22 endamên damezrêner ên Kongreya yekemîn a PKK’ê li ku ne?

Kê PKK damezrand? Beşa sêyem: Her yekê bi serê xwe çîrokek cûda heye Hînbûna çarenûsa 22 kesên ku PKK’e damezrandî, di warê nasîna roja îro ya PKK’ê de pir girîng e. Me berî niha behsa 8 kesên ku PKK damezrandî kiribû. 9- Kesîre Ocalan-Yildirim (Fatma): Di sala 1958 de li bajarokê Qarakoçanê hatiye dinê. Di sala 1978’an de bi Evdila Ocalan re zewicî. Bi rastî Kesîre di nava PKK’ê de dezgirtîya kesek din bû. Lê belê Ocalan têkiliya Kesîre û Îsmet qebûl nekir. Îsmet dûrxist û pey re zext li Kesîre kir û ew razî kir ku bi wî re bizewice. Zewicîn û Kesîre (Fatma) di nava grûpa PKK’ê de cihê xwe weke jina yekemîn girt. Ew jî yek ji wan du jinên ku beşdarî Kongreya PKK’ê bûne ye. Bi giştî di dîroka PKK’ê de Kesîre weke xayin tê bi nav kirin. Kesîre di nava derdorên li derveyî PKK’ê de weke keça Alî Yildirim ê endamê Mît’ê tê naskirin. Lê rewşa wê di nava PKK’ê de ne ev e. Kesîre keseke ku hem di dema damezrandina PKK’ê de û hem jî heta sala 1986’an dema ku ji PKK’ê veqetiya, ji Ocalan re ku bibe serok xizmetekî mezin kir. Bi hevrêziya bi Ocalan re êrîşî kesên wek Çetîn Gongor (Semîr) û Resûl Altinok(Dawut)kir. Pêvajoya ku bû sedema kuştina van serkirdeyan ji aliyê PKK’ê ve, Kesîrê û Apo bi hevre ava kir. Li kampên Lubnan û Lolanê jinên di nava PKK’ê de yek bi yek li ber çavên Kesîrê di hatin kuştin. Lê Kesîrê xwe weke hevpişka desthilatdariya Ocalan didît. Lê bi demê re Ocalan Kesîre ji xwe re wek asteng dît. Her wiha Ocalan bi demê re bi jinên din re jî dest bi têkiliyan kir. Têkiliyên wî û Kesîrê qut bûn. Dema ku PKK biryara jinav birina kesekî dide, pêşî dibêje kesayeta wî qels e û di babetên îdeolojîk de ji xetê derketîye. Paşê wek tasfiyekar tê îlankirin. Di qonaxa dawî de jê re tê gotin ku ev kes sîxûr e. Dema ku mirov digihe asta sîxurbûnê, ev yek nîşan dide ku rêya kuştinê vedibe. Di Kongreya 3êyemîn a PKK’ê de Kesîre jî weke hevalên Ocalan ên din di van sê qonaxan re derbas bû. Di nava rêxistinê de wek tasfiyekar hat îlankirin û li gel Duran Kalkan û Elî Heyder Qaytan endamtiya wan hat cemidandin û statûya wan a rêxistinî xistin asta welatparêzî. Lê helbet ji ber sedemên weke têkiliyên Ocalan û MÎT’ê, ku babê Kesîrê endamê MÎT’ê ye, ew weke damezrînerên din ên PKK’ê nehat kuştin. Kesîre bi şêwazekî gûmanbar ji kampên PKK’ê yên li Yewnanîstanê reviya. Careke din qed behsa PKK’ê nekir. Kesên nêzîkî PKK’ê di gotin, Kesîrê bi PKK’ê re rêkeftinek çêkiriye û li gorî vê rêkeftinê, pêwîstiyên Kesîre yên aborî hatine cîbicîkirin û ew jî li hember Ocalan tiştekî nebêje û ew nayê kuştin. Hinek têbînîyên xurt hene ku ev rêkeftina di navbera Ocalan û Kesîrê de Mîhrî Bellî çêkirî ye. Lê Ocalan Kesîre ji kadroyên xwe re weke jineke jêtirs, fessat û bêrehim bi nav dike. Tişta balkêş ew e ku Ocalan di sala 1999’an de dema çû Tirkiyê di dadgeha xwe de got “dibe ku destê Kesîre di kuştina Olof Palme de hebe”. Lewma niha Kesîre di lîsteya PKK’ê ya xayînan de cih digire. 