Damezrênerên ku PKKê ew weke xayîn îlan kir kî ne?
Em bi berdewamî ve dibêjin ka çi hatiye serê endamên damezrênerên PKKê. PKKê di dîroka xwe de gelek damezrênerên xwe xayîn îlan kirine. Lêbelê xayînên ku wek leheng hatin îlankirin jî hene. Em vegotina xwe bidomînin
13-Hûseyîn Topgider (Bîlge):
Huseyin Topgîder ku di nav PKKê de bernavê Bîlge bi kar aniye ji bajarê Elezîzê ye. Huseyîn di dema 12ê Îlonê de hate girtin lê piştî hatî berdan dîsa çû nav PKKê. Li Başûrê Kurdistanê, Botanê û gelek cihên din rêveberî kirî ye. Her wiha di nava PKKê de erka komîserê siyasî jî wergirtîye. Ji ber ku di dema mana xwe ya di nav PKKê de ne alîgirê Ocalan bû, wezîfeyên paye bilind jê re nehat dayîn. Piştre şandin Rûsyayê û PKKe kesên ku dixwestin ji xwe dûrbixe rêdikirin Rûsyayê. Di sala 1999an de helwesta Ocalan li dadgehê rast nedît û ji PKKê veqetiya.
PKKê veqetandina Huseyîn kir mijarekî bêwate ku helwesta wî ya dij-Ocalan veşêre. lê Bîlge bi sedemên sîyasî veqetîya bû. Li gorî PKKê Huseyin Topgider xayin e. Huseyîn we difikire ku Ocalan li Îmraliyê xiynet lê kiriye loma jî dev ji PKKê berda.
14-Baqî Qarer:
Yek ji damezrênerên Tirk ên PKKê ye. Ji bajarê Ordu yê li herêma Deryaya Reş e. Birayê Haqî Qarer ê ku yek ji pêşengên destpêkê yên PKKê ye. Heqî di demeke kêm de karên pir mezin ji PKKê re kir bûn. Baqî Qarer piştî sala 1980 î li dijî hewldanên Evdila Ocalan ên ji bo desteserkirin û yekîtiya PKKê derket. Baqî Qarer ku di nava koma mûxalîf a li dijî Ocalan de cih digire, herî dawî li Başûrê Kurdistanê herêma Lolanê hate girtin. Qarer fêhm kir ku dê bê kuştin, reviya û xwe gihande Ewropayê. Heta sala 2010 an bi dizî jiya û têkiliya wî bi tu kesî re nebû. PKKê Baqî Qarer weke xayîn îlan kir.
15- Alî Çetîner:
Çetîner xelkê Mereşê ye, di sala 1976 an de tevlî PKKê dibe. hem li Mereşê û hem jî di nava girseyên Mereşê yên li Ewropayê de rolek girîng lîst û çavkaniyên madî yên mezin bû PKKê peyda kirin. Di salên 1980an de Ewropa ji bo hemû rêxistinên Kurdan bû cihê stargehê û qadên ziman, wêje û siyasetê. Gelek rêxistin li vir cih bûn. Lê PKKê Ewropa bi awayekî din bi kar di anî, bi kuştin, ticareta eroînê, bace sitandin, dikan dişewitand û hwd. PKKê hem hêzên muxalîf ên li dijî xwe û hem jî yên ji PKK veqetîyayî li nava kolanên Ewropa de di kuştin û teror di afirand. Alî Çetîner li Fransayê di kampeke perwerdeyê de tê girtin û der barê wî de cezayê kuştinê tê dayîn. Di sala 1987 an de Çetîner ji destê PKKê direve û xwe radestî dewleta Swêdê dike. PKKe hê jî li dû Çetîner digere. Çetîner nûke kîveye kes nizane.
16- Şahîn Donmez:
Di dîroka PKKê de yek ji navên ku herî zêde tê serziman şahîn e. Navê wî bi xiyanetê re wekhev tê dîtin. Di kongreya yekem a PKKê de ji bo koordînasyonê bi Ocalan re tê wezîfedarkirin. Bû mirovê herî nêzîkê Ocalan. Bi Ocalan re di kuştina Celal Aydin û hin welatparêzan din hevkarî kirîye. Şahîn Donmez di Gulana 1979 an de hat girtin. PKKê kongreya xwe pêk anî lê daxuyanî neda bû. Donmez nikare li ber îşkenceyê berxwe bide û dibe îtîrafkar. Damezrandina PKKê radigihîne û gelek cinayetên PKKê wek kuştina Celal Aydin îtîraf dike. Di derbarê PKKê de agahiyên nepenî yên pir girîng dide dewletê. Mala ku Ocalan lê dimîne jî dibêje. Pirr balkêş e ku dewlet Ocalan nagire.
