Şêx Saîd li Amedê ÎYÎ Partî ji hevde xist

Şêx Saîd li Amedê ÎYÎ Partî ji hevde xist

Serokê ÎYÎ Partî yê Parêzgeha Diyarbekirê Vejdîn Ensarioglu: Emê bi 12 hezar û 750 endamên xwe ji ÎYÎ Partiyê îstîfa bikin.

ÎYÎ Partî partiyek nîjadperest û dijKurd e. Seroka wê Meral Akşener wexta di salên 90î de Wezîra Navxweyî ya Tirkiyê bû qira Kurdan anîbû û bi biryarên wê û Serokwezîr Tansû Çîller zêdeyî 17 hezar Kurdên welatparêz bi navê “Faîlên ne diyar” dabûn kujtin. Dîsa ji Kurd dibin endamên vê partîya nîjadperest û dîroka xwe zû ji bîr dikin.

Piştî nîqaşên Şêx Saîd, ÎYÎ Partiyê wekîlê xwe yê Kurd ê Amedê M. Salîm Ensarîoglû dabû disiplînê. Piştî vê biryarê Ensarîoglû got ku “Şêx Saîd rûmeta me ye, ez nikarim di vê derbarê de bêdeng bimînin” û ji partiya xwe îstîfa kir.

Helwesta ÎYÎ Partiyê û îstifakirina M. Salim Ensarioglû bû sebeb ku li Amedê endamên ÎYÎ Partiyê dev jê biqerin û jê îstîfa bikin.

Piştî îstîfakirina Parlamenterê ÎYÎ Partiyê Salim Ensarioglu, kurê wî Vejdîn Ensarioglû (Serokê ÎYÎ Partî yê Parêzgeha Diyarbekirê) daxuyand ku ewê tevî 12 hezar 750 endamên xwe ji ÎYÎ Partiyê îstîfa bikin û dev jê berdin.

Pustên heman beş