Bi xêra YNK’ê dujminekî Kurdistanê dibe endamê encûmena parêzgeha Mûsilê

Bi xêra YNK’ê dujminekî Kurdistanê dibe endamê encûmena parêzgeha Mûsilê

Duh êvarê Komîsyona Bilind ya serbixwe ya Hilbjartinê ya Îraqê encamên destpêkêyên hilbijartinê ragihand û diyar kir ku lîsteya yekîtîya gelên Nînovayê di asta Mûsilê de 45.939 deng bi dest xistine. Li gor vê encamê lîsteya Yekîtîya Gelên Nînovayê 2 kursî bi dest xistin.

 Yekîtîya Gelên Nînovayê di asata Mûsilê de ji çendîn partî, kesatî û hevbendiyên cûda pêk dihat, a herî sereke di vê hevpeymaniyê de YNK’e bû, her weha rêxistina PKK’ê ya li Şengalê PADÊ jî tevlî vê hevpeymaniyê bibû, PKK’ê û YNK’ê xwest bi vî awa alîkariya hevdu bikin û nûnerekî PKK’ê jî bixin meclîsa Mûsilê de.

PKK’ê bi berdewamî di çapemeniya xwe de piştgiriya YNK’ê dikir ji boy hilbijartinên encûmenên parêzgehên Îraqê de, bi taybetî li Kerkûkê, bi vê yekê bi tenê jî nesekinî, bi rêya şaxa xwe ya Başûrê Kurdistanê “Tevgera Azadiya Civata Kurdistanê” rasterast piştgirî da YNK’ê û ji alîgrên xwe xwest deng bi namzedên YNK’ê yên li Kerkûkê bidin, li himber vê yekê jî YNK’ê li Şengalê alîkariya PKK’ê kir ku namzedê PADÊ serkeve û dengên pêwîst bi dest bixe.

Serketina namzedê hevpeymaniya gelên Nînovayê yê li Şengalê bi dengê dengdêrên Êzdiyên Şengalê bi tenê nebû, ji ber ku sîstema hilbijartinê bi awayekê bû ku namzed dikarîn li tevahiya bajarê Mûsilê di nav de li Şengalê jî denga bi dest bixin, ya rast weke hilbijartinên parlamentoya Îraqê ya sala 2021an hejmarek herî kêm ya Êzdiyan deng bi namzedên PKK’ê daye, berevajî wê ya ku PKK’e bangeşeyê jê re dike.

YNK’ê li Şengalê himber alîkariya PKK’ê ya li Kerkûkê ji boy bi dest xistina dengên gelê Kerkûkê soz bi PKK’ê dabû ku li sînorê Mûsilê jî lîsteya hevbeş bi PADÊ re pêk bîne heya ku bikare namzedekî PADÊ bixe encûmena parêzgeha Mûsilê, ger bi vî awa nebûya ti namzedekî PKK’ê weke hilbijartinên 2021an yên parlamentoya Îraqê bi ser nediket.

Pustên heman beş