Encama hilbijartinên Iraqê: Kerkûk, Mûsil û Şengal Kurdistan e

iraq-election-kirmuk-musil-ninava-sinjar-info

Duh li seranserî Iraqê hilbijartinên Civatên Giştî yên Parêzgehan hatin kirin. Encamên fermî hêj nehatine ragihandin. Di hilbijartinên ku li hemû bajarên Iraqê û navçeyên Kurdistanî di çarçoveya maddeya 140 ê de, ku jê re tê gotin Navçeyên Nakok de, Kurdan serkeftinên mezin bi dest xist. Encameke vê hilbijartinê ya ji hejmar, kursî û hevrikiya partiyan girîngtir jî ew e: Kerkûk, Mûsil û Şengal li nasnameya xwe ya Kurdistanî xwedî derketin.

Hilbijartin dikare wekî giştpirsîya herêmên Kurdistani bê nirxandin

Piştî hilweşandina rejîma Seddam, dewleta nû ya Iraqê biryara giştpirsîyê da. Li gorî vê biryarê, ji bo zelalkirina statûya van herêmên Kurdistanî ku ji Xaneqînê dest pê dike û heya Germiyan, Dûzxurmatû, Kerkûk, Mexmûr û Şengalê, pêşî wê serjimêrî were kirin û piştre jî giştpirsî were çêkirin. Tevî hemû daxwazî û bizavên Kurdan jî dewleta Iraqê rê li ber serjimêrî û giştpirsîyê girt.

Ji sere salên 1950 î ve hewl didin ku demografîya Kerkûkê û Şengalê biguherînin loma jî Ereb anîn li van herêman bi cîh kirin. Piştî sala 2004 an rêgirî li vegeryana Kurdan hat kirin. Herî dawî di 16 ê Cotmeha 2017 an de bi hezaran Kurd bi neçarî ji Kerkûkê derketin. Dîsa Ereb anîn û li ser gund-mal û milken Kurdan bi cih kirin.

Kurdên li van herêman dijîn, rexmê hemû zordestîyan li nasnameya xwe ya Kurdewarî xwedî derketin. Dema diçûn ser sindoqên dengdanê jî ala Kurdistanê bilind dikir. Ango Kurdên wan deveran dengdan weke helwestekî li hemberî siyaseta şovenîst û dij-Kurd a Iraqê pênase dikir. Em dizanin ku Kurdan li bajarên weke Kerkûk, Şengal, Mexmûr û Xaneqînê dengê xwe dane têgeha “Ev der Kurdistan e”.

Piştî ku dema dengdanê bi dawî bû, Kurdên Kerkûkê bêyî ku cudahiyê di navbera PDK û YNK ê de bikin, bi ala Kurdistanê daketin ser kuç û kolanên Babe Gurgur.

Yanî sînorên Kurdistanê Çiyayê Hemrîn e. ji Xanaqê heta Kerkûkê û ji wir jî heta Mexmûr û Şengalê xaka pîroz a Kurdistanê dirêj dibe.

Mûsil-Şengal Kurdistan e

Herêmeke din a ku şovenîstên dewleta Iraqê dixwest ji Kurdistanê veqetîne, navçeyên Kurdan ên li deşta Nînewa û bajarê qedîm Şengalê bû.

PDK di hemû sindoqên hilbijartinê yên Mexmûr, Giwêr, Feydîyê, Şêxan, Zûmar û Şengalê de bû partiya yekemîn.

Bi taybetî li Şengalê bi navê Kurdan PDK bû partîya yekem ev yek xwedî peyameke girîng bû. Gelê Şengalê, yanî Êzidî dixwazin Peymana Şengalê ya ku di 9 ê Cotmeha 2020 an de di navbera Bexda û Hewlerê de hatiye îmzekirin bê cîbecîh kirin. Êzidî dixwazin bi Kurdistanê li ser Kurdistanê bimînin. Ev serkeftin bû bersivek ji bo polîtîkayên PKKê ku dixwaze Şengalê ji Kurdistanê veqetîne. Tevî hemû zext û gefên pêkhateyên çekdar ên Heşdî Şeibî, Artêşa Iraqê û PKKê jî gelê Şengalê dilsozîya xwe ya ji Kurdistanê re dupatkir û got Şengal Kurdistane û wê Kurdistan bimîn ê.  

