Bisedema alîkariya PKKê Hevserokê DBPê hat desteserkirin

Hevserokê DBPyê

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê navçeya Îslahiyeyê ya Dîlokê, li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê hat desteserkirin.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê îro di çarçoveya biryara Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê de bi sedema “alîkariya PKKyê” Hevserokê DBPyê yê Îslahiyeyê Zekî Manas desteser kir.

Cendirmeyan Zekî Manas ji bo karên îfadewergirtinê bir Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê.

Tîmên ewlehiyê piştî karên îfadeyê Manas veguhast Dadgeha Semsûrê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan digirin û kesên ku alîkarîya PKKyê dikin desteser dikin.

Pustên heman beş