10- Cemîl Bayik (Coma): Di sala 1955’an de li Elezîzê ji dayik bûye. Yek ji wan pênc kesên pêşî yen bi Ocalan re bûye. Niha jî yek ji wan du endamên PKK’ê ye ku hîn saxe û hê jî serkirdayetî dike. Cemîl Bayik ji damezrandina PKK’ê heta îro di dîroka PKK’ê de xwedî cihekî gelekî diyarker e. Ew keseke ku her gav wekî cêgirê Ocalan an jî zilamê duyemîn tê binav kirin. Lê bi rastî hemû karên Ocalan yên tarî Cemîl rêvedibe. Li ser Cemîl Bayık jî gelek şik û guman hene. Guman ên ser wî; sala 1979 tê girtin lê ew “bi xeletî” ji alîyê dewletê ve tê berdan. ew bûye sedema girtina Mazlûm Dogan û hwd. Îranê di sala 1984’an de li ser Cemîl Bayik raporek amadekir û ew weke sîxurê Tirkan binav kir. Her çendî jê re dibêjin destê rastê Ocalan jî, her tim bi Ocalan re di nav nakokîyeke veşartî û hevrikîyê da bû ye. Li dijî zewaca Ocalan a bi Kesîrê re û hevaltiya wî ya bi Pîlot (Necatî Kaya) re derket û li gel Heqî Qerar li dijî Ocalan helwest nîşan da. Di sala 1979’an de li dijî çûyîna Ocalan a bi tena serê xwe ji bû Sûrîyê derket û ew rexne kir. Piştî salên 1990î li dijî jiyana Ocalan a bi jinan re di vîleyên Şamê de nerazîbûn xwe dîyar kir. Di sala 1997’an de Ocalan ji wî re got, “Cuma nikare destwerdana di peywendiyên min û jinan de bike.” Cemîl Bayik di sala 1997’an de ji aliyê Ocalan ve ji erk hat dûrxistin. Berîya ku Ocalan biçe Tirkiyê serê sala 1999 Kongreya 6emîn a PKK’ê hat encamdayîn. Ocalan Cemîl Bayik di lîsteya xwe ya bû licneya navendî ya PKK’ê pêşnîyar nekir. Bayik di wê serdemê de bû ku da hête tasfîyekirin, lê Ocalan wê demê de çû Tirkiyê. Qedera Cemîl jî guherî û dîsa di nava rêxistinê de bû navekî bi bandor. Lê dîsa di sala 2004’an de ji aliyê Ocalan ve wek tasfiyekar hat destnîşan kirin û heta sala 2006’an ew bê wezîfe ma. Lê Cemîl Bayik tolên xwe ji hemû xebatkarên jin ên nêzî Ocalan sitand, ew Jin tasfiye kirin. şopên Ocalan yên nava rêxistinê hûrde-hûrde paqiş kirin. Niha Ocalan ji bo kadroyên PKK’ê serokekî manewî ye, Cemîl Bayik sîstema PKK’ê ya îro rêve dibe. Cemîl Bayik di vê sekina xwe ya 40 salî ya di nava PKK’ê de bi kesayeta xwe ya bêwijdan û revok tê pênasekirin. Her tim ji qadên şer reviyaye û hêza şer terikandiye. Cemîl bi bêwijdanîya xwe bûye sehma kadroyên PKK’ê. Cemîl Bayik kujerê bi sedan kadroya ne. Bi salan Cemîl Bayik weke serokê PKK’ê yê veşartî dixebitî. Niha bûye serokê eşkere yê PKK’ê. 11- Duran Kalkan (Ebbas): Di sala 1954’an de li Edeneyê ji dayik bûye û nijad Tirk e. ew jî ji wan 5 kesên ewilî yên bi Ocalan re cih digire. Dûran Kalkan yek ji wan her du nava ye yên ku beşdarî Kongreya damezrandina PKK’ê bûne û heta niha jî di nav PKK’ê de dijî. Dûran Kalkan ku di nava PKK’ê de bernav Ebbas bikar tîne, di mijarên îdeolojîk de weke navekî girîng tê naskirin. Di destpêkê de li ser medya, çapemenî û hwd xebitiye û pirtûk nivîsine. Ebbas keseke ku piştî sala 1981 ê di pêvajoya ku Ocalan xwe weke take serok binav dike û serkirdeyên damezrîner dikuje ew bêdeng ma. Bi piranî li Başûrê Kurdistanê ma ye. Salên 1982-85 li biryargehên PDK’ê di ma, li wir perwerdeya leşkerî dît û heyranê têkoşîna Pêşmerge bû. Dûran Kalkan pêşî bi navê Pêşmerge kovarekê derdixe û paşê jî bi navê ‘Pêşmergeyê Biçûk’ romanekê dinivîse. Lê belê ev pêvajoya Kalkan ji aliyê Ocalan ve wek tasfiyegeriyê tê dîtin û di kongreya 3yemîn de Kalkan wek alîgirên PDK-Pêşmergeyan tê binavkirin. Di pêvajoya tasfiyekirina hemû kadroyên salên 1970 î ji alîyê Ocalan ve ew jî nesîbê xwe digire. Bi ji nav birina kadroyên kevin, Ocalan dixwaze hafizekî nû biafirîne. Dûran Kalkan sala 1986’an de di Kongreya 3yemîn de weke tasfiyekar hat îlankirin, endamtiya wan a partiyê hat cemidandin û ew şandin Ewropayê. Li vir jê tê xwestin ku xwe ji partiyê re îspat bike. Dûran Kalkan tevî hevalê xwe Elî Heyder Qeytan (Fuat) di navbera salên 1988-1993’an de li Elmanyayê tên zîndanî kirin û darizandin. Di sala 1994’an hatin berdan û ew vegeriya Şamê. Di 5emîn kongreya PKK’ê ya ku li Heftenîn pêk hat de careke din ji bo licneya merkezî a PKK’ê hate hilbijartin. Lê ev erkdarî ya wî zêde nedomî. Serê sala 1998’an de ji aliyê Evdila Ocalan ve ji wazîfe hat dûrxistin û ew kir berpirsê tîmekê. Di 6emîn Kongreya PKK’ê de navê wî ji bo licneya merkezî di lîsteya Ocalan de cih negirt. Lê ew jî weke hevalên xwe yê din ku ji alîyê Ocalan hatibûn bê rek kirin tevgerîyan û di Kongreyê de dîsa bûn endamên licneya merkezî a PKK’ê. Di sala 2004’an de Dûran Kalkan dîsa ji aliyê Ocalan ve ji wezîfeyê hat girtin. Lê piştî demekî kurt dîsa dest bi wezîfeyê kir. Duran Kalkan li gel Cemîl Bayik piştî salên 2000 î beşdarî hemû biryarên kuştin û tasfîyekirina kadroyan bû. Piştî Kongreya 10’an weke berpirsê sereke tevlî hemû xebatên PKK’ê bû. 12- Seyfeddîn Zogurlu (Selîm): Seyfeddîn ew kese yê ku PKK’ê di mala wî de kongreya xwe ya yekem kirî. Xelkê gundê Fîsê yê bi ser Licê ve ye. Dibistana Mamosteyî xwendîye û wê deme tevlî PKK’ê dibe. wî li Amedê Û Dêrsimê xebatên girîng meşandin. Zewicî ye û xwedî du zarokan e. Di sala 1980 î de tevî malbata xwe derbasî Sûriyê dibe. Di şerê Filistîn-Îsraîl yê 1982 de hat girtin. Seyfettin Zoğurlu heta sala 1984’an yek ji navên pêşeng ên PKK’ê bû. Lê piştî sala 1983’an hêdî hêdî xwe paşde vedikişe û hin nakokîyan dikişîne. Lê piştre bûyereke balkêş rû dide. Di sala 1984’an de hevjîna xwe li Qamişloyê dikuje û berê xwe dide herêma Botanê. Di Tebaxa 1986’an de li herêma Besta ya Botanê di çalakiyê de bi întiharwarî dimeşe ser dijmin û li wir jîyana xwe ji dest dide. şêwazekî întiharê hildibijêre. Seyfettin Zoğurlu( Selîm) yekane endamê damezrîner ê PKK’ê ye ku bi guleya dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dide. her du zarokên wî ji aliyê PKK’ê ve tên mezinkirin. Yek ji wan niha bi navê bernav Hasan Qamişlo anjî Seyfî di rêveberiya HSD’ê de cih digire. Zarokê din yekî bi navê Berxwedan e ku bi salan bi Ocalan re dimîne û niha li Parîsê bi cih bûye. Malbata Seyfeddîn Zogurlu ji ber ku di mala wan de PKK hatîye damezrandin, ji aliyê PKK’ê ve xwedîyê nirxekî sembolîk tê dîtin. Lê belê di nava PKK’ê de ti endamekî malbatê di pileya bilind de nehatîye erkdar kirin.

Beşa sêyem: Her yek ji damezrînerên PKK’ê bi serê xwe çîrokek cûda heye

Hînbûna çarenûsa 22 kesên ku PKK’e damezrandî, di warê nasîna roja îro ya PKK’ê de pir girîng e. Me berî niha behsa 8 kesên ku PKK damezrandî kiribû.

9- Kesîre Ocalan-Yildirim (Fatma): Di sala 1958 de li bajarokê Qarakoçanê hatiye dinê. Di sala 1978’an de bi Evdila Ocalan re zewicî. Bi rastî Kesîre di nava PKK’ê de dezgirtîya kesek din bû. Lê belê Ocalan têkiliya Kesîre û Îsmet qebûl nekir. Îsmet dûrxist û pey re zext li Kesîre kir û ew razî kir ku bi wî re bizewice. Zewicîn û Kesîre (Fatma) di nava grûpa PKK’ê de cihê xwe weke jina yekemîn girt. Ew jî yek ji wan du jinên ku beşdarî Kongreya PKK’ê bûne ye.

Bi giştî di dîroka PKK’ê de Kesîre weke xayin tê bi nav kirin. Kesîre di nava derdorên li derveyî PKK’ê de weke keça Alî Yildirim ê endamê Mît’ê tê naskirin. Lê rewşa wê di nava PKK’ê de ne ev e. Kesîre keseke ku hem di dema damezrandina PKK’ê de û hem jî heta sala 1986’an dema ku ji PKK’ê veqetiya, ji Ocalan re ku bibe serok xizmetekî mezin kir. Bi hevrêziya bi Ocalan re êrîşî kesên wek Çetîn Gongor (Semîr) û Resûl Altinok(Dawut)kir. Pêvajoya ku bû sedema kuştina van serkirdeyan ji aliyê PKK’ê ve, Kesîrê û Apo bi hevre ava kir. Li kampên Lubnan û Lolanê jinên di nava PKK’ê de yek bi yek li ber çavên Kesîrê di hatin kuştin.

Lê Kesîrê xwe weke hevpişka desthilatdariya Ocalan didît. Lê bi demê re Ocalan Kesîre ji xwe re wek asteng dît. Her wiha Ocalan bi demê re bi jinên din re jî dest bi têkiliyan kir. Têkiliyên wî û Kesîrê qut bûn.

Dema ku PKK biryara jinav birina kesekî dide, pêşî dibêje kesayeta wî qels e û di babetên îdeolojîk de ji xetê derketîye. Paşê wek tasfiyekar tê îlankirin. Di qonaxa dawî de jê re tê gotin ku ev kes sîxûr e. Dema ku mirov digihe asta sîxurbûnê, ev yek nîşan dide ku rêya kuştinê vedibe.

Di Kongreya 3êyemîn a PKK’ê de Kesîre jî weke hevalên Ocalan ên din di van sê qonaxan re derbas bû. Di nava rêxistinê de wek tasfiyekar hat îlankirin û li gel Duran Kalkan û Elî Heyder Qaytan endamtiya wan hat cemidandin û statûya wan a rêxistinî xistin asta welatparêzî. Lê helbet ji ber sedemên weke têkiliyên Ocalan û MÎT’ê,  ku babê Kesîrê endamê MÎT’ê ye, ew weke damezrînerên din ên PKK’ê nehat kuştin. Kesîre bi şêwazekî gûmanbar ji kampên PKK’ê yên li Yewnanîstanê reviya. Careke din qed behsa PKK’ê nekir.

Kesên nêzîkî PKK’ê di gotin, Kesîrê bi PKK’ê re rêkeftinek çêkiriye û li gorî vê rêkeftinê, pêwîstiyên Kesîre yên aborî hatine cîbicîkirin û ew jî li hember Ocalan tiştekî nebêje û ew nayê kuştin. Hinek têbînîyên xurt hene ku ev rêkeftina di navbera Ocalan û Kesîrê de Mîhrî Bellî çêkirî ye.

Lê Ocalan Kesîre ji kadroyên xwe re weke jineke jêtirs, fessat û bêrehim bi nav dike. Tişta balkêş ew e ku Ocalan di sala 1999’an de dema çû Tirkiyê di dadgeha xwe de got “dibe ku destê Kesîre di kuştina Olof Palme de hebe”. Lewma niha Kesîre di lîsteya PKK’ê ya xayînan de cih digire.

