Di rêbazê de dewletbûn

Di rêbazê de dewletbûn

Bûbê Eser

Xala herî sereke û girîng ya rêbaza pîroz dewletbûn e. Ji ber ku Barzaniyan ji roja ewil ku li hember dagirkeriyê serî hildan, armanc û hedefa wan avakirina dewleteke kurdî bû.

Barzaniyan baş dizanîbûn ku miletek ango xelkekî bê dewlet, weke malbateke bê bav. Dareke bê fêkî, maleke bê derî û weke pêşmêrgeyekê bê çek be. Di malbatekê de bav tune be. Zarokên wê malbatê hemî bi kêmanî ango bi hesreta bavtiyê dijîn û ev jî tesîreke ne baş li ser derûniya wan zarokana dikê.

Zarokekî bê bav dema hin kesan li ba bavê wan dibîne ku bavî wî/ê pê şa dibe, bi zora wî/ê dihare ku çima bavê wî/ê jî tuneye ku bi wî/ê şa bibe. Dema tu bê dewlet be û miletê cîhanê bi munasebetên serketina dewleta xwe wê pîroz dikin, em kurd dibêjin xwezî dewleteke me jî heba û me jî rojên weha xweş bidîtana.

Bala xwe bidinê di hemî pêşbirk ango musabeqeyên di navneteweyan de, her miletek bi al û bi sirûda xwe ya neteweyî derdikevin ser dikê an holê. Dema em kurd vê dibînin, dilê her kurdekî dilsozê gelê wî diêşe ku çima ala kurdistanê û sirûda kurdî jî di qada cîhanê de tune ne.

Di qada jiyanê de, bê dewletî weke bê bavtî ye. Ji  ber ku dewlet bav e. Dema miletekî weke miletê kurd esîlzade û xwediyê xwe û dîrokek dûr û dirêj e, lê di nava vê dema dirêj de dagirkeran ew bê dewlet hiştine. Bê dewletî jî tesîreke wê ya xerab heye ku mirovan ji hizra wan ya neteweyî bi dûr dixe.

Ji ber ku dema tu bê dewlet be, tu ne tu bi xwe ye. Dema tu bê dewlet be, çiqasî dewlemend be, xwedî hebûnên bê hempa be jî, roja te serdestê xwe ango dewlete ku tu bê dewlet hiştiye aciz dike, ew yek ser dikare dest bide ser hemî hebûnên te.

Dikarin dest bidin ser malê te, perên te, erda te û heta wê destdirêjiya namûse te jî bike û tu nikare li hember vê dengê xwe jî derxe. Loma xala dewletbûnê xaleke girîng e ku Barzaniyan ev kirine xala vê rêbazê ya sereke. Ji ber ku miletek, xelkek bi saya dewleta xwe heye û dijî. Yên bê dewlet saxên mirî ne.

Di hemî tekoşîn û berxwedanên xwe de Barzaniya xwestine û hewl dane ku Kurdan bikin xwedî dewleta wan. Heger armanc û hedefa Barzaniya ne ev ba, wanê ewqas bedel û tekoşîna sed salan nedabana. Heger armanca Barzaniyan tenha dewlemendî, pere û mal ba, çi demê bixwestina dikarîbûn li gel dagirkerên xwe li hev bikirana da ku li hev bihatana û bibûna dewlemendên bê dewlet.

Heger di şerê Iraqê de ku dema Saddam qels diket, hemî kurdistan pêşkêşî Barzaniyan dikir û digot: ”Bila Kurdistan tev ê we be, lê ne bi navê Kurdistaneke serbixwe û ne bi armanca damezrandina dewleteke kurdî”. Lê Barzaniyan ev daxwaza Saddam û gelek serdestên xwe qebûl nedikirin û tim digotin: ”Heta ku dewleta kurdî ava nebe, wê kurd weke kurd nikaribin bijîn. Ji ber ku hebûna miletekî û xelkekî girêdayî dewletbûna wê ye”.

Ji ber vê girîngiyê bû ku Barzaiyan ji bona damezrandina dewleteke kurdî bedelên mezin dan û didin. Min xwest ez vê bi mînakekê vekim da ku kurd baş têbigihêjin, bê armanc û hedefa Barzaniyan ya di şerê sed salan ji bona çi bû?

Di sala 1909an de rojnamevanekî Brîtanî bi navê Vich Jan Vohr derdikeve gera xwe ya rojhilata navîn, di gera xwede  seredana hin dewletan û ya Iraqê jî dike û dûre derbasî başûrê kurdistanê dibe. Gelek ji mezinên kurdan, eşîr û malbatên mezin dibîne. Piştre jî dihare  devera Barzan. Li wir dixwazî li gel Şêx Ehmed Barzanî rûnê. Bi wî re sohbet bike, bê ka Kurd çi dixwazin. Lê dema ew tê Barzan wê demê Şêx Ehmed ne li wir e. Rojnamevan dipirse û dixwaze li gel wî rûnê. Dûre jê re dibêjin ku ew ji bona karekî çûye Amediyê, Wê gavê ê rojnemevan daxwaz ji Barzaniyan dike ku wî bibin ba Şêx Ehmed.

