Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” zarokekî din li Kobanê revand

Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” zarokekî din li Kobanê revand

Rêxistina Ciwanên Şoreşgera ser bi PKK’ê ve li bajarê Kobanî zarokekî temen biçûk bi armanca çekdarkirina wî di nav refên partiyê de revandin.

Navê zarokê hatiye revandin “Feyad Îsa Mihemed”e, malbata vî zarokî di dema cavpêketineke telefizyonî de ragihand ku kurê wan ji aliyê rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ve li bajarê Kobanî hatiye revandin û çarenvîsa wî ji dema revandina wî di 14ê vê mehê de heta niha ne diyare.

Malbatê diyar kir ku kurê wan “Feyad”ê 13 salî dema li gundê “Çalok” yê ser bi bajarê Kobanî bû, ji aliyê rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ve hat revandin.

Malbatê diyar kir ku her çend li navendên Ciwanên Şoreşger û navendên rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk li wî geriyane jî lê belê hemû hewildan bi ser neketin.

Feyad zarokê duyemê vê malbatê ye û di 20 Hezîrana 2010an de li gundê Xerbê Rast hatiye dinê û dayîka wî Nesra Mihemed e.

Fermandarê HSD’ê Mezlûm Kobanî, di sala 2019an de li gel Vercînya Gamba nûnera netewên yekgirtî bû karûbarên zarokan, peymanek îmze kiriye, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û yên di nav de serbest werin berdan, lê ta niha çi pabendî bi peymanê nehatiye kirin, û revandin û leşkerkirina zarokan berdewamin.

Pustên heman beş