10- Cemîl Bayik (Coma): Di sala 1955’an de li Elezîzê ji dayik bûye. Yek ji wan pênc kesên pêşî yen bi Ocalan re bûye. Niha jî yek ji wan du endamên PKK’ê ye ku hîn saxe û hê jî serkirdayetî dike. Cemîl Bayik ji damezrandina PKK’ê heta îro di dîroka PKK’ê de xwedî cihekî gelekî diyarker e. Ew keseke ku her gav wekî cêgirê Ocalan an jî zilamê duyemîn tê binav kirin. Lê bi rastî hemû karên Ocalan yên tarî Cemîl rêvedibe.

Li ser Cemîl Bayık jî gelek şik û guman hene. Guman ên ser wî; sala 1979 tê girtin lê ew “bi xeletî” ji alîyê dewletê ve tê berdan. ew bûye sedema girtina Mazlûm Dogan û hwd. Îranê di sala 1984’an de li ser Cemîl Bayik raporek amadekir û ew weke sîxurê Tirkan binav kir.

Her çendî jê re dibêjin destê rastê Ocalan jî, her tim bi Ocalan re di nav nakokîyeke veşartî û hevrikîyê da bû ye. Li dijî zewaca Ocalan a bi Kesîrê re û hevaltiya wî ya bi Pîlot (Necatî Kaya) re derket û li gel Heqî Qerar li dijî Ocalan helwest nîşan da. Di sala 1979’an de li dijî çûyîna Ocalan a bi tena serê xwe ji bû Sûrîyê derket û ew rexne kir.

Piştî salên 1990î li dijî jiyana Ocalan a bi jinan re di vîleyên Şamê de nerazîbûn xwe dîyar kir.  Di sala 1997’an de Ocalan ji wî re got, “Cuma nikare destwerdana di peywendiyên min û jinan de bike.”

Cemîl Bayik di sala 1997’an de ji aliyê Ocalan ve ji erk hat dûrxistin. Berîya ku Ocalan biçe Tirkiyê serê sala 1999 Kongreya 6emîn a PKK’ê hat encamdayîn. Ocalan Cemîl Bayik di lîsteya xwe ya bû licneya navendî ya PKK’ê pêşnîyar nekir. Bayik di wê serdemê de bû ku da hête tasfîyekirin, lê Ocalan wê demê de çû Tirkiyê. Qedera Cemîl jî guherî û dîsa di nava rêxistinê de bû navekî bi bandor.

Lê dîsa di sala 2004’an de ji aliyê Ocalan ve wek tasfiyekar hat destnîşan kirin û heta sala 2006’an ew bê wezîfe ma. Lê Cemîl Bayik tolên xwe ji hemû xebatkarên jin ên nêzî Ocalan sitand, ew Jin tasfiye kirin. şopên Ocalan yên nava rêxistinê hûrde-hûrde paqiş kirin. Niha Ocalan ji bo kadroyên PKK’ê serokekî manewî ye, Cemîl Bayik sîstema PKK’ê ya îro rêve dibe.

Cemîl Bayik di vê sekina xwe ya 40 salî ya di nava PKK’ê de bi kesayeta xwe ya bêwijdan û revok tê pênasekirin. Her tim ji qadên şer reviyaye û hêza şer terikandiye. Cemîl bi bêwijdanîya xwe bûye sehma kadroyên PKK’ê. Cemîl Bayik kujerê bi sedan kadroya ne.

Bi salan Cemîl Bayik weke serokê PKK’ê yê veşartî dixebitî. Niha bûye serokê eşkere yê PKK’ê.

11- Duran Kalkan (Ebbas): Di sala 1954’an de li Edeneyê ji dayik bûye û nijad Tirk e. ew jî ji wan 5 kesên ewilî yên bi Ocalan re cih digire. Dûran Kalkan yek ji wan her du nava ye yên ku beşdarî Kongreya damezrandina PKK’ê bûne û heta niha jî di nav PKK’ê de dijî. Dûran Kalkan ku di nava PKK’ê de bernav Ebbas bikar tîne, di mijarên îdeolojîk de weke navekî girîng tê naskirin. Di destpêkê de li ser medya, çapemenî û hwd xebitiye û pirtûk nivîsine. Ebbas keseke ku piştî sala 1981 ê di pêvajoya ku Ocalan xwe weke take serok binav dike û serkirdeyên damezrîner dikuje ew bêdeng ma. Bi piranî li Başûrê Kurdistanê ma ye. Salên 1982-85 li biryargehên PDK’ê di ma, li wir perwerdeya leşkerî dît û heyranê têkoşîna Pêşmerge bû. Dûran Kalkan pêşî bi navê Pêşmerge kovarekê derdixe û paşê jî bi navê ‘Pêşmergeyê Biçûk’ romanekê dinivîse.