Şahîn Donmez di nava PKKê de tevlî înfazên navxweyî bûye û hevalên xwe dikuje. Şahîn Donmez paşî demekê tê berdan. Di nava xizaniyê de dijî. Di sala 1990 î de dema li dikaneke kelûpelan dixebitî ji aliyê PKKê ve tê kuştin. PKKe çawa xwe gihandiye Donmez kî jêre cihê wî got, cihê pirsê ye.
17-Abbas Goktaş:
Ji Serhatê ye. Di dema derbeya 12 ê Îlonê de derketin çîya, lê piştre hat girtin. Di dema binçav de dibe îtîrafkar. ji girtîgehê derdikeve tevlî PKKê nabe. Ji aliyê PKKê ve weke xayîn tê ragihandin û wî dikujin.
18- Evdilla Ocalan:
Êndamê grûpa despêkê a PKKê ye. Di sala 1949 an de li Xalfetî ya ser bi Rihayê ve li gundê Ammara ji dayik bûye. Niha jî serokê PKKê ye. Ocalan navê herî bi guman ê PKKê ye û derbarê wî de gelek îdia û delîl hene ku ew sîxûr be. Gelek agahî û belge hene nîşan didin berîya avabûna PKKê Ocalan di nava sazîyên Mît ê de dixebitî. Di derbarê Apo de gelek tiştên bi guman hene, wek hevalê wî yê MÎt Pîlot (Necatî Kaya) û zewaca wî ya bi keça rêveberekî MÎT ê re.
Beşeke girîng a Ocalan ku nehatiye zelalkirin, kê Ocalan biriye Sûriyeyê ye. Ocalan li Şamê jî li gel Ataşeyê dewleta Tirk di heman îmareyê da dimîne.
Ev têkiliya Ocalan û MÎT ê heta ku di sala 1999 an de hate girtin jî vê mijarê mejîyê gel tevlîhev dikir. Lê bi taybetî helwesta Ocalan a dadgehê, dilsozên xwe hem matmayî hiştin û hem jî şaş kirin. Dema ku Ocalan bi hêzên taybet ên Tirk re li heman balafirê di bêje, “Dayika min Tirk e, ez dixwazim xizmetê ji dewletê re bikim.” Di îfadeyên xwe de navê her kesê ku pere dane PKKê li xwe mikur hat û der barê hemû rêveberiya PKKê de agahî dane dewletê. Li dadgehê lêborîn ji dayikên leşkerên Tirk xwest.
Dewleta Tirk û PKKê hewl didin ku ji vî Ocalanî serokekî efsûnî biafirînin. PKKe êdî bi têgînên wekî “Rêberê gelan, Rêberê gerdûnî” Ocalan pênase dike. Lê dema em li jiyana rast a Ocalan dinêrin, ev pirse tê bîra me: Gelo em Ocalan di kategorîya damezrinêrên PKKê de têxîn nava rêzên Sîxûran an jî ya îtirafkaran de? Di derbarê sîxûrtîya Ocalan de îdea yên pir micid hene lê belgeyên fermî di destê me de nînin. Lê li ser îtirafkarîya Ocalena de di destê me de qeydên dadgehê, vîdeo û destnivîsa wî hene. Îtarafkarî bi belge misoger e.
19- Mazlûm Dogan:
Di sala 1958 an de li QaraQoçanê hatiye dinê, yek ji damezrinêrên PKKê ye. Di Mijdara 1979 an de dema ji Rihayê diçû Mêrdînê hat girtin. Di girtina wî de tilîya Cemîl Bayik hebû. Ji ber ku di wesayîta Cemîl Bayik de tu belge nînin, ji bo kontrolkirina rê diçe pêş. Lê dema ku ti nîşanek neda ku li ser rê polîs hene, Mazlûm Dogan bi belgeyên PKKê dikeve kemînê û dihêt girtin.
Girtîgeha Amedê teslîmî dijminî nebe. Li dadgehê parastina siyasî dike. Li dijî pênaseya Apocîtî yê derdikeve dibêje “em ne Apocî ne” me bi kesekî ve pêanse nekin.
Di 21 ê Adara 1982 an de di hucreya xwe de xwe di xeniqîne. Tevî ku di salên ewil de PKKê jî digot Mazlûm Dogan xwe bi dar ve kiriye jî, bi demê re dest bi gotina “Mazlum Dogan di roja Newrozê de xwe şewitand”. PKKê cûreyê calakîya Mazlûm guhert û pêşîya çalakîyên xwe şawitandinê vekir.
Navê sembola berxwedana zindana Amedê ye. Ocalan di bêje ez Mazlûm Dogan ji xwe re mînak digirim, lê li zîndanê Mazlûm Dogan leheng bû, ew jî bû îtirafkar.
20-M.Xayrî Durmûş:
Di sala 1955 an de li Çewlikê hatiye dinê. Yek ji pêşengên berxwedana li dijî îşkenceyê ya li Girtîgeha Amedê ye. Di 13 ê Îlona 1982 an de di roja 60. a berxwedana greva birçîbûnê şehîd bû. Hemû belgeyên kongreya PKKê wî amade kirin e.
21-Sakîne Cansiz:
Di sala 1958 an de li Dêrsimê ji dayik bûye, yek ji wan du jinên beşdarî kongreya PKKê bûye. Di sala 1979 an de hat binçavkirin û berxwedaneke girîng nîşan da. navê Sakîne dibe sembola berxwedan ê. Dema di girtîgehê de ye, dibe evîndarê Mehmet Şener ê ku piştre ji aliyê PKKê ve hat qetilkirin. Di sala 1991 ê de dema hat berdan, derbasî gel Ocalan dibe. Ocalan polîtîkaya şikandina îradeya berxwdanvanên zîndanê dimeşîne. Vê polîtîka yê li ser Sakin Cansiz (Sara) re jî dimeşîne. Sakîne Cansiz zû xwe radestî Ocalan dike. Der barê kuştina hevjînê xwe Mehmet Cahît Şener de jî tiştekî nabêje.
Sakîne Cansiz piştî wê bûyerê bi salan hewl da ku Ocalan wê qebûl bike. Her ku diçe lewaz dibe, tenê weke berxwedanvana zîndanê tê dîtin. Dibe kesekî bêhêz û bi erken talî tê wazîfedarkirin. Ew navê sembol bi zanebûn tê jinavbirin.
Di 9 ê Çileya 2013 an de li Parîsê ji aliyê kadroyê PKKê Omer Guney ve hat qetilkirin. Gumanên der barê kuştina wê de hê jî dewam dikin.
22: Elî Heyder Qeytan:
Elî Heyder Qeytan (Fuat) di sala 1952 an de li Dêrsimê hatiye dinê, yek ji kesên di nava PKKê de xwedî çarenûseke balkêş e. Bi Ocalan, Bayik û Duran Kalkan re di yekemîn grupa biçûk a PKKê de, koma Enqereyê, cih girtî ye. Heta ku ev rêz tên nivîsandin jî çarenûsa Elî Heyder Qeytan ne diyar e. Çarenûsa 21 endamên damezrinêr wek xayîn, kuştî, tasfiyekar tê binavkirin. Lê tenê em dikarin ji bo Elî Heyder Qeytan bibêjin aqûbeta wî ne dîyar e.
Ji sala 2019 an û vir ve PKKe weke kesekî Elî Heyder Qeytan tune ye tevdigere. Dewleta Tirk dibêje me bi êrişekî hewayî ew kuştî ye. Lêbelê, çavkaniyên rêxistinî vê yekê dibêjin; Elî Heyder Qeytan pirsgirêkên giran ên derûnî û fîzîkî dijîya. Li Gare şikefta ku ew têde girtî bû qala serpêhatî yên xwe dikir û serê xwe li kevirinê şiketê dida. Di dawiyê de ji aliyê PKKê ve hat kuştin.
Elî Heyder Qeytan keskî bi her awayî ketibû xefka şerê derûnî yê Ocalan û xwe radestî Ocalan kiri bû. Ji Fatma Yildirim hez dikir, lê Ocalan Fatma ji wî wergirt. Bi Seherê re zewicî, PKKê Seher ji destê wî girt. Ocalan bi salan henekên xwe bi wî dikir û di got “Fûad di warê jinê de ketîye û di xwaze bibe xwedî zarok” “jin jin e û zarokan dixwaze”. Qeytan hemû zordestîya Ocalan li ser xwe qebûl kir û bû kesê yekem ê ku dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirî.
Lê rexmê ku Elî heyder Qeytan bi hemû awayî xwe radestî xeta Ocalan jî kiri bû lê vê yekê têrê nekir ku qedera Qeytan biguhere. Elî Heyder Qeytan ji aliyê PKKê ve hat kuştin.
Beşa pêçemîn: Jimare rastiyan vedibêjin