Çalakiya Xakurkê û rast fêhmkirina pevçûnên PKKê – Artêşa Tirk

pkk_turkey

Di 22 ê Kanûnê de PKKê li Xakurkê heya Zapê rêze çalakî li dar xistin. Çalakî bi lez û bez kete rojeva Tirkiyeyê û civaka Kurd. Dixuye ku ji ber mij û moranê çalakiyek hatiye lidarxistin. Çalakî bi şêwazê lêdan û rev bû. Ji ber vê yekê çalakî ne çalakiyek mezin e wekî cîh girtin û têde manê û hwd bû. Lê dema ku em li awayê pêşkêşkirina çalakiyê ji layê PKKê û dewleta Tirk dinêrin, tê dîtin ku encamên wê girîng in. Çalakî ne tenê mijara Artêşa Tirk û Gerîla ye. Ev nîşaneya pêvajoyeke ku tê de gelek mijarên girîng hene; weke hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, planên li ser Herêma Kurdistanê, hevrikiya bi Îranê re, rewşa Rojava û hilbijartinên Iraqê.

 Serkeftina Çalakiyê bi hejmara miriyan ve nayê nirxandin

Piştî çalakiyê PKKê û dewleta Tirk hejmarên kuştiyan cuda-cuda ragehandin. Dewleta Tirk hindek dîmenên gerîlayên jiyana xwe wendakirî ku kamîre bi sere wan ve bû, parve kirin. Hejmarên herdu aliyan tu carî rastiyê nîşan nedane. Bi her awayî ev rewş bi hejmara miriyan nayê nirxandin.

Beriya her tiştî em vê bibêjin; li Xakurkê ne tenê 12, 112 leşkerên Tirk jî, bên kuştin ev ji bo artêşa Tirk bê wateye. Ti artêş tenê ji ber hejmara leşkerên mirî agirbestê nake û paşve venakişe. Ger ev çalakî li Stenbol û Îzmîrê bihata kirin, wê watedar bibûna û bandorek mezin biafiranda. Lê çalakiya ku hûn 35 km ji sînor dûr ti wateya xwe nîne.

Xaleke din a girîng jî ew e ku eger dewleta Tirk bixwesta wê bûyerê biçûk bike û hejmara kuştiyên xwe jî qet eşkere nedikir. Lê dewletê bi zanebûn bûyer ji raya Tirk re ragehand û cewekî hestiyar xwliqand.

Stratejiya bingehîn ev e: PKKe Kurdan kontrol dike dewlet jî PKKê

PKKe bi xwe û medyaya wê di cih de bûyer mezin kirin û bi dîmenên kevin û nû ve xemilan û diyar kirin ku wan artêşa Tirk qedandî ye. Ji aliyê din ve dewleta Tirk jî bi planeke merkezî pêlek êrîşên li dijî Kurdan da destpêkirin. Rûpelên Tirkî li ser hesabên wekî Telegramê wêne û vîdeoyên cenazeyên Gerîlayan  parve dikin. Di wêneyekî de leşkerên Tirk bi bivirî serê Gerîla jêdikin û îşkence bi meytê wan dikin. Cewekî wisa hate afirandin ku Kurd beriya ku ji PKKê bipirsin ev çalaki çî ye, bo çi hate kirin û hwd derûniya Kurdan bi wan vîdeoyên Gerîla hate têkbirin. Dewleta Tirk nahêle Kurd PKKê rexne bikin û ji xeynî PKKê li çi alternatîfeke din damezrînin.

Lê yên ku bi aqil in, siyasetê dizanin û van 40 salên dawî dişopînin baş dibînin ku siyaseta ku di çarçoveya vê çalakiyê de pêş dikeve wê çi bi xwe re bîne. Dewleta Tirk bi gotina şer heye, beşeke girîng a civaka Tirkiyeyê motîve dike û bi dirûşmên ala-millet û ax nijadperestiya Tirk gûr dike. Li aliyê din jî Kurdan mecbûr dihêle ku li dora PKKê kom bibin. Dewlet dixwaze Kurdên Bakur di bin kontrola PKKê de bin. Ji ber ku dewlet bi rêya PKKê wan kontrol dike.

