Saîd derket û got: “Şêx Saîd eşîret e, dijminê Komarê ye”.

Teşkîlata Parêzgeha Diyarbekir ya TKPê, di derbarê Bûlvara Diyarbekirê ya ku navê Şêx Saîd lê hatiye kirin de daxuyanî da. TKP Şêx Saîd wek “eşîrparêz, serdest, dijminê komarê, alîgirê axa û xîlafeta eşîran ” bi nav kir.

Teşkîlata Parêzgeha Diyarbekirê ya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) derbarê navê ‘Bûlwara Şêx Seîd’ a li bajêr bê çêkirin de daxuyanî da.

Teşkîlata Parêzgeha Diyarbekirê TKP di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de taybetiyên Şêx Seîdê ku di sala 1925an de li Diyarbekirê bi biryara Mehkemeya Îstiqlalê hat îdamkirin, wek “dijminê komarê, alîgirê axa û xîlafeta eşîran” bi kar anî”.

Evên ku navê Kurdên Komunîst li xwe dikin û di bin sîya TKP a sosyalfaşîst de di kesayetîya Şêx Saîd de neyartîya Kurdan dikin, di daxuyanîya xwe de dibêjin “Em wek Kurdên Komunîst ên Diyarbekirê emê têbikoşin ku navê Cîgerxwîn, Mûsa Anter û Yilmaz Guney ên ku alîgirê ronakbîrî, wekhevî, serxwebûn û pêşketinê ne, ne navê xîlafetên dijminên Kurdistanê û Komarê ne, li ser rê, kuçe û kolanên bajarê xwe deynin”.

Sosretek mezin e. Hem Kurdên Komunîst in, hem xwe di bin sîwana TKP a sosyalşoven de vedişêrin, hem Cegerxwîn, Mûsa Anter û Yilmaz Guney wek serxwebûnxwaz bi nav dikin û hem jî wan bi serxwebûna Komara Tirkiyê ve pîne dikin. Rast e, Cegerxwîn, Mûsa Anter û Yilmaz Guney serxwebûnxwaz  bûn, lê serxwebûnxwazxên Kurdistanê bûn, ne yên Komara Tirkiyê bûn. Di heman demê de Şêx Saîd jî doza heq û hiqûqê milletê Kurd dikir û ev yek jî parçeyek ji serxwebûnxwazîyê ye. Lê oldarîya wî, bahwermendîya wî ji xwe re dikin sîpera neyartîyê û di bin vê yekê de jî rasterast neyartîya Kurd û Kurdistanê heye.

Bi kurt û Kurmancî;  ew kesên ku bi navê komunîstîyê, bi navê Komunîstên Kurd û di bin sîwana TKP û çepên Tirkan de neyartîya Şêx Saîd û mezinên Kurdan dikin, bi gur re dikujin, bi şivên re dixwin û bi xwedîyê pez re şînê digrin wesselam…

Pustên heman beş