Lê belê ev pêvajoya Kalkan ji aliyê Ocalan ve wek tasfiyegeriyê tê dîtin û di kongreya 3yemîn de Kalkan wek alîgirên PDK-Pêşmergeyan tê binavkirin. Di pêvajoya tasfiyekirina hemû kadroyên salên 1970 î ji alîyê Ocalan ve ew jî nesîbê xwe digire. Bi ji nav birina kadroyên kevin, Ocalan dixwaze hafizekî nû biafirîne. Dûran Kalkan sala 1986’an de di Kongreya 3yemîn de weke tasfiyekar hat îlankirin, endamtiya wan a partiyê hat cemidandin û ew şandin Ewropayê. Li vir jê tê xwestin ku xwe ji partiyê re îspat bike. Dûran Kalkan tevî hevalê xwe Elî Heyder Qeytan (Fuat) di navbera salên 1988-1993’an de li Elmanyayê tên zîndanî kirin û darizandin. Di sala 1994’an hatin berdan û ew vegeriya Şamê. Di 5emîn kongreya PKK’ê ya ku li Heftenîn pêk hat de careke din ji bo licneya merkezî a PKK’ê hate hilbijartin. Lê ev erkdarî ya wî zêde nedomî. Serê sala 1998’an de ji aliyê Evdila Ocalan ve ji wazîfe hat dûrxistin û ew kir berpirsê tîmekê. Di 6emîn Kongreya PKK’ê de navê wî ji bo licneya merkezî di lîsteya Ocalan de cih negirt.

Lê ew jî weke hevalên xwe yê din ku ji alîyê Ocalan hatibûn bê rek kirin tevgerîyan û di Kongreyê de dîsa bûn endamên licneya merkezî a PKK’ê. Di sala 2004’an de Dûran Kalkan dîsa ji aliyê Ocalan ve ji wezîfeyê hat girtin. Lê piştî demekî kurt dîsa dest bi wezîfeyê kir.

Duran Kalkan li gel Cemîl Bayik piştî salên 2000 î beşdarî hemû biryarên kuştin û tasfîyekirina kadroyan bû.  Piştî Kongreya 10’an weke berpirsê sereke tevlî hemû xebatên PKK’ê bû.

12- Seyfeddîn Zogurlu (Selîm): Seyfeddîn ew kese yê ku PKK’ê di mala wî de kongreya xwe ya yekem kirî. Xelkê gundê Fîsê yê bi ser Licê ve ye. Dibistana Mamosteyî xwendîye û wê deme tevlî PKK’ê dibe. wî li Amedê Û Dêrsimê xebatên girîng meşandin. Zewicî ye û xwedî du zarokan e. Di sala 1980 î de tevî malbata xwe derbasî Sûriyê dibe. Di şerê Filistîn-Îsraîl yê 1982 de hat girtin. Seyfettin Zoğurlu heta sala 1984’an yek ji navên pêşeng ên PKK’ê bû. Lê piştî sala 1983’an hêdî hêdî xwe paşde vedikişe û hin nakokîyan dikişîne. Lê piştre bûyereke balkêş rû dide. Di sala 1984’an de hevjîna xwe li Qamişloyê dikuje û berê xwe dide herêma Botanê. Di Tebaxa 1986’an de li herêma Besta ya Botanê di çalakiyê de bi întiharwarî dimeşe ser dijmin û li wir jîyana xwe ji dest dide. şêwazekî întiharê hildibijêre.

Seyfettin Zoğurlu( Selîm) yekane endamê damezrîner ê PKK’ê ye ku bi guleya dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dide. her du zarokên wî ji aliyê PKK’ê ve tên mezinkirin. Yek ji wan niha bi navê bernav Hasan Qamişlo anjî Seyfî di rêveberiya HSD’ê de cih digire. Zarokê din yekî bi navê Berxwedan e ku bi salan bi Ocalan re dimîne û niha li Parîsê bi cih bûye. Malbata Seyfeddîn Zogurlu ji ber ku di mala wan de PKK hatîye damezrandin, ji aliyê PKK’ê ve xwedîyê nirxekî sembolîk tê dîtin. Lê belê di nava PKK’ê de ti endamekî malbatê di pileya bilind de nehatîye erkdar kirin.

Pustên heman beş