Hemû pêvajoyên ji 1 ê Hezîranê heta niha berhemê hişmendiya dewleta Tirk e

Ev rewş ji sala 2000 î ve her ku diçe kûrtir dibe. Bi kurtasî, helwest û daxuyaniyên Ocalan ên li Îmraliyê di nava Kurdên Bakur de ji PKKê qutbûnek çêkir. Dewleta Tirk piştî sala 2000 î rêz û qiymetek ji bo Ocalan û PKKê ava kir.

Pêngava 1 ê Hezîranê ya ku PKKê di sala 2004 an dayî destpêkirin, ne pêngava PKKê bû di cewher de pêngava dewleta Tirk bû. PKKe ya ku dewleta Kurdî nexwaze, parçekirina Tirkiyê nexwaze, nasnameya Kurdî nexwaze ma çi hewceyî bi şerê çekdarî wê hebe? Dewleta Tirk ji bo ku Rojhilata Navîn bandora xwe zêde bike PKKe dîsa anî nava gurepana siyasetê de. Ji wê demê û vir ve hemû bizav û pêngavên PKKê bûne cihê pirs û gumanê. Li pişt hemû kiryarên weke çalakiyên întiharî, nûçeyên nexweşiya Ocalan, agirbest û hwd hişmediya dewletê heye.

Aqilê dewleta kûr a Tirk piştî sala 2008 an çavên xwe ji hemû kiryar û çalakiyên PKKê re girt. Dewlet Kurdên Bakur ber bi PKKê ve kişand.

Ev rastiyek e: Dewleta Tirk stratejiya xwe li ser Kurdên çar parçeyan li ser milên PKKê ava kiriye. PKKe kontrola Kurdan dike, dewlet jî PKKê kontrol dike.

Ji ber vê sedemê ji damezrandina rêxistina PKKê ya bi navê TAKê heta Operasyona Zapê, ji Çalakiya Oramarê heta şerê Şemdizînanê, ji agirbestan heta çalakiyên Farqînê û Pirsûsê bi dehan têkiliyên tarî bi dewletê re hene.

Di sala 2015 an de di “Hevdîtinên Aştiyê” yên navbera Tirkiye û PKKê de kê mêze hilweşand? Helbet her du aliyan jî hilweşand. PKKe li ber çavê dewleta Tirk xendek di kolan. Kurdistan dîsa bû qada şer. PKKe bi awayekî leşkerî ji Bakur hat paqijkirin. Ji aliyê dîrokê de jî şer gav bi gav ji Bakur hat derxistin û ber bi Başûrê Kurdistanê ve, yanî ber bi xaka Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat kişandin.

Her kesî PKKe ya xwe heye

piştî Bihara Erebî a sala 2012 an dest pê kir nav û dengê Kurdan li cîhanê belav bû. Vê yekê di nasnameya PKKê de veguhertineke radîkal pêk anî. PKKe firsend dît ku di astê leşkerî de xwe berfireh bike û bi navên cuda xwe bi rêxistin bike. mecalê ku xwe weke hêzeke paramîlîter bide şuxlandin çêbû. Niha çend baskên PKKê hene. Mînak PKKe li Rojava bi rêya YPGê bi Emerîka re têkilî çêdike.  Her wiha bi Beşar Esad re jî di nava têkiliyan de ye.

 Li aliyê din di nava Iraqê û Îranê de li gel pêkhateya Îranî Heşdî Şeibî tevdigere. Li gel Evdila Ocelan baskê legal ê siyaseta Tirkiyê kontrol dike.  Yanî her kesê PKKe ya xwe heye. PKKe bi vî şêwazê tevgerî temenê rêxistina xwe dirêj dike. Lê di vê pêvajoyê de tenê zirarê dide Kurdan. Ji ber vê yekê hemû dewletên dagirker xwedî PKKe ne, lê tenê PKKe ya berjewendiyê Kurdan biparêze tune ye.

