PKKê mirina vê keça Kurd 6 salan veşartibû

Dîlek Zekî-pkk-kurd-zarok-net-info

Mirina keçeka din ya 14 salî di nava Partîya Karkeran de aşkere bû, Dîlek ku ji Şirnexê ye PKKê li sala 2017ê dabû kuştin û ji nû îro malbata wê bi mirina wê hîn bû.

Rêxistina PKKê nasnameya keçeke din ya Kurd bi navê “Dîlek Zekî” aşkere kir ku li 27 kanûna sala 2017ê li Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa dewleta Tirk da ye kuştin û îro paş derbasbûna 6 salan ji nû ve mirina wê îfşa kir.

Partiya Karkeran di daxuyanîya ragihandina mirina vê zarokê de weke her car gotiye: Ew milîtana Apo û fedayî ya Apo bû!.

Keça bi Dîlek weke bi hezaran keçên din yên Kurdan li ser destê Partîya Karkeran hatiye xapandin û di şerekî bê wate de hat feda kirin, li demekê hêjan temena wê tenê 14 salin.

Partiya Karkeran ku êdî mirov dikare navê partiya zarokkujan lê bike, ji boy çêkirna şervanan pişt bestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike û ev yêk ji hêla rêxistinên navdewletî ve hatîye tespît kirin.

Pustên heman beş