Wer hasil rojnemavanê Brîtanî bi saya xelkê devera Barzan xwe dighêjîne Amediyê û li wir li gel Şêx Ehmed xwarinê dixwin, dûre jî ê rojnemavan pirsên xwe ji Şêx Ehmed dike. Piştî pirs û bersîvên wî diqedin vê carê Şêx Ehmed ji yê rojnemevan dipirse.

-Gelo tê çi demê li welatê xwe vegere?

-Heta mehekê ez ê li van derana bim û dûr vedigerim.

-Dema ku tu vegere Brîtanya, tu dikarî min jî li gel xwe bibe?

-Xêr e, çima gelo?

-Min dixwest werim şaraderiya Londonê beşa kultur û çandê bibînin ku li devera Barzan em bi hevre pirtûkxaneyeke mezin vekin da ku xelkê me ji xwendinê nemînin. Ya din ez dixwazim melîkê Brîtanya George jî bibînim û li gel cenabê wî mesela Serxwebûna Kurdistanê biaxifim.  Em miletekî mezin û qedîm in. Lê bê dewlet in. Bê dewletî jî mirin e. Bi vî halî em Kurd ne xwediyê xwe û tu tiştekî ne. Di pirtûkê de sohbeta rojnemevanê Brîtanî û şêx Ehmed de gelek mijar û gotin hene…

Ji bona çi min ev mînak da. Ji ber ku gelek kurdên xêrnexwaz hene ku Barzaniyan weke eşîretekê bi nav dikin. Dema ew Barzaniyan weha pênase bikin, ev tê wê wateyê ku Barzanî ne ji bona dewleta kurdî, lê tenha ji bona eşîreta xwe kar dikin. Ji ber vê ye dijminên me û pêgirtên wan tim Barzaniyan weke êşîr in bi nav dikin.

Lê ji sohbeta Şêx Ehmed û rojnemevanê Brîtanê tê fêmkirin ku daxwaza Barzaniyan ji sala 1909an ku kurdan bikin xwedî dewleta wan, kar û xebatê dikin. Tekoşîn û serîhildanên wan hemî ji bona vê ye. Barzaniyan baş zanîbûn ku bê dewletî mirin e. Bê dewletî tu ne tu ye. Bê dewletê tu weke kurd ne xwediyê xwe û tu mafan e. Loma ji bona kurd ji koletiyê û bindestiya Ereb, Faris û Tirkan azad bibin, divê bibin xwedî dewleta xwe. Ev weke daxwazeke Barzaniyan ya ji roja ewil ku dest avêtin çeka berxwedanê, ye.

Ji ber vê ye ku Barzaniyan di tekoşîna xwe ya sed salan de tim ji bona kurdan bikin xwedî dewleta wan tekoşîn dane. Bi dehan caran daxwaza dagirkeran ji Barzaniyan ew bû ku  bêyî dewleta kurdî ”hûn çi bixwazin em ê bidin we”, qebûl nekirine û armanca wan ya sereke, ji bona damezrandina dewleteke kurdî ya serbixwe bû ye û hê jî weha ye.

Ji ber vê ye, xala dewletbûnê xalekek girîng û pîroz e, di rêbaza Barzaniyê nemir de. Loma ev bû xala sereke û yekem di rêbazê de. Heger em weke kurd çi demê vê rêbazê baş fêr bibin, aha wê demê dewletbûna kurdan jî dê pêk bê. Ji ber ku bê dewletî mirin e, koçberî û wêranî ye. Enfal û jenosîd e, kîmyabaranî û koçeberî ye. Ev sed salên kurd vê dijîn. Ji bona careke din vê nejîjn, Helebçeyan û Enfalên nû nebînin, weke li bakurê kurdistanê ciwanên kurd ji zîndanên weke zîndana Diyarbirê azad bibin, divê kurd bibin xwedî dewleta xwe ya serbixwe. Aha ev jî daxwaza wê felsefe ango rêbaza pîroz e.

Navê berhemê: THE SHEIKH OF BARZAN

Wergêr ji Îngilîzî:  Rebwar Ramadan Barzanî.

 ji ingilîzî bûye kurdî zaravayê soranî û bi elfabeya erebî…

🔴 Dema tu bê dewlet be, tu ne tu bi xwe ye. Dema tu bê dewlet be, çiqasî dewlemend be, xwedî hebûnên bê hempa be jî, roja te serdestê xwe ango dewlete ku tu bê dewlet hiştiye aciz dike, ew yek ser dikare dest bide ser hemî hebûnên te.

Pustên heman beş