Kurdan careke din peymana Lozanê red kirin

Ev serkeftina Kurdan di hilbijartinên civata parêzgehên Iraqê de xwedî girîngîyekî sosyolojîk û siyasî ye divê bi gelek aliyan ve ev encam bê nîqaşkirin.

Hilbijartinên civata encûmenên parêzgehên Iraqê ku weke hilbijartineke sade ya herêmî xuya dike, xwedî peyamek dîrokî ye. Başûrê Kurdistanê bi vê hilbijartinê derbeke mezin a duyemîn li peymana Lozanê xist. Zarbê Yekem, bi bidestxistina statuya Herêma Kurdistanê, ku Peymana Lozanê hebûna Kurdan paşguh dikir, dabû. Nûke jî bi îrade û dengên xwe Kurdan li Mûsil û Kerkûkê peymana Lozanê cirand.

Di rojên pêş de hemû pêkhate û layenên Iraq û Kurdistanê dê li gorî van encaman helwesta xwe raber bikin. Divê em Kurd hişyar bîn dê êrişên ser me dibe ku zêde bibin, dê bixwazin navmala Kurdî têkbidin û provokasyonên curbecur wê bên ceribandin divê li gorî vê yekê Kurd hevgirtî bin.

Bi teybetî giringe ku piştî van encaman Iraq li ser têkçûna sîyaseta biçuk kirina statûya Kurdistanê, dest danîna ser dahatê nefta Kurdistanê û Kêşeyên muçe û hwd bêhtir ektîf bike. lê sîyaseta Iraqê bi van êncaman îflas kirî ye.

Kurd dixwazin xwe birêve bibin

Herêmên ku di hilbijartinên meclîsên giştî yên parêzgehan de li seranserî Iraqê rêjeya dengdêran li  herêmên jêrdestî madde 140 bûn. Yên ku çûne ser sindoqên degdanê Kurd bûn. Li Kerkûkê yên ku çûne ser sindoqên dengdanê tenê ne ji bo piştgirîya partîya xwe çûne ji bo ku Kurd xwe birêve bibin dengê xwe dane. Ji ber ku Kurdên li derveyî îdareya desthiladarîya herêma Kurdistanê dijîn baş dizanin ku xwerêve nebirin ka zilmeke çi qasî mezin e.

Kurd dixwazin desteserkirina mafên wan ên ji ber Kurdbûnê, dûrxistina ji her erkên dewletê, bi zimanê xwe perwerdehî nedîtin, bi dawî bibe û dîsa xwe bi rêve bibe.

Kêmanî û pêkhateyên din bi Kurdan re

Xaleke din a girîng a div ê hilbijartinê jî ew e ku qismek ji Ereb, Asûrî û Tirkmena yên ku di nav sînorên Kurdistanê de dijîn, bi dengên xwe gotin em dixwazin bin rêveberîya îdara Kurdan de bijîn.

Hema bêje hemû gundên Erebên Mexmûrê dengên xwe dane PDK ê. Welatiyên Ereb ji payamnêrên tv yan re digotin; “Kurd adiltir in, bêhtir xizmetê didin, em xizmetên wekî Hewlêrê dixwazin”.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Tirkmenî yê Kerkûkê Îrfan Kerkûkî, piştî vekirina sindoqan got, “Eger Kurd li Kerkûkê desthilatdariyê bidest xwe bixin, em ê weke bira bi hev re bijîn”.

Pêdivîye Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Bi van hilbijartinan re derfet ket destê Kurdan ku rengê îdarî li Iraqê biguherînin. Lê ev derfet tenê bi yekitiyeke rast a Kurdan dikare were cîbicîkirin. Îradeya siyasî ya Kurd ku di bin Ala Kurdistanê de hatiye komkirin, weke xelkê Kerkûkê dikare paşeroja Kurdan biguhere. Di hilbijartinan de yekîtîya Kurdan bi ser ket.

Pustên heman beş