Bi taybetî nirxandina PKKe ya baskê Îranê pirr girîng e. Ji ber ku PKKe bi Îranê re tevdigere û li Iraqê helwesteke Îranparêz nîşan dide. Bi taybetî jî li dijî Kurdan tê bikar anîn. PKKe nanê xwe bi vê xwefiroşî yê dixwe. Çalakiya Xakurkê jî bi derfet dayîna Îranê hat kirin. ev yek çawa di be?

Çima PKKe li Xaxurkê û herêma Bradost çalak bû?

Dewleta Tirk di 28 ê Gulana 2019 an de Çiyayê Şekîf ê di navbera herêma Xakurkê û Xinêre de ye di nava çend saetan de ji PKKê derxist. Çiyayê Şekîf bilindtirîn lûtkeya herêmê bû û hemû Xinêre, dola Lolanê, gupîtkên Lîlkan û çeperên Îranê jî di nav de kontrol dike. Piştî ketina Şekîf PKKe neçar ma bi temamî ji herêmê vekişe.

Mijara Şekîfê ku herêmeke stratejîk e, di navbera Îran û dewleta Tirk de bûye mijara nîqaşê. Îranê xwest ku dewleta Tirk Şekîfê berde. Şekîf kontrolê li ser paygehên Îranê jî dikir loma ji Tirkan xwest Şekîf bê berdan. Li ser vê yekê dewleta Tirk gav bi gav ji herêmên bi navê Şehîd Derwîş û Şehîd Şerîf vekişiya. Ji ber hevrikiya Îran û dewleta Tirkiyê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê, Îranê bi awayekî PKKe li wê deverê bi cih kir.

Xeta Xinere ji bo PKKê bû bûriya henase girtin ê. ji berku PKKê hemû herêmên Behdînan, Heftanîn û Xakurkê ji dest da bû. Gerîla li vir bi cih bû. Bi taybetî li Lolanê bi cih bû. Çalakiya 23 ê Kanûnê li ser girên Ermûş yên Xakurkê pêkhat. Hêzên PKKê ji Lolanê êriş birin ser binkeyên Tirkan. Herêma Lolan û Xinêre di bin parastina paygeha Îranê de ye çûk bifire Îran jê agahdar dibe. lewra êrîş ji siya Îranê hatiye kirin.

Ev rojev wê berdewam be

Em ê li ser vê çalakiyê dem dirêj nîqaş bikin. Der barê şêwazê leşkerî ya çalakiyê de hê zêde agahî bi dest neketiye. Pîvana leşkerî xalên sereke yên ku me behs kirin ji holê narake. Ger em vê rastiyê nizanin ku PKKe hezekî di bin kontrola Tirkiyê de ye, erkê PKKê li Herêma Kurdistanê alozî avakirin e û PKKe di pêşbirka Îran û Tirkiyê de ye, xwedî role û hwd em nikarin vê çalakiyê jî rast fêm bikin.

Ji niha ve Tirkiye wê êrîşî Rojava bike û zêdetir êrîşî Başûr bike. Îran bi hinceta “PKKe bi Tirkiyê re şer dike” dê zêdetir PKKê di nava Heşda Şeibî de cih bike. Ev tê wê wateyê ku PKKe dê zêdetir êrişî Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge bike.

Yanî lîstik dewletên dagirker li ser Kurdistanê dê zêde bibin.  PKKe weke hêzekî paramîlîter di nava vê listîkê de erka xwe bilîze. Raya giştî ya Kurd heke vê lîstikê fêhm neke wê weke temaşevan lêbinêre. Nijadperstên faşît ên Tirk êrişên xwe li ser Kurdan zêdetir bike. Kurd di nava vê pêla şovenî de, dê werin perciqandin.

Koma Awazên Çiya jî bi def, zurne û dîlan, wek starana Oramar dê stranekê binivîsîne. Kurdên ku heqîqetê nebînin wê bi vê stranê govendê gêrînin û dirûşma biqîrin. Paşê wê ala Tirkiyê hildin û biçin kongreya partiya DEM û xwepêşandê bikin.

Pustên heman beş