Pîvan di siyasetê de bûye berjewendî!

Pîvan di siyasetê de bûye berjewendî!

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê siyaset ji gelek nirxên xwe yên tatbet qetiyaye û berbi pêvajoyek  nûve diçe. Siyaseta îro tê kirin nirxek bingehîn peydabûye, ew jî Berjewendî ye. Hêdî siyaset li gora berjewendiya tê kirin û nirxê bingehîn bûye berjewendî. Aliyek siyasî dema guhertinekî dike derbasbûya xwe qet berçav nagire, herweha pêşeroja xwe jî nahesibîne. Tenê roja lê dijî berbiçav digre û li gora wê jî tevdigere.

Mixabin ev tesbît ne cihê dilxweşîyekiye, bi berevacî, delîlê rizîbûna nirxên civakiye. Taybetî li bakurê Kurdistanê di nava civatê de jî tehrîbatên mezin pêkhatine û di van 30 salên dawî nirxên civakî yên ku mirov digot nirxên Kurdeyatiyê ne ji navçûne. Hêdî dostanî, birayetî, hevaletî, dirûstî gelek kêm bûye heta bi tevahî nemaye. Di civatek bi vî awayî ku tehrîbatên mezin lê peydabûyî de, siyaset gelekî zehmet ketiye. Maddiyat bûye bingehê her tiştekê.

Rojane nûçeyên ku têne belavkirin de, bab kur dikuje, bira bira dikuje, keç dê dikuje û ev lîste dirêj dibe, roj tuneye ku faciayek malbatî rû nede. Di roja me de taybetî civatnas gelekî li ser vê nasekinin, piraniya aliyên siyasî vê tevlîhevbûna civakî ji bo xwe wek zemînek êrênî dibînin û stratejiyên siyasta xwe li ser vî zemînê tehrîbkirî kifş dikin.

Dema behsa berjewendiya tê kirin, bila xelet newê fam kirin, ne berjewendiyên gelêrî yan jî yên civatê bingeh têne girtin, berjewendiyên kesayetî esasasin.

Di siyasetê de her gava tê avêtin, her pêwendî û dayîn standinên têne kirin  mûbah e ,hinek ali her tiştekî ji bo xwe mûbah dibînin, lê hevalên xwe û aliyên din ji bo heman tiştê bi xiyanetê itham dikin.

Gelo ew aliyê ku, bi salane tu ji xwere dijmin dibînî û wek desthilatek yan jî partiyek li gora xwe faşîst dinirxînî, çewe tu dikarî doza hevkariyê li wan bikî? Rastî ev yek pirseke û girîng e. Ha aliyên ku, tu dijmin dibînî ji bo aşitiyekî, wek du aliyên ku hev muxatab dibînin mirov dikare dayînstanê  bike û vê yekê ji Raya Giştî re ragihîne. Lê dema ev neyê kirin û di bin deriyên girtî de hevdîtin bêne kirin , têgihandin gelekî zehmet dibe.

Di vê çerçovê de siyaseta îro DEM rêve dibe balkêşe. DEM li gel AK Partiyê û CHPê jî di nava hewldana hevkariyekî de ye. DEM wek bazarê dide û distîne. Lê ya niha dixweyê DEM dixwaze behtir li gel AK Partiyê hevkariyekî bike. Heta wek vê gave tişta ku tê zanîn AK Partî xwe nêzikî hevkariyekî li gel DEMê nake. Lê di sibehî çi rûbide nayê zanîn.

DEM di vê dema dawî de, dixwaze bide xûyakirin ku, xwe guheriye û siyasetek serbixwe yanî ji derê Qendîl rêve dibe. Eger DEM ji îdeolojiya çepitî û Kemalizma çepên netewîyên Tirk xwe azad bike û berê xwe bide siyaseta Kurdewarî û tevbigere, cihê dilxweşîyê ye û dive sedema vê yekê û çewtiyên berê li dijê civata Kurd kirîn de rexneyek zatî li siyaseta xwe ya berê bike. Na eger tişta dike wek ew dibêjin cardin tektîkî siyasîbe tu îtibara wan namîne.

Di hilbijartinên giştî yên Tirkiye û bakurê Kurdistanê de, siyaseta ku PKK bi rêya Partiya Çepa Kesk rêve birî ne tenê deng winda kirin, îtibarek mezin jî winda kir. Niha hewldidin ku bi rêya DEMê tişta winda kirîn cardin destve bînin. Lê ihtimala ku, heja bêhtir jî winda bikin gelek e. Eger di van hilbijartinên herêmî de jî windakirin berdewam be, dê rewşek din piştî hilbijartina bê gotubêj kirin.

Herdu hevserokên DEMê yên niha çepên Kemalistin. Tişta ku wan li himber Qendîl bikare bike xwedî gotin jî ji vê taybetmendiya wan tê. Ev yek gelekî girîng e. Dema li wan teng dibe berê xwe didin Kurda û civata Kurd ji bo armancên xwe yên xirab bi kartînin.

Di pirsa Şêx Seîd de DEMê li hinek bajaran weneyên Şêx Seîd û hinek serokên Kurda bi avahiyên xwe ve daliqandin. Lê tişta balkêş weneyê Barzaniyê Nemir di nav van serokên Kurdan de tunebû. Ev yek jî ne duristbûna siyaseta DEMê dide kifşkirin. Mirov dixwest ew weneyên serokên Kurda temam be da ku bi vê helwesta DEMê keyfxweş be, lê wan rê neda vê yekê. Kurd hemû dîtina Abdulah Ocalan di derbarê Şêx Seîd de dizane. Gelo çima behsê nekirin?

Her çibe , bazarên di siyaseta Tirkiye û bakurê Kurdistanê çikas di piş deriyên girtî de têne kirin jî, lê vekirî tê zanîn ku çi tê kirin û kî çi ji kî dixwaze jî tê zanîn.

Gelek nema dawîya Adara 2024ê dixweyê emê tiştên din gotubêj bikin.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş